PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pýrs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
 
 
 
riya azadî
(ÖZGÜRLÜK YOLU)
 
Ev kovar organa Partîya Sosyalîst a Kurdîstana Tîrkîyê (PSKT) bû (*). Bî destê Kemal Burkay û hevalên wî dîhate derxîstîn. PSKT rêxîstîneke nehînî (veþartî) bû, lê ev kovar bî eþkere derdîket; helbet lî ser navê partîyê tunebû. Jî ber ku heya sala 1980 partî deþîfre ne bûbû, ev tevgara hanê bî navê "Rîya Azadî" dîhate nasîn.
 
Hejmara pêþîn a Özgürlük Yolu (Rîya Azadî) dî hezîrana sala 1975 da derket. Xwedî Faruk Araþ berpîrsîyar jî Orhan Talun bû. idarexana kovarê lî Enqerê bû. Pîþtî hejmara 17, buroya merkezî derbazî Stembolê bû. Hîngê berpîrsîyar jî guherî. A. Kadîr Akel bû berpîrsîyarê teze.
 
Hejmara pêþî 84 rûpel bû. Hejmarên dînê jî dî navbera 80 û 100 rûpelî da bûn. Tîraja hejmara pêþî 5000 hezar bû, dî hejmarên dînê da her çû bîlînd bû, gîha 10-12 hezarî..
 
Dî hejmara pêþî da nîvîsên A. Baran, Kemal Burkay, ihsan Aksoy, Faruk Araþ Hüseyîn Sarîtaþ hebûn. Dî hejmarên dînê da nîvîsên Hüseyîn Toprak (Beysülen), Mustafa Düzgün, Mehmet Bayrak, M. Tayfun jî derketîn. Dî kovarê da hîn kesên Tîrk jî carîna nîvîsandîn: Wek Dr. Sedat Özkol. Kemal Burkay tê da bî navê C. Aladax û bî hîn navên dîn jî nîvîsandîn.
 
Rîya Azadî kovareke sosyalîst bû. Dî rûpelên xwe da hîm cî dîda pîrs û problemên xebatkaran, bîndest û jaran, hîm jî bî xurtî lî ser rewþa Kurdan dîsekînî, jî bo çareserkîrîna pîrsa Kurdî programeke þoreþger pêþkêþ dîkîr. Rîya Azadî lî ser rewþa Kurdan bî þîklekî îlmî sekînî, lêkolînên baþ çapkîrîn. Rengê cîvaka Kurd, çîn û tebeqên cîvakî, yên karker û gundîyan, yên axa û sermîyandaran bî kûrahî û zelalî nîþan da. Lî ser serhîldanên Kurdan, lî ser sebebê têkçûna wan bî fîrehî sekînî.
 
Dî Rîya Azadî da dîgel lêkolînan, dî derheqa sîyaset û bûyerên rojane da jî agahdarî û nîvîsên þîrovekîrînê hebûn.
 
Rîya Azadî dî nav Kurdan da eleqeyek mezîn dît. Kovar heya hejmara 7'an tenê bî Tîrkî bû. Dî hejmara 7'an da dest pê kîr û êdî hemû hejmarên xwe da beþek (jî pênc heya deh rûpel) jî bo Kurdî veqetand. Dî van rûpelan da cî da zman û çanda Kurdî. Nîvîskarên kevn û hemdem, berhemên wan û folklora Kurdî da nasandîn.
 
Kovar dî hejmarên pêþî da bî alî zman nerm bû, hîn tîþt bî zmanê Ezop dîhatîn nîvîsandîn. Lê pîþtî hejmarên 13-14 ku êdî pîrsa Kurd û Kurdîstanê bî þîklekî zelaltîr hat nîvîsandîn, vêcar êrîþên dewletê xurt bûn. Êdî dest dane ser hemû hejmaran. Usa ku bîryarên komkîrînê dî dest polêzan da hazîr bû.. Ne dîhîþtîn ku kovar lî tu cî bî serbestî bê frotîn. Ew bî destê rêxîstîna PSK, heval û hezkîran bî veþartî dîhate frotîn. Jî ber ku pîrs û dawe pîr bûn, hîngê Rîya Azadî mecbûr ma berpîrsîyarên xwe bîguhere. Kadîr Akel çû Mîstefa Kaya hat; pîþtî wî jî Sîrrî Feroxlu bû berpîrsîyar.
 
Hîmber ewqas zor û zulm jî dîsa Rîya Azadî ber xwe da, hat çapkîrîn û dî nav gel da hat belavkîrîn. Lê dî destpêka sala 1979 hukma leþkerî (gerandîna awarte) tevî hemû kovar û rojnamên pêþverû yên sosyalîstan û Kurdan, Rîya Azadî jî gîrt. Hejmara dawî ya Rîya Azadî dî çîleyê Pêþîn 1979 da derket. Ew hejmarê 44 bû. (Ger em hîn hejmarên ku cot derketîn nehesîbînîn, bî temamî 37 hejmar bû).
 
Bî vî awayî, kovara Rîya Azadî, heya ku bî destê hukumetê bî tevayî hate gîrtîn, bî dar û dezge derket û gîha hejmareke bîlînd. Ew bî emîr û 44 hejmarên xwe dî çapemenîya Kurdîstana Bakûr da rekorek bû. Dî dema Komara Tîrkîyê da pîþtî sala 1960 Kurdan dest pê kîrîn û derxîstîna kovar û rojnameyan (yên mehane, yan jî panzdeh rojî) cêrîbandîn. Lê emrê hemûyan jî kurt bû: sê hejmar, çar hejmar.. Yê herî dîrêj (Dîcle-Fîrat) 8 hejmar.. Derketîna Rîya Azadî bî mîddetekî ewqas dîrêj dî saya hêza rêxîstînî û berxwedaneke xurt bû.
Kovara Rîya Azadî her usa jî, lî ser zman, dîrok û edebîyata Kurd, bî zmanên Kurdî û Tîrkî gelek kîtêb weþandîn.
* * *
Pîþtî ku Rîya Azadî lî welat hat gîrtîn Partîyê hazîrîya xwe kîr û pîþtî sê salan dî Adara 1982 da lî der welat Rîya Azadî car dîn derxîst. Dîsa mehane, lê bî þîklekî teze. Vêcar tê da beþa çandî tunebû, seranser nîvîsên sîyasî, nûçe û lêkolîn bûn. Lê qîsmek bî Tîrkî, qîsmek jî bî Kurdî, carîna bî herdu zmanan bûn. Her usa jî, gelek hejmarên wê bî þîklekî pîçûk hatîn çapkîrîn, da ku bî veþartî bîgîhîje welat, lî wîr bê belavkîrîn.
 
Rîya Azadî lî der welat pîranî bî 12-16 rûpel derket. Lê rûpelên xwe jî yê berê mezîntîr bûn. Hîn hejmar jî 20-28 rûpel derketîn. Lî ser rûpelê pêþî hatîbû nîvîsandîn: "Organa Partîya Sosyalîst a Kurdîstana Tîrkîyê".
 
Dî Rîya Azadî'da, jî ber ku êdî wek organa partîyê hatîbû eþkerekîrîn, demeke dîrêj nîvîs bê nav derketîn. Pîþt ra ev usûl guherî û navên eþkere û yên dîn bî kar hatîn.
 
Rîya Azadî lî der welat, heya Hezîrana sala 1991'ê derket. Pîþtî ku lî welat cardîn karê weþanan geþ bû, hîngê weþana xwe da sekînandîn. Heya wê demê gîha 139. Pîþtî wê jî, jî bo Kongra 3'yan sê hejmarên taybetî derket û bî vî awayî gîha 142.
 
Rîya Azadî bî 6 cîldê pêþî (yê lî welat) û bî sê cîldê dawî (yê der welat) -temamî bî neh cîldê xwê- wek ansîklopedîyake hêja ye, çavkanîyeke delal e. Jî sala 1975 dest pê dîke, heya sala 1991, tê da behsa bûyerên mezîn yê welat û dînyayê heye, lî ser wan hatîye þîrovekîrîn û dîsa gelek lêkolînên îlmî, sîyasî hene lî ser pîrsên welat û dînyayê.
-
(*) Navê Partîyê sala 1992, dî Kongra 3'yan da hat guhartîn, gotîna "Tîrkîye" jê hat avêtîn; ango bû Partîya Sosyalîst a Kurdîstan (PSK).
PSK © 2001