|
|
|
|
Ez te nas nakim
Yusuf Budak
Osmanî yan
di dîroka xwe de timî
li Kurdistanê
şer kirine û Kurdistan kirine
xirabe. Kurdistan bo Kurdan
bûye girtîgeh.
Yan jî li
ser erda
Kurdistanê Kurd nas
ne kirine. Niha
jî 87 sal e ku
li Kurdistana Bakur
tirk
pir tiştên kurdan
nas nakin.
Gelo ew
tiştên ku
tirk nas
nakin çi
ne?
_ Navê welatê
kurdan “Kurdistanê“ nas nakin;
_ Di dadigehan de zimanê
kurdî nas nakin;
_ Mezinên kurdan
nas nakin;
_ Nexşa Kurdistanê
nas nakin;
_ Ala kurdan
nas nakin;
_ Bi navê Kurdistanê
sazkirina partiyan nas nakin;
_ Tîpên zimanê
kurdî “Q,W,X”nas
nakin;
_ Navên gundan,
bajaran û çîyan bi zimanê kurdî nas
nakin;
_ Bi kurdan ra
cîrantîyê nas nakin.
Erê, tirk
li welatê me,
me kurdan
nas nakin. Lê
belê, em
Kurd zagonên
tirkan, polîsan,
leşkerên û dadigehên tirkan li Kurdistana
Bakur de têw
dikin
û nas dikin.
Gor min, em Kurd di vira de şasîyekê dikin. Ez bawar dikim ku
niha kevirek
li Kurdistanê gildî
bibe, hemû
dinê dibîsî. Bo vê yekê, warin
em
Kurd bi hevra zagonên
tirkan, polîsên tirkan, leşkerên tirkan û dadigehên
tirkan li
Kurdistana Bakur nas nekin.
Golo çawa?
_ Em Kurd gilî
û gazîyên xwe tucar
ba polîs
û leşkerên tirkan nekin û ji wan
qet tiştekî
ne xwezin;
_ Li Kurdistana Bakur
de, kurdên dîl ji
girtîgehan dernekevin
dadîgehan;
_ Parêzerên Kurd neçin
dadigehan;
_ Partîyên Kurd “BDP,
HAK-PAR û KADEP“ navê xwe bikin
partîya Kurdistan;
_ Bi taybetî navbera
xwe de hemû tirkan
ra bibêjin
ecnebî (biyanî);
_ Li bajarên Kurdistana
Bakur de, birdarîyên mezinên xwe (Ahmedi
Xani, Seyît
Riza, Sîx
Sahid) bidin çêkirinê;
_ Li Kurdistana Bakur
nasnameya tirkan negirin ser xwe;
_ Rojan rojekî
hemû mamosteyên Kurd di dibistanan de û zanîngehan de li ser
texteyê polê
nexşe Kurdistanê çêkin û bi kurdî dersê bidin xwendekaran.
_ Paçekî reş bavên
ser bîrdarî û wêneyên
Ataturk.
_ Hemû xwendekarin
Kurd bi cilên kurdî biçin
dibistanan û zanîngehan.
_ Hemû şaredarîyin
Kurdistana Bakur karên xwe bi zimanê
kurdî kar bînin;
_ Navê bajaran,
gundan û çîyan kurdî binivîsînin;
_ Di dibistanan de ala
kurdî hilbidin;
_ Doxtor di nexaşxanan
de, nexaşên xwe
ra kurdî biaxivin;
_ Hemû terminalan
de danezanîn (anons) bi kurdî bên kirin;
_ Biratî û cînartîya
tirkan jî tucar
neynin ser zimanê
xwe;
_ Di mizgeftan de meleyên
Kurd bi kurdî biaxivin;
_ Em Kurd tucar
sînorê tirkan nas
nekin;
_ Kurdên dervayî
welat jî qêreta
wan bikin
û wan mîna ronnahîya
çavên xwe
biparêzin.
Gor dîtina
min, bi vê têkoşînê rê û dirbên tirkan
tên qut
kirin û cînarên
Kurdistana Bakur
jî bi xwe derdikevin
holê. Lê
belê ez dizanin
ku va
têkoşîna jî
bo kurdan pir giranbiha ye. |
|
|
|