1 Gulan pîroz be!
Çawa li hemû dinyayê, usa jî li Kurdistan û
Tirkîyê, karker û xebatkar careke din 1’ê Gulanê pîroz dikin.
Li hemû welatên medenî û li çarkoşeyê
dinyayê 1 Gulan roja tatîlê ye. Lê mixabin li Tirkîyê hîn
jî ne tatîl e. Di salên berê da ji bo pîrozkirina wê îzna
dewletê jî tunebû. Dewleta Tirk hercar, bi êrîşgerîyeke
har û hovî cejna xebatkaran di nav xwînê da dihişt. Nuha
rewş piçek guharîye. Lê dîsa jî Li Kurdistanê îzna pîrozkirina
1’ê Gulanê nadin. Ango li welatê me karker û xebatkar nikarin
bi serbestî dakevin kûçe û kolanan. Li cîyê dinê jî dîsa esker
û polêz dora xelkê digre û gelek caran wan diêşîne.
Ev sala dawî ji bo xebatkarên Kurdistan û Tirkîyê saleke
gelek çetin bû. Barê krîza aborî dîsa li ser pişta wan
bû. 1,5 mîlyon kesî karê xwe windakir, tevî karwana birçî
û betalan bû. Yên ku karê wan heye jî jîyan ji bo wan ne hêsan
e. Gelek kes nikare zikê xwe têr bike, zarokên xwe bide xwendin,
di nexweşîyê da perê toxtor û dermanan bide. Nan wekî
di devê şêr da ye..
Tevî vê jî, sala çûyî dênê Tirkîyê 30 mîlyar
dolar zêde bû û giha 200’î.. Ew pereyê ku hat girtin jî, berî
hertiştî ji wan bankan ra çû, ku bi dizî û talan hatibûn
valakirin. Her usa jî bi çek û silahan ra, tank û topan ra
çû. Mîlîtarîzm her diçe xurt dibe.
Sala çûyî jî hukumeta Tirk di warê demokrasî
û mafên mirovî da dîsa xelk xapand. Tiştê ku lazim bû
ji bo endametîya Yekitîya Ewrûpa, bi cî ne anî. Tiştê
ku di warê demokratîyê da hat kirin hemû hîle û dubare bû.
Gelek qanûn hatin guhartin, lê ji bo heq û azadîyên bingehîn
tiştek ne guharî. Heya rewş ji berê xirabtir bû.
Ceza dardakarinê ranebû, serda jî ket Qanûna
Esasî. Qanûna çapemenîyê va ye ji berê girantir dibe. Kurdê
ku xwendina zmanê dayîk dixwazin, zulm û teda dibînin, tên
girtin, wekî endamên rêxistinên terorîst.. dewlata Tirk va
ye careke din navên Kurdî qedexe dike û hewl dide ku yên heyî
biguhure. Şofêre ku di mînîbûsa xwe da kilamên Kurdî
dida bihîstin, sê sal û nîv ceza xwar…
Girtîyên sîyasî, yên ku ji bo afîş û sloganekî,
bo nivîsekî hatine girtin û cezakirin, di mapisxaneyên “tîpa
F” da, bi zulm û teda, di hucreyan da li ber mirinê ne. Lê
curmkar û qetilkarên faşîst, wek Qircî û Axca, diz û
haydûtên mafyayê yên bi nav û deng va ye serbest dihêlin.
Sazûmana Tirk di har û hovî û barbarîya xwe
da roj bi roj pêşva diçe.
Bûyerên 11 İlonê ku li Amêrîka çêbûn,
bûn sebebê pêleke teze ya kevneperestî û êrîşgerîyê di
tevayîya dinyayê da. Dewleta Tirk jî vê yekê ji xwe ra wek
firsend dît..
Xebatkarên Kurd û Tirk,
Hemû mirovên rewşenbîr, demokrat, xwedî
şeref û namûs,
Çare çi ye ji bo xilasîya ji van derd û êşan,
ji bo nan û azadî? Çare ev e ku em dest bidin hev, bixebitin.
Ger ewqas xirabî û zulm berdewam e, her usa jî di rûbarî me
xebatkar, feqîr û bindestan da ye ku em bela wela ne, ne xweş
rêzbûyî ne û tiştê ku dikeve ser milê me bi xurtî nakin.
Em ji hukumet û partîyên vê sazîya zalim û
kevnare çi hêvî dikin? Guhartin tenê bi destê me, bi destê
piranîya xebatkar û feqîrên welat dibe, ji ber ku di guhartinê
da kara me heye.
Dest bidin hev ji bo azadî û nan!
Dest bidin hev, ji bo dahatûyekete baş,
jîyaneke delal!
Bijî 1 Gulan!
Bijî yekitî û piştgirîya karker û xebatkaran!
Rê nedin bêzarî û teslîmbûnê!
Bijî tevgera azadî û sosyalîzmê!
Partîya Sosyalîst a Kurdistan |