Zarok û Zimanê Dayikê
Yusuf Budak
Hemû pitikên
jinan di neh mehan
de zikê dayika
xwe de pêk tên,hêdî hêdî mezin dibin û tên
dinê. Pitik, di van neh mehan
de ji dayêka
xwe vîtamînan digirin.
Gor pisporên
zarokan, pitik di van neh mehan de li
derdora dayika
xwe û gotinên dayika
xwe guhdarî dikin.
Ez bawer dikim ku gotinên pisporan di
cî da ye. Pitik di zikê dayika xwe de gelek çekû ji dayika
xwe û derdora dayika xwe dibîhîsê û zimanê dayikê di mêjîyê
zarok de dibe binge. Dema ku zarok qazî dike jî, çekûyên ku di zikê dayika xwe de bihîstîye
ji wan feyde dike û qazî
dike. Ji bo vê sedemê ew
zimana,ji bo zarok dibe zimanê
dayikê.
Nimûne: Dema ku jinek ciwan bi zaroyan
nexweş e, pir caran zikê xwe mist dide, bi pitika
xwe şa dibe û ji pitika xwe ra weha dibêje:
”Qîza mina rindik”, anjî “Lawê minî delal! De rakeve,
da ku dayika te jî rakevî. Qîza mina rindik”, anjî “lawê minî rindik, ka pînekî li zikê dayêka
xwe de.”
Yan jî jinek bi zaroyan nexweş,
piranîya dema xwe li ber Telewîzîyonê derbaz bike û reklamên
Telewîzîyonê gudar bike. Dema ku pitikê wê jina
hati dinê û 5-6 mehên xwe tijî kir,ew
zaroka dema ku reklamên Telewîzîyonê dibîsê rûyê
xwe vedigerînî Telewîzîyonê û rûken dibe qistikan dike.
Mirov war famdike ku zarok tiştekî fam
dike. Ji ber ku zarok ew denga di zikê dayêka xwe de bihîstîye û deng di mêjîyê zarok
de bi nas e.
Dewlemend bûna çekûyên mêjîyê serê zarok jî bi dê û bavê
zarok va girêdayî ye. Bi teybetî dê û bavê zarok, gere bo zarok û gor salê zarok zêde pirtukan bixwînin. Zarok zêde
bidin qezîkirinê û bi çekûyên
ji hevdu cure bersîva zarok bidin. Ji
ber ku bir û bawarîya zarok ji dêy û bavê xwe zêde ye.
Di malbatê de dê û bav çi bêjin zarok
jî wak wan dike. Tê gotin kû
“Zarok neynika malbat e.”
Zarokên ku çekuyên mêjîyên serên wan
dewlemend in, ew zarokana bi
heval û hogirin xwe re daxwezîyên xwe bi zorê pêşte
nabin. Bi teybetî heval û hogirên xwe bi xwe didin bawar
kirin û daxwezîyên xwe bi dilsozî
bi cî tînin.
Zarokên ku çekuyên mêjîyên serên wan ne dewlemend in,
ew zarokana bi heval û hogirên
xwe re daxwezîyên xwe bi zorê, bi qîrandinê û lidanê pêşte
dibin. Gelek mirov weha dibêjin: “Zarokên xurt û bê tirs...”
Gor min va gotina ne rast e û ew zarokana
jî di navbera zarokan de nayên hezkirin.
Perwerde bûna
zarokan jî bi zimanê
dayikê va girêdayî
ye. Ango mêjîyê
serê zarok
bi çekuyên zimanê dayikê va wakû gencîna (xezne)ye. Dema ku zarok bi zimanê
dayika xwe
perwerde be gencîna
serê zarok
geş dibe. Ges bûna mêjîyê serê zarok
hemû derîyan
bo zarok vedike û di zanîngehan de di beşê baş
de
perwerde dibe.
Ji ber ku di zanîngehan
de bingebûna zimanê
dayikê û perwerdebûna zimanê dayikê zehf
girîng e.
Xuya dike ku piranîya
Kurdan ji
vê mafê zimanê
dayika xwe
dûr in. Va jî bo perwerdebûna Miletê Kurd asteng e.
Gor min mirovek
dikane ku li
zanîngehan de çar,
pênc zimanên bêyanî
hîn bibe
û daxwezîya xwe bi çend zimanên bêyanî
bîne ziman. Lê belê, mirovên
ku bi zimanê dayêka
xwe baş perwerde
bûne, ew mirovana
çiqas zimanê
bêyanî jî bizanin
disa jî
dixwezin ku
bi zimanê dayêka xwe biaxivin.
Mirov bi zimanê
dayêka xwe
bi xwe bawer e. Bi teybetî dayikan bi zimanên xwe gelên
xwe parastine.
|