Welatê Xerîb
Yusuf Budak
Ez bi salan e ku li Awistiryayê gor zagonên
Awistiryayê jiyana xwe didomînim û azad im. Bê tirs
dixebitim,diçim
meşan û
betlanê. Li Konferansan de daxwezîyên xwe û pirsên xwe
bi zimanê kurdî tînim ziman û dikanim ku hemû cîyan „Gelê
Kurd û Kurdistan“ bibêjim. Gor zagonên Awistiryayê va
gotinana ne qedexe ne. Lê belê li Kudistana Bakur Gelê
Kurd û Kurdistan qedexe ne.Disa ez ji Awistiryayê çûm gelek welatên xerîb(Almanya,Macar,Tûnis,Kurdistana
Başûr,Slowak,Ingîltere,Franse,Çek…)gerîyam.
Mirov li welatên xerîb hindik tiştên cûda dibîne û dibîse. Destpêkê de mirov di derîyên sînorên dewlatan
de zimanên cûda dibîse. Hemû miletên xerîb li welatên
xwe zimanên xwe diaxifin,dinivîsînin û zimanê aborîyê
jî pêşta çûye.
Pereyên wan dewletan û alên wan jî ji hevdûh
cûda ne.Ango ew hemû welatên cûda ne. Dema ku ez “welat”dibêjim
xalî (ax) tê bîramin.
Waxta ku mirovek dijê zordestîyê bo beşêk
ax mirinê jî digirî ber çavê xwe anjî dimire,ew beşa
axê bo miletekî welat e. Ji ber vê sitemê gelek mirovên
Kurd jî bo Kurdistanê mirine.
Gotinek wiha heye:”Hemû giyayên heyî li
ser koka xwe zîldidin”. Em kurdên welatparêz jî ji Kurdistanê
hezdikin û diparêzin. Ez jî ji salan saleki,cara yekem
li Kurdistana Başûr bûm. Dilê min li cîyê xwe bi
haşî ne disekinîya. Min yekem ji ajotwanê taksiyê
wiha pirsî:”Çima navê vî bajara Erbil û Hewlêr tê gotin?”
Ajotwanê taksiyê wiha got:”Erbil bi erebî ye û Hewlêr
ji bi kurdî ye.”
Bo min ji wan welatên xerîb,yek welatik
jî Kurdistana Başûr bû. Min hemû cûdatîya navbera
welatan li Kurdistana Başûr jî dîtin. Ji ber ku li
Kurdistana Başûr zimanê nivîsandinê,axaftinê û aborîyê
kurdî bû. Ala kurdî li hemû cîyan hebûn. Derîyên sînorên
Kurdistana Başûr hebûn. Lê mixabin tenê pereyê Kurdistanê
li holê tune bû.Bi teybetî ez li bajarê Duhokê û Hewlêrê
zahf gerîyam. Mirov bi xwe hişyar dibe ku li welatekî
xerîb de ye. Gor dîtina min,Gelê Kurd li Kurdistana Başûr
azad e.
Gor dîtina min bo Kurdan li Kurdistana Başûr azad
bûn û azad bûna dervayê welatên xerîbîyê ji hevdûh cûda
ne. Mirov dikane wiha nav bike: ”Azadîya dervayî welat
wakû cilekî paqiş li mirov e; lê belê ne cilê mirov
e. Azadîya li Kurdistana Başûr jî wakû cilekî paqiş
li mirov e û cilê mirov e.”Dema ku azadî milkê mirov
be,mirov bi xwe baware û rûken e.
Lê belê gerê Kurdistana azad bi zaneyî bê parastin. Xuya
dike ku kêmasî zêde ne û gav bi gav kim dibin. Min bi
çavên xwe dît ku di trampêlan de çopê davên ser rêyan.
Li bajarê Duhokê,cîkî bilind li ser erdê ala kurdî çêkirine.
Ala kurdî gelekî mezine û ji dur va baş xuya dike.
Gor ditina min li ser erdê al çêkirin şaşî
ye. Bi salan e ku em Kurd tirkan rexne dikin ku, tirkan
li Kurdistana Bakur, ser çîyan ala tirkî çêkirine. Daxwezîya
min eve ku em Kurd li welatê xwe de jî li ser çîyan alan
çê nekin.Hat bîra min ku gelo va şaşîya ji tirkan
xwe gîyandîye me kurdan?
Tirsa min nê mezin vaye ku, ji rojan rojekî
Kurdistana Bakur jî azad dibe û kurdên Kurdistana Bakur,
demekî dûr û dirêj xwe ji zimanê tirkî xilas nekin. Ji
ber ku tirkan bi rêya asîmilasiyonê zimanê kurdî ji hewcatîyê
derxistîye. Va rewşa jî bo perwerde bûna gelê Kurd
astengekî mezin e.
Ez hêvî dikim ku rewşenbîrên Kurd li ser zimanê
kurdî zêde disekinin û dikin armanc. Kurdistan bi zimanê
kurdî baş e û geş e.
|