Herdu
rê diçin Amedê
Yusuf Budak
Sala 2011’an de li Tirkîyeyê û Kurdistana Bakur helbijartin
heye. Bo vê yekê partîyên heyî bo armancên xwe yên siyasî
dixebitin.
Daxwazîyên MHP, CHP, AKP, BDP, HAK-PAR û KADEP’ê ji hevdû
cuda ne. MHP dixwaze ku Kurd ji bindestîyê tucar xilas
nebin û tirkan ra xulamtîyê bikin. CHP dixwaze ku kurdan
bixapîne; bigre ba xwe û bi alîkarîya kurdan desthelatiya
dewletê bigre dest xwe. AKP dixwaze ku rewşa xwe
yê niha biparêze û qet tiştekê nede kurdan. Kurdên
ba AKP’ê, oldar in û bawarîyin xwe bi rêxistinên kurdan
tunin. Bi teybetî gor van partîyan Kurd xapandin hunerî
ye û dênê histuyên wan e.
BDP jî dixwaze ku bi CHP’ê va benda helbijartinê ji sedî
deh derbaz bibe. Lêbelê daxwazîyên HAK-PAR’ê û KADEP’ê
ji hevdû nêzik in. Ji ber ku daxwazîyên wan,“BDP, HAK-PAR,
KADEP“ bi hevra beşdarîya hilbijartinê bûn e.
Bi salan e ku Kurd û tirk di vê rewşê de hevdû
tînin û dibin. Qet tiştek jî derneketîye holê. Ez
dikanim ku wiha bêjim: „Qûlik vebîye, lê belê ew jî mîna
qûla derzîyê ye.“ Gor dîtina min gerê em Kurd xwe bigarin
û nuhva bikin. Rê ya helê girîng bi hevra hemû berpirsîyarên
komelên, partîyên, oldarên, rexistinên Kurd bikin bin
berpirsîyarî yê. Ji berpirsîyarîyên Kurd tu kes derva
nemîne û bi dilê xwe rexne neke. Barekî giran bi hevra
bidin ser milê berpirsîyarên Kurd û bi hevra beşdarîya
hilbijartinê bibin.
Bi vî awayî kurdên ku dengê xwe didin AKP’ê kêm dibin.
Ango hişê wan tê serê wan û bawarîya xwe bi gelê
xwe tînin. Em gerê kurdin ku navbera AKP ê dane, tûj û
pîj rexne nekin û daxwezîya xwe bi zimanekî nermik wana
ra bibêjin. Kurdên ku ba CHP ê ne, ew bawarîya xwe bi
quweta CHP ê tînin. Dema ku em Kurd yek bibin; piranîya
kurdên ba CHP ê dengên xwe didin kurdan. Ango CHP jî nikane
kurdan zêde bixapîne û bawarîya xwe bi kurdan namîne.
Bi milyonan Kurd naçin helbijartinan; ji wan kurdan gelek
Kurd helbijartinê rexne dikin ku “yekbûna kurdan“ tune
û Kurd ser nakevin. Diwe ku ji wan kurdan gelik Kurd biçin
helbijartinê. Di vî rewsa de benda helbijartinê,ji sedî
deh derbaz bûn ne asteng e. Xuya dike ku benda helbijartinê
ya ji sedî deh derbazbûn jî bi pir rengî va girêdayî ye.
Rêya duem:“Bi dil germî ,bi biratî,bi cînartî û bi ser
tirk me kurdan nas nakin. Em jî tirkan li Kurdistana Bakur
carê nas nekin. Roja helbijartinê neçin helbijartinê û
li ser derîyên komelan,partîyan û rêxistinan binivisînin
ku em Kurd vê helbijartinê nas nakin.Li dervayê Kurdistana
Bakur jî biçin helbijartinê û mafin xwe yi hindikahî(azinlik)
ji tirkan bixwazin.
“Bila tirk hemû bizanin ku em li bajarên mezin jî mafên
xwe yi hindikahî dixwazin. Asîmîle kirin jî belayê serê
zordestan e. Zordest gerê bi xwe qirêside bixendiqin.“
Dibe ku tirk ji me kurdan ra wiha bibêjin: “Em jî we kurdan
nas nakin.Vegerin biçin welatê xwe.” Bila dinê alem
bizane ku tirk neqin û zordestin. Kurdistan jî welatê
kurdan e.Yekem tirk ji Kurdistanê derkevin.
|