PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pýrs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
 
 
 
AXAFTINA SEKRETERÊ GISTI YA PARTIYA SOSYALIST A KURDISTAN (PSK) KEMAL BURKAY DI PIROZIYA SALVEGERA 25´AN YA PARTIYÊ DA
 
Mêvanên ezîz, Xwîþk û birayên delal,  Hevalno!
Hûn hemû xêr hatine, ser çavan hatine!
Îro em li vê salonê 25 salîya avabûna Partîya Sosyalîst a Kurdistanê pîroz dikin. Ev pîrozbayî ji bo me gelek giranbuha ye. Em ji wan mêvanan ra gelek spas dikin ku zehmet kirine hatine, di þeva me da beþdar bûne û tevî þaya me bûne. Em ji wan rêxistin û kesan ra gelek spas dikin ku nûnerên xwe þandine civîna me, yan jî mesajên piþtgirîyê bi rê kirine.
25 sal him di emrê mirovekî da, him jî yê Partîyekê da ne hindik e. Mirov di 25 salan da digihîjin, dibin camêr û canik. Partîya ku 25 salan bijî, li ser pîyan bimîne, ew jî nîþan dide ku ev partî êdî gihaye, xwe ispat kirîye.
Helbet, hêjayîya mirovan jî, ya partîyan jî ne tenê emr e, ji wê zêdetir, tiþtê ku wan di emrê xwe da kirîye, ev e.
Ji mirovan dipirsin: Kar û emelê te çi ye? Ji partîyan jî dipirsin: Te heya îro çi kir?
Partî ji bo armancekî çê dibin. Partîyên Kurd, berî hertiþtî doza azadî û serbestîya welat û millet didin pêþîya xwe û bo vê armancê kar dikin.
Tiþtekî eyan e, em ne partîya pêþîn in ku li Kurdistanê çêbûn. Berî me jî gelek partî çêbûne û di zeman da hinek winda bûne, hinek jî mane.
Partîya pêþîn ku Kurdan çêkirin „Cemîyeta Teavun û Terakkî" ango, Komela Alîkarî û Pêþveçûnê ye ku di sala 1908 da li Îstembolê çêbûye. Piþtî wê jî Kurdan, di dema Osmanîyan da û piþtî wê li hemû parçeyên Kurdistanê gelek partî û rêxistin çêkirin û bi rîya van rêxistinan ji bo azadîyê kar û xebat kirin, gelek caran serî hildan û þer kirin. Lê mixabin, Kurd heya îro ne gihîþtîn armanca xwe. Kurdistan hîn jî ne azad e. Milletekî wek milletê Kurd, mezin, kevn û têkoþer, hîn ji bin destê xelkê rizgar ne bûye.
Sedemê vê yekê em dizanin. Sedemê esasî parçebûna welatê me ye di navbera hêzên mezin da. Ew hêz berê Osmanî û Îranî, ango du împaratorîyên mezin bûn, piþtî þerê Mezin ê Pêþîn jî çar dewletê mintiqê ne. Dora me girtî ye, dijmin xurt e û mixabin dost kêm in.
Di dinyayê da rewþa tu milletî wek me giran nîn e.
Em di nava zordestan da, har û hovan da mane ku heqê me nasnakin û bona vê yekê bi xwe jî ji þer û þewatê rizgar nabin. Ev zordest bi vê sîyaseta þaþ zirarê him didin me, him didin xwe.
Belê, sedemê bingehîn ev e ku Kurd di rîya azadî û serbestîyê da dereng man.
Lê rewþ giran be jî, roja azadîyê dereng bimîne jî, þer û xebata me ji bo azadîyê tucar sist ne bû. Em tucar bê hêvî ne bûn û nabin. têkoþîna milletê Kurd ji bo serbestîyê sal bi sal mezin bû, bilind bû û heya îro hat. æik tune, ev xebat û berxwedan heya roja serketinê wê nesekine.
Divê em Kurd bizanibin, ji me ra bîhneke fireh divê. Em heya îro rêyeke dirêj hatin û hîn rêyeke dirêjtir li pêþ me hebe jî, divê em biçin.
Ji rîya kar û xebatê, ji rîya berxwedanê pêve rêke din li ber me tune.
Ev meþ heya roja azadîyê wê berdewam be.
Lê helbet, di derengmana azadîya welat û milletê me da tesîra þaþî û kêmasîyên me jî hene. Yek ji wan tunebûna yekitîyê ye di navbera hêzên welatparêz da. Ya duwemîn kêmasî û þaþîyên partî û rêberan in.
Xasima, ji ber rewþa taybetî û giran, divê Kurd þaþîyên mezin nekin. Divê yekbin û sîyasetên baþ bidin pêþîya xwe.
 
Xwîþk û birayên delal,
Hevalno!
Min li ser van tiþtan bi dehan caran qise kirîye û nivîsandîye. Ji ber 25 salîya Partîya Sosyalîst a Kurdistan, dîsa min nivîsek dirêj hazir kir û tê da careke din behsa van tiþtan kir. Ew nivîs di Kovara Deng da derket, her usa jî, wek kitêbike piçûk çap bû û va ye li ber destan e. Wek heval û hogiran, nas û dost jî dikarin lê binêrin. Bona vê yekê naxwazim zêde dirêj bikim û serê we biêþînim.
Lê dîsa jî, pêwist dibînim, li ser hin esasên sîyaseta Partîya me bi kurtî bisekinim:
Yek ji van esasan ev e: Me ji roja pêþîn heya îro daxwaz û piþtgirîya pêvendîyen baþ kir di navbera hêzên welatparêz da. Em tim dijî þer û êrîþgerî derketin di navbera wan da. Me tim ji bo yekitîya hêzên welatparêz kar kir.
Kar û xebata UDG ango, Yekitîya Hêzên Welatparêz û Demokrat a sala 1980 ku di navbera me, DDKD û KÛK'ê da çêbû, xebata HEVKARÎ, TEVGER û xebata bo avakirina bereyê Kurdistana Bakûr di sala 1993 da nimûneyên baþ in.
Haval jî dost jî baþ dizanin ku, eger ev kar û xebat bi ser ne ketine, yan jî berdewam ne kirine, kêmasî ne ya me ye. Hinekan yekitî ne dixwastin û hinekan jî ne xwedî rêxistin û sîyaseteke rûniþtî bûn. Hinek îro hebûn, sibe winda dibûn. Hinekan îro tiþtek digotin, roja dinê tiþtekî din..
Partîya me tim ji bo pêvendîyên baþ, bo piþtgirî û alîkarî xebat kir di navbera hêzên çar parçeyan da. Em tu carî têkilî karê parçên dinê ne bûn. Me dijayetîya partî û rêxistinên wan parçeyan ne kir. Me berxwedana wan, doz û serketina wan wek ya xwe dît.
Bona vê yekê ye ku, di her çar parçên Kurdistanê da pêvendîyê me û hemû partîyan baþ e, dostayetîya me û wan qeyîm e, wek biratî ye.
Îro jî em li gel birayên xwe yên Kurdistana Baþûr in. Em dijî þerê birakujî ne. Em bi dil û can dixwazin ku hukumet û parlamena heremî bingehê xwe bigre, ji derdên gel ra derman bibîne, pirsgirêkan çareser bike û hukmeke federalî pêk bîne.
Em bi dil û can li gel birayên xwe yên Kurdistana Îranê ne. Em piþtgirîya daxwazên wan dikin, þa û êþa wan wek ya xwe dibînin.
Pêvendîyên me bi partî û rêxistinên Kurdên Sûrîyê ra jî li ser birayetî û hevaltî çêbûye. Em dixwazin li Sûrîyê sînorên heq û azadîyan fireh bin û Kurd jî bigihîjîn heq û azadîyên netewî.
Me bi salan ji bo kongra netewî kar û xebat kir, lê mixabin ger ev xebat bi ser ne ket, ne di rûbarî me da bû.
Yek ji sîyaseta me ya esasî jî ev e ku, hêzên demokrat û þoreþgerên Tirk ji xwe ra wek heval û dost dibînin û bi wan ra yekitî dixwazin dijî sazûmana zordest û neheq. Ger yekitîyek xurt di navbera hêzên pêþverû yên herdu gelan da hebaya, hêzên faþî rê ne didîtin bên ser hukim û destxistina demokratîyê ji bo gelê Tirk, destxistina azadîyê ji bo gelê Kurd hêsantir dibû.
 
Xwîþk û birayên delal
Hevalno!
Ji ber rewþa giran ku min gava dinê got û ji ber astengên mezin, Partîya me heya îro ne gihiþtîye armanca xwe ya pîroz. Lê PSK di van 25 salan da ji bo gel û welat kar û xebateke mezin kirîye, dijî êrîþên dijmin û xizmekar û berdestikên wî bi mêranî ber xwe daye û di saya vê kar û xebat û berxwedanê da li ser pîyan ma ye û gihîþtîye roja îro.
Ez dikarim bi serbilindî bêjim ku, kar û xebata PSK ya 25 salan, di warê sîyaset, karê rêxistinî û çalakîyan da, di warê çand û dîplomasîyê da karekî mezin e, dewlemend e, giranbuha ye.
PSK di van 25 salan da bê westan û bi dûrbînî sîyaseteke rast ji gel ra nîþan da. Bo hiþyarkirin û rêzkirina gel, bo belavkirin û xurtkirina bîr û bawerîyên netewî û sosyalîstî karekî mezin kir. Partîya Sosyalîst a Kurdistan bi sedan civîn û meþ çêkir, bi sedan çalakî nîþan da.
PSK di warê zman û çanda Kurdî da kar û xebateke mezin kir.
Partîya me di van 25 salan da bi zmanê Kurdî, Tirkî û yên beyanî bi dehan kovar û rojnamên mehane, panzdeh rojî û hefteyî derxist, bi sedan kitêb û broþur çap kir li ser sîyaset, dîrok, zman û çanda Kurd.
Partîyê ji bo nasandina pirsa Kurd di warê navnetewî da xebatake gelek mezin kir, bi xwe konferansên mezin çêkir û berpirsîyarên partîyê bi dehan konferansan da cîh girtin; gelek caran, li gelek welatan, bi serokên gelek partîyan ra, bi mesûlên hukumetan ra û bi rêxistinên navnetewî û demokratîk ra rûniþtin, raya Kurdan gotin, ji tevgera Kurd ra piþtgirî xwestin..
Heval û dostên me li der welat bi van kar û xebatan cî li sazûmana faþîst û kolonyalîst a Tirkîyê teng kirin, ew rûreþ kirin.
Me bi kar û xebata xwe ya navnetewî, her usa jî curmên hemû dewletên dagirker ên dijî Kurdan eþkere kirin û bi vî awayî piþtgirîya birayên xwe yên parçên dinê jî kir.
Ev kar û xebata dewlemend û berxwedana bê westan e ku Partîya me kirîye yek ji partîyên esasî li Kurdistanê. Ji bo wê ye ku nav û dengê partîya me di nav gel da û di warê navnetewî da heye û ev nav û dengekî baþ e.
 
Xwîþk û birayên delal,
Dixwazim piçek jî behsa þerê çekdarî bikim. Wekî ji we ra eyan e, Partîya me þerê çekdarî ne kir.
Di derheqa þerê çekdarî da me raya xwe gelek caran gotîye. Em þerê çekdarî wek gunekarî nabînin. æerê çekdarî jî, eger jê ra mecal hebe, rê û metodek e ji bo rizgarkirina welatekî. Xasima, dema li ser milletekî zulim hebe, ji bo berxwedanê rê û olaxên demokratîk girtî bin, hingê heqê wî milletî heye ku çek hilde dest û þer bike.
Bo kurdan jî þerê çekdarî wek þîrê dîya wan helal e, ji ber ku li ser wan zor û zulmeke mezin heye.
Lê, tiþtekî din jî heye. Divê ji þerê çekdarî ra mecal hebe. Ger mecal tunebe, ew þer xizmeta doz û dewaye nake, lê zirareke mezin dide.
Raya Partîya me di vî warî da, ta ji destpêkê, bi taybetî ji bo Kurdistana Bakûr, ev e ku, heya firsendeke mezin nekeve dest, divê Kurd dest nevêjine silahan û kar û xebata xwe bi rîya sîyasetê bimeþînin. Ji ber ku dora Kurdistanê bi dijminan girtîye. rîya me ne ji bejîyê ne ji deryayê bi der va tune. Dijmin xurt in û dost kêm in.
Di rewþeke hanê da, dema em dest bavêjine tifingê, dijmin dikare dor li me bigre û derbê mezin li mexe. Serda jî Tirkîye welatê NATO ye, ango hêzeke mezin wek NATO piþtgirî lê dike.
Sîyaseta me ev bû: Em Kurdan di warê sîyasî da bigihînin, yekitîya gel çêbikin, berxwedana xwe bi rê olaxên sîyasî û aþtîxwazane mezin bikin. Firsendê nedin vê sazûmana zordest û zalim ku bi rîya zorê tevgera me biþkîne. Her usa jî, em û hezên Tirk yên demokrat û sosyalîst, dest bidin hev û dijî sazûmana kevneperest û zalim bi hevra derkevin. Hingê ruxandina wê hêsantir dibe.
Bi raya me ev sîyaset rast bû. Ji bo serketina vê sîyasetê firsend jî hebû. Tevgera Kurd li Bakûr di salên 1960'î û 70'yî da bi vî awayî xurt û bilind dibû.
Lê mixabin, Dewleta Tirk hinek çepên Tirk û Kurd kiþkirin bo þerê çekdarî. Da ku tevger hîn teze ye bikaribe bitemirîne. Usa jî kir. Hêzên faþîst hoste derketin û piranîya hêzên Kurd û Tirk, yên þoreþger û welatparêz ev plan fêm ne kirin, ketin dafikê.
Di nav Kurdan da yê ku da ser rîya þerê çekdarî PKK bû. PKK çawa derket, kiryar û þaþîyên PKK di vî þerî da çi bûn, ev meseleke dûr û dirêj e. Lê em li dawîya þer binêrin, çi bû?
Dewleta Tirk þerê PKK kir mane û di van 15 salên dawî da li Kurdistana Bakûr çar hezar gund û bi dehan bajarên piçûk wêran kir, 4-5 mîlyon Kurd koçber kir. Piranîya wan ji Kurdistanê çûn. 30-40 hezar însanê me, piranîya wan xort, telef bûn. Xelk bê erd û bê mal, birçî û betal ma, þerpeze bû. Lê çi bi dest ket?.
Kurdan bedêleke mezin dan, lê tu tiþt bi dest ne xistin. Gotinên PKK, rizgarkirina welat, avakirana dewleta Kurd hemû jî pûç derketin.
Kurdan di vê rîya þaþ da bîst sal winda kirin. Ji bo dermankirina birînan jî, em nizanin wê çend sal derbaz be..
Me bi salan got ku, meriv nikare piþta xwe bide æamê û Tehranê û bi alîkarîya wan Kurdistanê rizgar bike. Li dawî evtiþt ji herkesî ra eyan bû. Çawa Sûrîye ket tengasîyê û ji Ocalan ra rê nîþan da, tu welatekî cî ne dayê, li dawîyê jî kete destê Tirkan.
 
Xwîþk û birayên delal,
Ocalan piþtî ku hat girtin, sîyaset û bernameyeke teze da pêþîya xwe û pêþîya PKK. Ocalan di mehkema Tirkan da doz û dewaya milletê Kurd ne parast, lê gor dilê dewleta Tirk qise kir.
Ocalan dibêje: "Ez wek neferekî û bi serbilindî xizmeta dewleta Tirk dikim" û gazî hevalên xwe dike ku, werin teslîm bin, dewletê xurt bikin.
Ocalan dibêje: "Serxwebûn, federalî û heya otonomî ji bo Kurdan ne hewce ye. Evana daxwazên kevneperest in." Ocalan dewleta Tirk a unîter diparêze.
Ocalan dibêje: "Serhildanên Kurdan hemû þaþ bûn, kevneperest bûn û heqê Mistefa Kemal hebû ku wan biþkîne."
Ocalan pesna Kamalîzmê dide.
Ocalan hukma netewî ya Kurdistana Baþûr ji bo dewleta Tirk wek xeter nîþan dide.
Ocalan van tiþtan wek bernama aþitî û demokratîyê bi nav dike. Lê bi rastî evana ne ray û daxwazên milletê Kurd in. Ev gotin hemû jî gor dil û daxwaza dewleta Tirk in. Eva îdeolojîya resmî ya dewleta Tirk e.
Partîya me bi salan e ku ji bo aþitî û demokratîyê kar dike. Di vî warî da para me û keda me ji herkesî zêdetir e. Lê me tu car ne gotîye ku, bo xatirê aþitîyê em dev ji heq û azadîyên xwe, dev ji doza xwe berdin, dewleta Tirk çi dixwaze wê bikin.
Bi vî þiklî ne aþitî, ne demokratî dibe.
Heqê kesî tune ku boyaxekê bikiþîne îdîeolojîya resmî ya dewleta Tirk û wê wek bernama aþitî û demokratîyê pêþkêþî Kurdan bike.
Xuya ye ev sîyaset û bernameya teze bo xilaskirina canê Ocalan e. Lê usûlê wê jî ne ev e. Em jî naxwazin Ocalan bê dardakirin, em jî bo wî azadî dixwazin. Lê bedêla canekî divê ne doz û dewaya milletekî be.
Ocalan însanek e, û nuha nebe jî çend salê din ji vê dinyayê wê koç bike biçe. Lê hebûn û doza milletê Kurd ji canê Ocalan mihîmtir e.
Millet ne bo serokan in; serok jî, partî jî bo milletan in.
Aþitî divê li ser dadîyê çêbe. Ango pirsa Kurd divê li ser esasê vekhevîyê çareser be..
Dewleta Tirk, sazûmana zalim û zordest, ji me dixwaze ku em Kurd dev ji hemû daxwazên xwe berdin. Çarçuva dewleta unîter, îdeolojîya Kemalîzmê qebûl bikin. Piþtî girtina Apo, Dewleta Tirk dixwaze PKK û hemû Kurdan bikiþîne vê quncikê.
Lê eva teslîmbûn e. Tu Kurdekî welatparêz vî tiþtî qebûl nake û divê PKK jî qebûl neke.
Heya ku Kurd negihîjin heq û azadîyên xwe, ne aþitî çêdibe, ne jî Tirkîye dibe welatekî demokrat.
Bi raya me, komareke demokrat dive komareke federal be. Yekitîyeke bi dilê herdu gelan jî bi vî þiklî çêdibe.
Xwîþk û birayên delal,
Hevalno!
Di rewþeke hanê da divê Kurd çi bikin? Sîyaseta ku em îro bidine pêþîya xwe çi ye?
Berî hertiþtî, divê Kurd ji 15-20 salên dawî dersekî baþ bistînin. Van tecrubeyan nîþan da ku silah ne hertiþt e û dema bêwaxt bi kar bê, li cîyê feyde zirare dide.
Her usa jî, divê Kurd ji ber rewþa dawî hêvîya xwe winda nekin. Qedera tevgera Kurd bi partîyekê û bi kesekî ra girêdayî nîn e. Divê kurd bê hêvî ne bin û þaþîyên teze ne kin.
Divê Kurd nah þunda giranîyê bidin kar û xebata sîyasî.
Sekinindina þer, bi yek alî be jî, tiþtekî baþ e. Divê PKK li ser gotina xwe bisekine û êdî dev ji þerê çekdarî berde. Eva berî hertiþtî bi kêrî milletê Kurd tê. Dema þer bisekine rîya sîyasetê, rîya hêzên aþitîxwaz û demokrat vedibe û ji bo dewleta Tirk jî, bibê nebê, êdî ji bo rêvabirina þer mane namîne.
Lê sekinandina þer nayê wê manê ku Kurd dev ji doz û dewaya xwe berdin. Divê Kurd berxwedana xwe ji bo azadîyê bi rê olaxên dinê bimeþînin û bi raya min, dikarin bi xurtî bimeþînin. Dewleta Tirk jî ji vê yekê ditirse.
Xwîþk û birayên delal,
Gelek kes berxwedanê, tenê wek þerê çekdarî dibînin. Evana di warê sîyasetê da nezan in, kurt difikirin.
Ev kes dibêjin, dewleta Tirk bi dilxweþî heq nade Kurdan. Rast e, tiþtê ku ji dilê karbidestên dewleta Tirk, ji dilê Demîrel, Ecewît û Kiwrikoxlî derbaz dibe, ne aþitî û demokratî ye. Ew jî, wek yên berî xwe, dixwazin tevgera Kurd vemirînin û milletê Kurd ji dinyayê rakin. Helbet eva xewn û xeyaleke pûç e.
Em vê yekê baþ dizanin û em ne xeyalperest in. Lê em dikarin bi rê olaxên sîyasî, bi kar û xebat gelê kurd rêz bikin, bikiþînin nav refên têkoþînê.
Em bi vî rengê berxwedanê, bi civîn û meþên aþtîxwazane, bi çalakîyên gelêrî, lê ne çekdarî, dikarin dewleta Tirk mecbûr bikin ku heqê me bide.
Di rewþeke hanê da em dikarin piþtgirîya hêzên demokrat ên Tirk zêdetir bistînin. Di rewþeke hanê de da em dikarin piþtgirîya hêzên demokrat û aþtîxwaz ên dinyayê zêdetir bistînin.
 
Xwîþk û birayên delal,
Hevalno!
Sazûmana zalim û zordest bi salan e ku dixwaze rê li ber partîya me bigre, me ji ortê hilîne. Dewleta Tirk li ser me bi salan ambargo danî, xwest nehêle dengê me bê bihîstin. Tevgera Kurd wek PKK û wek teror nîþan da. Heya gelek kar û çalakîyên me jî wek yê PKK nîþan da.
Lê ewqas zulim, dezge û dolav pere ne kirin. Em va ye 25 salan þunda jî li ser pîyan in. Em li vir in, li welat in, li her derê ne. Partîya Sosyalîst a Kurdistan, wek 25 sal berê, îro jî bi dil û can karê xwe dike.
Di vê navberê da gelek partî çêbûn, belavbûn çûn; lê Partîya Sosyalîst bi sîyaseta xwe, bi îstîkrara xwe, bi kar û xebata xwe li meydana têkoþînê ma.
Partîya me di sîyasetên xwe da dûrbîn bû, rêyeke rast da pêþîya xwe û ne kete þaþîyan. Di vê rê da 25 sal kar û xebateke bê westan kir.
Em, hemû endam û dostên Partîya Sosyalîst a Kurdistan ji vê yekê serbilind in.
Em ji bo serbestîya gel û welat, bo Kurdistaneke azad û demokrat kar dikin. Armanca me ya dawî jî sosyalîzm e.
Li Kurdistana Bakûr, ew welatparêzên ku her usa jî bîr û bawerîya wan bi sosyalîzmê heye, bila waxtê xwe û emrê xwe bi çêkirin û lêgerîna partîyeke sosyalîst, bi pirsên yekitîyê derbaz nekin. Partîya sosyalîst va ye heye. 25 sal e ku heye, bê westan kar û xebat dike.
Sîyaseta Partîya Sosyalîst rûniþtî ye, zelal e.
Ew kesên ku bi bername û sîyaseta me qayîl in, bila keremkin verin, refên me ji wan ra vekirî ye.
Ji endametî heya komîta navendî, heya sekriterîya giþtî, her kar û wezîfe ji wan ra vekirî ye. Bes bila ew dil bikin, kar bikin, huner û hesletên xwe nîþandin..
Wekî din jî, em dîsa hazir in bo pêvendîyen baþ û bo kar û xebateke miþtêrek ji hemû hêzên welatparêz ra.
Lê ev hevxebat, divê ne li ser xeta þaþîyên berê û ne li ser xeta teslîmbûnê be. Ev yekitî divê li ser xeteke welatparêzî be. Bi rastî jî azadîya Kurd û Kurdistanê bide pêþîya xwe.
Ger dil hebe, bo karên miþtêrek gelek rê hene.
Bi raya me, yek ji wan partîyeke legal ya fireh e li welat. Em dikarin di bin banê partîyeke demokratîk da bên ba hev, yan jî bi hevra yeke teze sazbikin. Duh me yekitîyeke han dixwast, îro jî dixwazin. Lê divê ev rêxistin bi rastî jî bi usûlên demokratîk kar bike, pirdengî be, ji kes û rêxistineke dervayî xwe emir nestîne.
Kîngê em bibînin, bi alî terefên din jî, bi rastî dil û daxwazeke han heye, çi fidakarî hewce be, emê bikin.
Yek ji wan xebatên miþtêrek jî, dikare bibe derxistina rojnameyeke rojane. Rojnameyeke usa ku kesên welatparêz ji sîyasetên cuda cuda û kesên bi serê xwe bikaribin tê da bîr û bawerîyên xwe bi serbestî binivîsin. Rojnameyeke usa ku raya giþtî ya Kurdan himbêz bike, temsîl bike.
Em hazir in bo avakirina rojnameyeke usa bi rêxistin û kesên dinê ra kar û xebat bikin.
 
Xwîþk û birayên delal,
Hevalno!
Ji bo pîrozkirina 25 salan û ji bo ewqas kar û xebata ku me di rîya gel û welat da kirîye, em bextewar in û serbilind in.
Sedemek ji serbilindîya me jî ev e ku, me tim sîyaseteke serbixwe ajot. Bo pere û alîkarî tucar ne ketin bin bandûra beyanîyan û bendê xwe ne da destê kesî. Me mafên gel û welat tim li pêþîya mafê þexsî û rêxistînî danî.
Me karê xwe bi alîkarî û fidakarîya heval û dostan bi rêva bir.
Ji hemû heval û dostan ra spas dikim ku para wan di vê kar û xebata me ya 25 salan da heye.
æehîdên Partîyê bi hurmet tînim bîra xwe.
Bijî Milletê Kurd, ev milletê têkoþer û serbilind!
Bijî Partîya Sosyalîst a Kurdistan!
Ji bo azadî, demokratî û sosyalîzmê ber bi pêþ!
PSK © 2001