PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pýrs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
 
 
 
ROJA WELAT
 
Wek rojnameyeke panzdeh rojî, li Enqerê hat weþandin. Him nav bi kurdî bû, him jî nîv-nîvê Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêþî di Ýlona sala 1977 da derket. Xwedî Mistefa Aydin, berpirsîyarê pêþî jî Sidiq Bozarslan bû.
 
Roja Welat jî wek Rîya Azadî, bi destê kadroyên Partîya Sosyalîst a Kurdistana Tirkîyê (PSKT) dihate derxistin. Ew jî wek Rîya Azadî bi alîyê Kemal Burkay dihate îdarekirin.
 
Dema ku Xwedî û berpirsîyar çûn ba hukumetê, serî lêxistin (muracaat kirin), gotin, em dixwazin rojnameyeke hanê derxînin, polêz gelek qehirî, ew avêtine nezaretê û ji wan ra gotin:
 
"Emê serê we jêkin! Hûn nikarin rojnameyeke Kurdî darxînin. Bi kîjan zmanî dibe bila bibe, lê bi Kurdî nabe!.."
Piþtî ku xwedî berdan, ew çû ba notêr û bi rîya notêr agahdarî þande valîyê Enqerê.. Walî dîsa jî, nameyek ji xwedî ra þand, di namê da dihate gotin ku, "zmanê resmî Tirkî ye û hûn nikarin bi Kurdî rojnamê derînin."
Lê gor qanûnê, zmanê resmî Tirkî be jî, herkesekî dikaribû bi kîjan zmanî bixwaze weþanekê derxe. Ji ber ku ew ne karê resmî bû.
 
Bi vî awayî Burkay û hevalên xwe guh nedan polêz û walî û hazirîya derxistina rojnamê kirin. Lê ku hejmara pêþî bo çapê hazir bû, xwedîyê çapxanê ku bo çapê soz dabû, poþman bû.. Vêcar çapxaneyeke din hate dîtin û rojname derket. Bi derketina rojnamê teþqeleke mezin çêbû. Gelek kesan, heya kesên rojnamevan û parlamenter kirine qîrîn, gotin: "Çawa dibe li vî welatî weþaneke Kurdî dertê; welat wê parçe be!"
 
Polêz jî di ser rojnamê da girt. Li kîderê gihîþtîyê dest danî ser. Berpisîyar û xwedî girtin. Mehkeme çêbû. Di mehkemê da xwedî û berpirsîyarê rojnamê gotin: "Bi Kurdî weþan derxistin heqê me ye û emê bikin!"
 
Berê Xwedî hat berdan. Berpirsîyar hat guhartin û demek þunda hejmara duwemîn derket. Hevalan baþ berxwe dan. Bajar û bajar gerîn ku çapxane bibînin û çapkin. Bi vî awayî þerê wan û polêz bû. Hevalên PSKT, da ku rojname nekeve destê polêz, ji çapxanê bi lez û bez direvandin, dibirin, digihandin Kurdistanê û bajarên dinê. Tu kitêbxane û dikan cesaret ne dikir ku rojnamê dayne camekanê xwe. Belavkirin dîsa bi destê xortên partîyê û hezkirên rojnamê bû. Wan rojname dibirin bi lez li qehwe û malan belav dikirin, difirotin.
Berxwedaneke mezin bû. Berpirsîyarê rojnamê bi dû hev guherîn. Sidiq sal û nîvek ceza xwar. Piþtî wî Fîkret Akay hat; ew çû, Mahmut Çeþme hat. Gelek kes ji ber belavkirina, heya xwendina rojnamê hatin girtin, ceza xwarin.
 
Çapemenîya Tirk himber vê zordestîyê bêdeng bû, heya memnûn bû! Lê hin sosyalîst û demokratên Tirk jî dijî vê zordestîyê derketin. Xasima komela miellîman TOB-DER, ku miellîmên Kurd (hevalên PSKT) jî di komîta giþtî û rêvebir da pardar bûn, bi xurtî piþtgirîya Roja Welat kir.
 
Ji ber vê zordestîya giran, perîyodên Roja Welat dirêj bûn, ew nekarî tim di waxta xwe da, ango di panzdeh rojî da carê derkeve. Di nava du salan da 12 hejmar derket. Li dawîyê ew jî, wek Rîya Azadî di destpêka sala 1979 da bi destê hukma leþkerî hat girtin.
 
Lê Roja Welat, bi van 12 hejmarên xwe jî dengekî mezin derxist û roleke mezin lîst. Hejmara pêþîn 20 hezar bû. Hejmarên dinê 30 hezar derketin; heya yek-du hejmar jî 40 hezar. Eva tîrajeke bilind bû heya ji bo rojnamên Tirkan. Xasima di bin wê zordestîya giran da.
 
Roja Welat bi resim bû. Tê da, tevî nûçeyan, nivîsên sîyasî, beþa çandî jî hebû. Ji alîyê propagande û ajîtasyonê gelek xurt bû. Zmanê xwe, him Tirkî, him jî Kurdî sivik bû, zelal bû; herkesekî dikaribû jê fêm bike. Tevî hevalbendên Partîya Sosyalîst, kesên welatparêz û serbixwe jî ji Roja Welat ra xwedî derketin.
 
Di van salan da him Rîya Azadî, him jî Roja Welat di Kurdistana Bakûr da ji bo hiþyarkirina gel, ji bo xurtkirina bîr û bawerîyên sosyalîstî û welatparêzî, ji bo nasandin û pêþvebirina zman û çanda Kurdî roleke mezin lîstin. Gelek kesan bi rîya wan bi dewlemendîya çanda gelê xwe hiþyar bûn, nivîskarên berê û yên hemçax naskirin. Gelek kesan bi rîya van herdu weþanan xwendin û nivîsandina Kurdî hînbûn. Hin xortan Kurdî ji Rîya Azadî û Roja Welat hînbûn û her usa jî cara pêþîn di rûpelên wan da nivîsandin..
 
Ev herdu weþanên Partîya Sosyalîst, her usa jî, di derheqa nakokîyên nav partî û rêxistinên Kurdan da helwestekî baþ girtin, dijî þerê birakujî derketin û yekitîya hêzên welatparêz xwestin.
PSK © 2001