Li Kurdistana Bakur Betlane
Yusuf Budak
Sê heftan şunda hemû dibistan dikevin betlanê. Betlaneya
dibistanan du mehan e. Dêy û bavên zarokan jî betlaneyê
xwe gor zarokên xwe vediqetînin. Hatin girtina dibistanan
nîşana vegerandina welat e. Gelek kurdên ji Kurdistana
Bakur li Ewropayê dijin. Piranîya wan vê demê de li ser
sincikan dijin. Ji ber ku betlane bê pere nabe û daxweziyên
kurdên Ewropayî yan jî zahf zêdene.
Ew dixwezin bo rêya dûr trampilin baş bikirin,serdanîya nexweşên xwe û kokimên xwe bikin û bo wan bi xwe ra xelatan bibin.
Di mehên Tirmeh û Tabaxê de xanîyan çêkin,dawatan bikin,gorên
mirîyên xwe çêkin,li ser cavkanîyan avê sar vexwen. Gelo
tenê wanane?Astengên ku sazûmana tirk amede kirine ew
jî hemû ser wan sikinîne.Bo vê yekê betlane bo kurdên
dervay welat barekî giran e. Bi teybetî astengên sazûmana
tirk ji peran girîngtirin.
Sala borî ji wan kurdên Ewropayî yan yek
jî ez bûm. Gundê me li Dêrsimê ye û ez çû bûm gundê xwe.
Çemê gêgîyê ji gundê me nêzik diherike. Bo vê yekê qîza
birayê min wiha nav dike: “Çemê bapîrê min.”
Ez li gund vala bûm. Min xwest ku yek carê
di çemê gêgîyê de masîyan bigirim. Birayê min ê mezin
mamoste Velî li gund bû. Mamoste Velî ji mamostetî yê
teqawid bû ye û li gund rez danîye. Min mamoste Velî re
wiha got:”Kekê,çawa em dikanin rojekî masîyan çêm de bigirin?”Wî
min ra wiha got:”Li jor benda avê heye. Sazûmana tirk
pêşîya avê rojane digirî û berdide. Zêdetir danê
êvarê avê berdide.Dema ku avê berdidin em nikanin ku tu
tiştekî bikin. Bo vê sedemê gerê em danê sibê zu
biçin masîyan.”Em dora roydin danê sibê zu çûn masîyan.
Malbata min hemû hatibûn masîyan. Ava çêm kêm bû. Me
bi torê masîyan hindek masî girtin. Lê
belê ez
li alîyê
din bûm.Tora masîyam gelekî mezin bû;serîyê bendika tora masîyan
di destê
min de bû.
Birazîyê
min gazî min kir
û wiha got:”Mamo av hat,torê masîyan
cîkî giride
û vare vî alîyê
çêm!”Min heta
ku tora masîyan
cîkî girêda,av
zêde bû. Malbata
min li alîyê gundê me man û ez tenê li alîyê din mam.
Av danê sibê hatibû berdan û kûrbuna çêm sê metran zêdetir
bû.
Dema ku min tora masîyan girêdida,ez wiha
ketim ramanan:”Ez dikanim ajnê bikim;bila bilindbuna avê
bênirxandin,ez ê bi ajnê derbaz wî alîyê dibim.”Min destê
xwe kir nav avê, av pir sar bû.Gerê min xwe 300-400 meteyî
di avê de berbidan û biçûma ku jêr ji ava sar derbiketima.Bo
vê sedemê çavê min ne birîya. Ez çûm Lexanê û bi taksîyê
pirra sehîdan ra çûm gundê xwe.
Ajotvanê taksîyê min re wiha got:”Min bîstîye
ku ji wan gundên ber avê, bi av berdandinê pênc mirov
xendiqîyane. Carekî li gudekê gundî çûne ber çêm beravê,av
berdane û avê cil û sitilên gundîyan day ber xwe birîye.
Disan gundîk bi tirektora xwe çûye ber çêm ku qumê bînî.
Tiraktora mirov di cîyê şilda maye û derneketîye.
Xwedîyê tiraktorê çûye gund ku çend mirovan bîne û tiraktora
xwe derxinî. Gundî hatine ku av hatîye û tiraktora mirov
jî day ber xwe birîye.”
Tê xuya kirin ku sazûmana tirk çemên me
jî me ra kirine dujmin;çemên
me kurdan ra hêrs dikevin. Sazûmana tirk gor dilê xwe
avê berdide û ji kesîyan jî napirsî.Çemên me bêkesin û
gelê Kurd jî sêwî maye.
Lê belê aliyê ziman de Kurdistana Bakur
meha Tirmeh û Tebaxê de dibe baxçeyê gulan.Kurdên ku derva
diçin,navbera xwe de sê zimanan (Kurdî-Tirkî-Almanî,Kurdî-Tirkî-Ingîlîzî,Kurdî-Tirkî-Fransî……)
diaxifin. Tu kesik zimanekî safî na axifî û navbera mirovan
de jî proplem dernakevin.
Waxta ku hûn min dipirsin,ez betlane gundê xwe tu cîkîdin
ra nagarim û astengên sazûmana tirk jî nas nakim.
|