Dibistana Sîyasî
Yusuf Budak
Miletên ku li ser erdê dinê bûne dewlet û pêşde
ketine hemûyan, ji yekê zêdetir partîyên xwe hene. Bê
partî tu miletek pêşde naçe û nabe civaka şareza(medenî).
Lê belê hemû partî jî gelan xilas nakin. Ango bo gel mirin,
kuştin, gorî bûn û piranî girîng in; ne tenê çareserî
ne. Ya helên girîng perwerde bûn, pêşeroja xwe zû
dîtin, komelîyatî, çêker fikirandin, kamil bûn û bi zaneyî
têkoşîn dayîn e. Bi teybetî van tiştana jî bi
mirovên zana va giridayî ne. Gor min berfireh fikirandin,
têw kirina rengên heyî ye û pêşeroja xwe zû dîtin
e.
Ji ber vê yekê, ez çavên xwe li rewşên Partîyên
Kurdistana Bakur digerînim û ji wan partîyên Kurd „Partiya
Sosyalîsta Kurdistan „ dibînim. Piranîya mirovên
Partiya Sosyalîsta Kurdistan li dervayî Kurdistanê û Kurdistana
Bakur de partîya legal de û komelan de bi zaneyî têkoşînê
dikin û kamil in. Hêjmara wan gor gelê Kurd ne zêde ye.
Lê belê ew bawarîya xwe bi xwe tînin, bi gotinên xwe û
kirinin xwe va navbera gelê Kurd de wakû nimûne ne. Nas
û dostên wan bi wan ra dilşa ne.
Ji ber ku mirovên Partiya Sosyalîsta Kurdistan sîstema
federasyon û yekitîya gelê Kurd wakû rêber dane pêşîya
xwe. Lê mixabin yekitîya gelê Kurd û sîstema federasyon
jî zehf giran tê neqişandin. Heya ku civaka Kurd
li Kurdistana Bakur kamil nebe teq û rek jî berdewam e.
Lez û bez, quretî jî xesarê didin gelê Kurd. Mirovên PSK
ê bêhnfirehîyê nişan didin û bi zaneyî li paş
doza xwe ne û dixebitin.
Ez bi xwe Partiye Sosyalîsta Kurdistan navbera gelê Kurd
de wakû „Dibistana Sîyasî„ bi nav dikim. Qedroyên PSK
ê mamosteyên gelê kurd in. Mirovên ku çune wê dibistana
kamil bûne û bi zaneyî dixebitin. Bêhnfirehtî bûye hevalên
wan û bi xwe bawarî jî buye quweta wan.
Qedroyên PSK ê wiha dibêjin:“Em Partiya Kurdistana Bakur
in û tucar astengan bo parçeyên Kurdistanê ( Kurdistana
Rohelat, Kurdistana Roava û Kurdistana Başûr ) dernaxinin.Tikilîya
me bi hemû partiyên Kurd ra bi bratî ye.“ Bo vê yekê Partiya
Sosyalîst a Kurdistan li Kurdistanê tê hezkirin û bi qedir
û qîmet e.
Bi rastî gor min gotinên PSK ê pirr girîng in. Ji ber
ku li her çar parçeyên Kuristanê, partiyên Kurd hene.
Girîng e ku partiyên Kurd bi hevdû ra astengan dernexinin;
di parçeyên xwe de têkoşînê bidin û bi biratî arîkarîya
hevdû bikin. Mirov mala xwe ji hemû kesan baştir
nas dike û dibe sermiyana mala xwe.
Mirovên ku ji PSKê veqetiyane, piranîya wan di navbera
gelê Kurd de welatparêz in û di têkoşîna miletê Kurd
de kêm û zêde cîyên xwe girtine. Xuya dike ku ji wan kêm
mirov li mala xwe runiştine.
Her wiha dîroka kurdan de cîyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan
kûr e, bi riçal e û paqiş e. Gor dîtina min PSK wekû
hewce ye; baştir e ku bi navê xwe li Kurdistana Bakur
derkevî legalê û li paş doza gelê Kurd bisekinî.
Ez bi navê xwe mirovên ku keda xwe ketine nav karê PSKê
dûr- nêzik, kêm-zêde hemûyan ra spas dikim. Baş e
ku Partiya Sosyalîst a Kurdistan heye.
Ya duwem, hemû partiyên Kurd ya me kurdan in û Kurdistan
bi gelê Kurd azad dibe..Emê hemû partiyên Kurd biparêzin
û li Kurdistana azad de jî bi biratî havra bixebitin.
Mirov li welatê xwe dibe azad.
|