Dezgeyê 12
İlonê Divê Nemîne
Tiştê
ku ji Tirkîyê ra Divê Aşitî û Demokratî ye
Ji derba eskerî ya 12 İlonê
vir da 20 sal derbaz bû. Lê ew birînên kûr ku hukma eskerî
di warê sîyasî û civakî da vekirin hîn jî xweş ne bûne.
Sazûmana faşîst ku piştî 12 İlonê ava bû îro
jî berdewam e.
Generalên ku di 12 İlonê da
dest danîne ser hukim, gotin: “Amanca me sekinandina terorê
ye. Usa nebe, welat û millet wê parçe be..” Lê ev gotin vir
û derew bû. Ji ber ku, teror berhemê wan û piştgirên
wan bû.
Dezgeyên
xirab wek CÎA, MİT û Kontrgerîlla, teror kirin mane û
xwestin bi vî awayî pêşî li tevgera gelî bigrin ku berî
12 İlonê geş û xurt dibû. Wan xwestin berxwedana
gelên Kurd û Tirk ji bo azadî û demokratîyê vemirînin. Lê
di pişt bûyerên terorê da ew bi xwe hebûn.
Destê wan him di nava rêxistinên rast him jî di yên çep da
bû û wan bi rîya ajan provakatoran teror germ kirin, wek bûyerên
Meraşê qetlîamên mezin bi darxistin û bi vî awayî meydan
ji bo Cunta eskerî hazir kirin.
Cuntaya
12 İlonê, bi derewa li ser
terorê û bi demagojîya di derheqa xilaskirina welat û millet,
tevgera xebatkar û xortan, tevgera çep û tevgera netewî ya
Kurd, ango hêzên demokratîk bi eza û cefa, bi zindan û qetlîam
belawela kir û xwest welat ji bo împeryalîyê û sermîyana hundir
bike baxçê gulan. Sazûmaneke
faşî çêkir û dezgeyên wê yek bi yek avakir.
Vê sazûmana faşî xirabîya
herî mezin bi gelê Kurd kir, şerekî qirêj derxist dijî
gelê me yê azadîxwaz. Ji ber vî şerî Kurdistan ser û
bin bû, bi hezaran gund û bi dehan bajar hatin hilweşandin
û şewitandin, çar mîlyon Kurd ji warê bav û kalan derketin,
koçber bûn, bi dehhezaran kurd hatin kuştin, yan jî birîndar
û seqet bûn.
Di rûbarî vî şerî da zirara
gelê Tirk jî ne kêm e. Şer him bû sedemê mirina bi hezaran
xortên Tirk, him jî heyîyên welat di rîya vî şerê bê
mane da telef bûn. Gor gotinên fermî Tirkîyê ji bo vî şerî
100 mîlyar dolar serf kirîye. Lê dema meriv xirabbûna aborîya
Kurdistanê, zirarên tûrîzma Tirkîyê û zirarên dinê jî ku di
rûbarî şer da çêbûn bide ber çavan, temamîya zirara Tirkîyê,
gor hin pisporan 400 mîlyar
dolar e.
Gelo, eva ne dînîtîyeke mezin e,
ji bo dewlet û hukumetekê ku destê xwe ji bo mîlyar dolarekî
li ber ÎMF vedike, lê heyîyên ewqas mezin jî davêje avê.
Ev şerê hanê welat di nav
xwîn û şewatê da hişt, dezgeyê aborî ser û bin kir
û civak nexweş xist. Di rûbarî şer da demokratî
ji berê jî jar û sisttir bû; leşkerperestî, nijadperestî
û şovinî gelek xurt bû û Tirkîyê ji dinyaya medenî zêdetir
dûrket.
Di van bîst salên borî da, piştî
ketina dîwarê Berlînê û piştî şerê sar, li dinyayê
gelek sazûmanên faşî û zordest hilweşîn çûn, ji
ber ku êdî hewcedarîya hêzên mezin bi wan nema. Li Arjantîn
û Şîlîyê dezge guharî. Pînoşe rezîl û kepaze bû;
nuha him li der him li hundir welat pirsa kirinên wî yên kirêt
tê kirin. Lê Pînoşeyê me
îro jî li Marmarisê kêfê dike. Dîsa qîmeta wî tê girtin û
gelek caran wek “Serokkomarê Heftan” xwe li vir û wê nîşan
dide.
Ango sazûmana 12 İlonê piştî
20 salan û piştî ewqas hilbijartin û hatin çûna çend
hukumetan jî dîsa berdewam e. Ew dezgeyên ku bi destê vê sazûmana
faşî hatin avakirin, wek Qanûna Esasî -ku wek kirasekî
dînan e li pişt civakê- bi MGK, bi DGM, bi YOK, bi RTUK
û sazîyên dinê hemû li cîyên xwe ne, tiştek bi wan ne
hatî ye û îro jî wek Seddê Çînê ne li pêş demokratî û
guhartinê.
İro li ser hukum cuntayeke
leşkerî xuya nake, lê bi rastî leşker hemû daxwazên
xwe bi rîya MGK dide kirin. Hukumet jî, parlamen jî ew çi
bêjin dike. Sîyaseta welat ya hundur û der bi destê leşkeran
tê rastkirin.
Li vî welatî hîn azadîya bîr û
bawerî tune û eza û cefa bi xurtî berdewam e.
Li vî welatî parêzgerên heqên mirovî,
aşitîxwaz, zana, nivîskar û rojnamevan, dîsa wek berê,
lingekî wan li zindanan e. Di zindanan da bi hezaran kesên
sîyasî hene.
İro jî astengê herî mezin
li pêş aşitî û demokratîyê dîsa ev dezgeyê 12 îlonê
û ew sîyaseta kevn e ku ji gel û welat ra rê rast dike. Ev
sîyaset îro jî daxwazên milletê Kurd yên meşrû û heq
qebûl nake. İro jî heyîyên welat ji bo şer û silahan
serf dike. Berpirsîyarê feqîrî, birçitî, betalî û hemû êş
û derdên dinê ev sîyaset
û ev aqlîyet e.
Ger Tirkîye dixwaze ji vê neqeba
teng xilas be, divê dezgeyê 12 İlonê nemîne. Hêfa xelkê
Kurdistanê û Tirkîyê ku piştî 20 salan jî hîn ev sazûmana
xirab li ser pîyan e.
Ji bo Tirkîyê jî guhartin, himçaxî,
serketina şerê bajarvanîyê bi avakirina sazûmaneke aşitîxwaz
û demokrat divê.
Pirsa Tirkîyê ya herî mezin, şik
tune ku pirsa Kurd e. Ji bo çareserkirina vê pirsê, divê heqên
gelê Kurd bên naskirin, çareserîyeke sîyasî û çandî pêk bê
li ser bingehê vekhevîyê. Şiklê vê jî
federasyon e. Amerîka, Kanada û gelek welatên Ewrûpa federal
in. Li welatekî pir netew û pir hûrgel, ger ew dixwazin bi
hevra bijîn, wekî din pirsa netewî çareser nabe.
Divê berî hertiştî rewşa
taybetî li Kurdistanê bê rakirin, sazîya qoricî û tîmên taybetî
bên belavkirin, Kurdên nefîbûyî bikaribin bi serbestî vegerin
ser axa xwe û birînên wan bên dermankirin.
Divê efeke giştî derkeve ku
girtîyên sîyasî jî bikaribin jê îstîfade bikin.
Divê Qanûna Esasî ya 12 İlonê,
ango ev kirasê dînan nemîne û li cîyê
wê yeke azadînas û demokratîk bê çêkirin.
Divê ew astengên ku li pêş
zman û çanda Kurd di Qanûna Esasî û qanûnên dinê da cî digrin
bên rakirin û mektebên bi zmanê Kurdî vebin, radyo û têlevîzyonên
bi zmanê Kurdî dest bi weşanê bikin; partîya me jî di
nav da, partîyên Kurd bikaribin di warê legal da bi nav û
bernameya xwe bi serbestî kar bikin.
Ew MGK ya ku li ser hukumet û parlamenê
ye û welat bi usûl û aqlîyeta zeftîye, bi darê zorê îdare
dike, divê nemîne.
Ew dezgeyên faşî yên dinê
ku berhemên 12 İlonê ne, wek DGM, YOK, RTUK divê nemînin.
Bi kurtahî, dezgeya 12 İlonê
divê nemîne!
Tirkîye û Kurdistan hewcedarî aşitîyê
û sazûmaneke himçax û demokrat e.
Divê bona vê yekê em Kurd û Tirk,
hemû xebatkar, ronakbîr û hemû kesên ku ji welatê xwe hez
dikin dest bidin hev. Hingê em dikarin bi serkevin.
Azadî bo herkesî, demokratî bo
herkesî!
Partîya Sosyalîst
a Kurdistan (PSK)
12 İlon, 2000
|