PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
1 Gulan Pîroz be!

Karker û xebatkarên Kurdistanê û hemû dinyayê,

Hemû mirovên demokrat, heqnas û aşitîxwaz!

Roja cejna xebatkaran va ye dîsa hat. Dilê me di vê rojê da him şa ye him xemgîn e.

Dilê me şa ye, ji ber ku ev cejna me ye. Rojek e ji borî, ji ev dem û ji dahatûya me. Em careke din destê xwe didin hev, bo heq û azadîyên xwe, jî bo dinyayeke bê zulm û zêrandin, dinyayeke azad û aram, ango ji bo dinyayeke delal hêvî û daxwazên xwe teze dikin.

Her usa jî xemgîn in, ji ber ku dinya hîn warê gelek neheqî û xirabîyan e, zulm û zêrandin, şer û pevçûn berdewam e. Beşekî dinyayê têr e, beşek birçî ye. Beşekî piçûk di nav dewlemendîyeke bê sînor da dijî, lê bi mîlyaran mirov birçî ne, bê mal in, bê mekteb û bê derman in.

Welat hene gihane bajarvanîya 2000’î, welat hene hîn di dema navçe da dijîn.

Di dinyaya me da bi sedmîlyaran ji hatina mirovan diçe çek û sîlehan, ji bo şer û kuştinan serf dibe.

Milletê me Kurd yek ji wan xelkan e ku hîn jî di bin zulm û zêrandineke bê sînor da ye. Zalimên ku welatê me dagir kirine her texlît xirabîyê li me rewa dibînin, rê nadin ku em li ser erda xwe azad bijîn, heya rê nadin ku em bi serbestî kilamê xwe bêjin. Para me zindan e, eza û cefa ye, kuştin û koçberî ye û mixabin dinya li himber vê har û hoviyê bêdeng e..

Rêxistina Milletên Yekbûyî heya îro pirsa 40 mîlyon Kurd û Kurdistanê, ango pirsa vî millet û welatê mezin ne girte rojeva xwe. Yekitîya Ewrûpa jî ji bo pirsa Kurd bernameyeke rêk û pêk li pêş Tÿrkîyê danayne.

Dîsa jî em ji dahûtûyê hêvîdar in. Dawîya tu sazî û dezgeyekî neheq û zalim tune, çiqas xurt be jî roj bê wê biruxe. Dawîya Fîrewnan, yê Romê, yê Osmanî, yê Çarîya Rûsîya û yê împaratorîyên kolonyalist yên sedsalên dawi ew bû. Îro jî dawîya Saddam nîşaneke usa baş e.

Em bawer in, zû an dereng dahatûya mirovetîyê jî sazîyeke adil e, jîyaneke bê zulm û zêrandin e. Ango dahatûya dinyayê wê delal be, gor dilê xebatkaran û bindestan be.

Bijî kar û xebata ji bo dinyayeke azad, aşitîxxwaz û delal!

Bijî Yek Gulan!

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 

 
PSK Bulten © 2003