PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
1 Gulan pîroz be!

Karker û xebatkarên dinyayê di sala 2001 da, îro, dîsa Yekê Gulanê pîroz dikin. Wek roja yekitîyê û berxwedanê.

Ev cejn di sedsala 19 da destpêkir û va ye di sedsala 21’an da jî berdewam e. İro jî karker û xebatkar di vê rojê da careke din mil didin hev û dengê xwe bilind dikin. Ji bo xwe û bo hemû mirovan heq û azadî, aşitî dixwazin. Dinyayek delal, bê zulm û zêrandin dixwazin.

Li welat, li Kurdîstanê û Tirkîyê jî karker û xebatkar îro dîsa derdikevin kûçe û kolanan, bi marş û stranan, bi sloganan dimeşin.

Di salên çûyî da sazûmana Tirk a hov û zordest, wekî Newrozê, Yekê Gulanê jî qedexe kiribû. Wê di cejna xebatkaran da jî gelek xwîn rijand, zulm û neheqî kir. Lê îro êdî nikare wek berê bike. Neçar maye, çavê xwe lê digre. Dîsa jî, li hin bajarên Kurdistanê, wek Dîyarbekrê, dîsa pîrozkirina Yekê Gulanê qedexe ye. Li bajarên dinê jî dîsa bi hezaran polêz û esker wê dora kûçe û kolanan bigrin û tamê tê da nehêlin.

Li vî welatî cejna Kurdan û ya xebatkaran dîsa wek şer û pevçûnekê derbaz dibe. Sazûmana kevneperest jê didirse.

İsal ji bo karker û xebatkarên Tirkîyê saleke zor û çetin e. Di destpêka salê da, di nav sê mehan da du krîzên mezin çêbûn, perê Tirkîyê qîmeta xwe nîv-nîvê winda kir, xelk zêdetir feqîr ket. Berî hemûyan jî karker, memûr û xebatkarên dinê..

Ev bernameya aborî ya teze, ya Derwîş jî gor mafê sermîyandaran e, ne gor feqîr û fuqareyan. Barê teze jî dide ser milê xebatkaran.

Divê karker û xebatkar bi vê yekê hişyar bin û careke din neyên xapandin.

Mafê xebatkaran di guhartinê da ye. Divê ev sazûmana rizîyayî, eva mîlîtarîst û zordest biguhure, sazûmaneke demokratîk ava be. Divê pirsa Kurd bi rîya aşitîyê çareser be. Divê pirsên heyî bi cîranan ra bi rê olaxên aşitîxwaz çareser be. Divê hatine gel neçe şer û sîlehan, nebe qumbele û fîşeng; bila bibe kar, nan, dibistan û derman…

Her usa jî, ev çend meh in ku di zindanan da li ser girtîyan zulmeke giran heye, teda û kuştin heye. Girtî bo heq û azadîyên xwe di rojîya mirinê da ne. Heya nuha pêncî zêdedir kes (bîstê wan di rojîya mirinê da) jîyana xwe winda kirin. Lê hukumeta bê vîcdan qet nalive, heqê girtîyan nasnake.

Divê rojkî berê heqê girtîyan bê naskirin, zulma li ser wan bê rakirin.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan, cejna hemû xebatkaran pîroz dikin.

Bijî 1 Gulan!

Bijî yekitî û berxwedana karker û hemû xebatkaran!

Azadî û aşitî ji bo welat û ji bo dinyayê!

1 Gulan 2001

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2001