PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Guman Têda Nîne, Ku Xebata Karkeran Wê Serkeve

Îro Roja Yekitî, Hevkarî û Xebata Zahmetkêşên Dinyayê 1’ê Gulan e.

Gelî karker û zahmetkêşan,

Xebata karker û zehmetkêşan dijî kedxwarî berdewam e û heya pêkanîna komeleka yeksanî û bê çîn û tebeqayî, wê her berdewam be.

Têkçûn û belavbûna sîstema sosyalîstî nayê wê manê, ku sîstema sermîyandarî sîstemeka baş e û wê her hebe. Rûdavên, ku îro li ser rûye dînyayê çêdibin, nişan didin, ku sîstema kapîtalizmê ne tenê nikare pirs û pirsgirêkên civakî çareser bike, her usa wan girantir û tevlihevtir dike. Pirtir bûna ne wekhevî û bêdadîya civakî û belavbûna nexweşîyan li welatên şundamayî, nîşana vê rastîyê ye.   

Îro li dinyayê, teror herku diçe zêde dibe. Dengê tank û topan li ser gelek welatan da girtiye û hêjmara zorakan yên, ku ji birçîbûnê û nexweşîyê dimrin, roj bi roj pirtir dibe. Ku sedemeke serekî ya vê yekê, çavbirçibûna sermîyandaran e. Ji ber ku di sîstema sermîyandarî da, çavkanîyên welatan, ne bona baştir kirina jiyana xelqê, bona çêkirin, an jî kirîna çek û taqemenî têne bi kar anîn.

Îro navbera welatên pêşdaçûyî û paşvemayî da ferqeke gelek mezin heye. Hinek kes gelek dewlemend in, jîyana wan xweş e. Lê belê hinek kes jî feqîr û belangaz in, birçî û tazî ne. Sedema vê yekê jî sîstema sermîyandarî ye. Ji ber ku kapîtalîzm nikare dadî û wekhevîya civakî cî be ci bike.

Di sîstema kapîtalîzmê da, teda, zilm û zordarîya sermîyandaran û dewletên wan, li ser yên ku dijî kedxwarî derdikevin, dadî, wekhevî û jîyaneka bi rûmet dixwazin, kêm nabe. Kapîtalîstan bona parastina berjewendîyên xwe, bê yek û du, demokrasî û mafê mirovan pêpez dikin.

Karkerno, zehmetkêşno,

Ev yekana careke din nişan didin, ku duwerojê mirovan, ne sermîyandarî ye. Sermîyandarî bixwaze jî nikare bibe paşeroja beşerîyetê. Sosyalîzm duweroja mirovatî ye, rizgarîya mirovtî ji hemû cure bend û qeyd, bi sosyalîzmê dibe. Ew sosyalîzma, ku têda teda û zordarî nîne, têda kedxwarî û zilm tune ye û demokrasî geş dibe, gul vedide.

Wekî her 1’ê Gulanê, îsal jî karker û zehmetkêşên cihanê, bona parastina maf û azadîyên xwe, ji bo parastina siruşt û jîngehê derkevin meydanê.

Karker û zahmetkêş vê carê jî wê derkevine meydanê û sonda xwe dubare bikin, ku heya serketinê, dijî kedxwarî, zilm û zordarîyê kar û xebat bikin. Karker û zehmetkêşên dinyayê vê carê jî îlan bikin, bawerîya wan bi sosyalîzmê heye, pêkhatina civaka sosyalîzmê bivê nevê ye, hukmê dîrokê ye.

Gelî welatparêzan,
Gelî karker û zehmetkêşan,

Zehmetkêşên Kurdistanê beşek ji zehmetkêşên cihanê ne û wan jî wekî birayên xwe, di 1’ê Gulanê da wê derkevin meydanê û mafên xwe yên netewî û demokratîk bixwazin.

Dilê zehmetkêşên Kurdistanê bi deskevtîyên Kurdistana Başûr şad e û wan bi vê dilşayîyê têne meydana 1’ê Gulanê. Daku careke din nîşan bidin, ku derbareyê parastina deskevtîyên Kurdistana Başûr pêgir in.

Di vê 1’ê Gulanê da, zehmetkêş û karkerên Kurdistanê sonda xwe dubare bikin, ku bona welatekî azad û gelekî bextewar, heya serketinê kar û xebat bikin.

Bijî 1’ê Gulan.

1’ê Gulana sala 2004

Partîya Sosyalîsta Kurdistan

 
 
PSK Bulten © 2004