PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Bijî 1 Gulan

Ji bona azadî û demokrasî, ji bona wekhevî û jiyaneka bextewar derkevîne kuçe û kolanan
Bijî Azadî!
Bijî Yek Gulan!

Karker û zahmetkeşên Kurdistanê,

Pêvajoyeka girîng û dîrokî bi ser dînyayê me da girtiye.

Dinya wekî belgên payîzê ketiye ber bayên guhartinê, serobinê dibe; digore.

Diktatorên Rojhilata Navîn û Cihana Ereb jî nikarin li ber serhildana gelên wan welatan xwe bigrin; yeko yeko hildiweşin.

Xebata gelê me ya dehan salan jî ber dide.

Li Başur, meşa Herêma Kurdistanê ber bi azadî û demokrasiyê berdewam e.

Di perçeyên din da jî, xebata gelê me ji bona azadî û wekhêviyê roj bi roj bi hêztir dibe.

Li hember vê yekê, dewletên dagirkerên Kurdistan wek Îran, Turkiyê û Surî, ji bona parastina rejîmên xwe yên dij mirovî, berxwe didin.

Dewletên dagirkerên Kurdistanê dixwazin bi tund û tijiyê, bi tank û topan pêşiya xebata azadî û demokrasiya gelê Kurd bigrin.

Lê belê hewl û kar û kiryarên wan bedilhewa ye.

Ew nikarine û nikarin peşiya xebata gelê me ya rewa bigrin.

Xebata gelê Kurd li seranserî Kurdistanê, zext li rejîmên dagirker dike, ku xwe bigorin.

Berxwedana gelê me li Kurdistana Bakurê, nehiştiye, ku siyaseta fermî ya dewleta Tirk, ku li ser înkar û asîmîle kirina gelên vê welatê hatiye ava kirin, biserkeve.

Xebat û berxewdana gelê Kurd li Bakurê, nişan daye ku beşekî bi hez a proseya guhartin û demokrasiya Tirkiyê ye.

Dewleta Tirk, ku paş Peymana Lozanê li ser siyaseta înkar uu asîmîle hatiye damezrandin, mecbur e bigore.

Ji ber ku ku siyaseta hanê ya ne mirovî bi serneket.

Türkiyê divê li bayê demokrasiyê û parsenga nû ya  navnetewî hev were.

Di wî warî da amade kirina destureka nu û hevdemî pewîst e.

Paş hilbijartinê pêvajoyeka nû wê destpê bike û amade kirina destureka bi vî rengî wê bibe xaleka serekî ya rojeva siyasiya Tirkiyê.

Ji bona, ku pêvajoya hanê, ku bi kemîn û dafikan ve tijê ye, bona bi destxistina mafên xwe yên netewî û demokratîk bi kar bînin, divê destê xwe bidine gelên Tirkiyê û bi hevra xebat bikin, piştgiriya hêzên pêşverû û demokratên navnetewî bikşînin aliyê xwe.

Gelê Kurdistanê,

Di pêvajoya hanê ya dîrokî da, divê beramber dafik û kemînên rejîmê dagirker hişyar bin.

Ew dixwazin maf û azadiyên me bêxine çarçeweyeka teng wekî maf û azadiyên taqakesî.

Lê belê em û hemî dinya dizane, ku pirsa Kurd pirseka netewî ye çareseriya wê jî divê bi gor naveroka wê be.

Ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka aşitixwaz û demokratîk, divê hemu hêzên welatparêz destê xwe bidine hev, daxwaz û helwesta xwe bikine yek.

Divê ji bîra me neçe, ku azadiya me wê bi destê me ve dibe.

Bijî Azadî!

Bijî Yek Gulan!

30 Avrîl 2011

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2010