PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

PDK 57 Salîya Xwe Pîroz Kir
Axaftina Burkay di Civîna PDK da

Partî Demokratî Kurdistan-Iraq, 57 salîya damezirandina xwe pîroz kir. Bona vê yekê li welat û li der welat civîn û þahî têne çêkirin. Yek ji wan di 16ê Tebaxê da li Swêdê, li Bajarê Stokholmê bû. Qasi 300 Kurd di civînê da amade bûn. Nûnerên gelek partî û rêxistinên Kurd ji çar parçên Kurdistanê û yên Ereb ji Iraqê di civînê da amade bûn û qisekirin, yan jî mesajên wan hatin xwendin.

Sekreterê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, Kemal Bûrkay jî di civînê da qise kir. Axaftina Bûrkay li jêrê ye:

Berpirsîyar û hevalên delal ên Partî Demokratî Kurdistan!

Guhdarên ezîz!

Partî Demokratî Kurdistan-Iraq 57 salîya damezirandina xwe pîroz dike û em jî îro tevî wan bi dil û can vê roja delal pîroz dikin.

57 sal emrekî dirêj e. Lê ev emr her usa jî bi kar û xebateke mezin, bi berxwedaneke dûr û dirêj xemilandîye. Rêyeke çetin e, berjêr û berjor e û îro jî berdewam e.

PDK di vê rîya dirj da pêşengîya şoreşa Kurd kir li Kurdistana Başûr, bû rêberê gel, ew hişyar û rêz kir. Her usa jî bû ronahîyeke xurt ji bo hemû parçên Kurdistanê, agirê welatparêzî di dilê hemû Kurdan da geş kir.

PDK û bi awayekî giştî Kurdên Başûr bedêleke mezin dan di vê dema dirêj da. Bi sedhezeran law û keçên xwe yên hêja winda kirin û welat çend caran ser û bin bû. Lê her usa jî serketinên mezin bi dest xistin.

İro êdî tevgera Kurd di vî parçeyî da giha qonaxeke nu. Kurdistana Başûr serbiser rizgar bû û kar  û barê vî  parçeyê welatê me êdî bi destê Kurdan bi rêva diçe. Li vir parlamen û hukumeta Kurd heye. Zman û çanda Kurd li vir azad e. Kurd ji dibistanê heya zanîngehê di mektebên xwe da dixwînin.

Ev serbilindîyek e, şahîyeke mezin e ji bo hemû Kurdan.

Roleke mezin û esasî ya PDK heye di van destkevtinan da. Em avakirên PDK, ku piranîya, belkî temamîya wan îro êdî ji jîyanê koçkirine çûne, pîroz dikin. Em hemû kesên ku para wan di kar û xebata vê partîya mezin da heye pîroz dikin û bi hurmet tînin bîra xwe. Em Serokê PDK yê mezin, Mistefa Barzanîyê nemir bi hurmet tînin bîra xwe. 

Hevalên delal,

İro li Kurdistana Başûr firsendeke delal bi dest Kurdan ketîye. Beşekî welatê me azad bûye. Lê hîn jî xeter hene. Dijminên me yên xwînxwar, zalim û bê vîcdan ji vê yekê gelek aciz in û li firsendan digerin ku vê cizîra azadîyê ji dest Kurdan bigrin û hertiştî gor dilê xwe bi şunda vegerînîn. Helbet ew daxwaza wan ê qirêj bi ser nakeve, çerxa dîrokê bi şunda venagere.

Lê dîsa jî divê Kurd gelek hişyar bin, tedbîr ji dest bernedin. Hişyarî, yekitî û çalakîya Kurdan e ku rê nade dijminan. Kurdan di van mehên çûyî da, di dema Þerê Kendavê ya Duduyan da ev hişyarî, yekitî û jîrî ya xwe nîşan dan. Li welat û li derwelat rabûn ser pîyan.

Divê ev helwest ji nuha pêve jî berdewam be.

Em ji yekxistina Parlamena Kurdistanê gelek dilşa ne. Em hêvî dikin ku ev kar û xebata di navbera PDK û YNK ji bo yekxistina hukumetê jî rojekî berê bi serkeve.

Li Iraqê sazîya berê ya zalim û zordest hilweşî, ew jî bo gelê me yê Kurdistanê û ji bo hemû gelên Iraqê bûyereke mezin û pîroz e. Lê kevir hin li cîyê xwe rûneniştine. Hevalbendên sazûmana berê hîn tevlihevîyê derdixin. Ev sazûmanên din ên zordest li heremê jî di alî xwe da tevdidin.

Em hêvîdar in ku ew kar û xebata xiraban bi ser nakeve û guhartin gor daxwazên milletê Kurd û hêzên demokratîk wê bibe û aramî û aşitî bê Kurdistanê û tevayîya Iraqê.

Di rewşeke aram da Kurd û gelên Iraqê yên din wê bikaribin sazîyeke teze, federal û demokrat ava bikin.

Em di vî warî da piştgirîya daxwazên Partî Demokratî Kurdistan dikin. Em piştgirîya daxwazên Parlamena Kurd dikin.

Divê li Iraqê li ser esasê wekhevîyê sazîyeke federal çêbe. Kurd welatê xwe bi xwe îdare bikin û di hukma merkezî da jî xwedî rol û par bin.

Em hêvî dikin ku li Kurdistanê ev destkevtîyên di warê demokrasîyê da bên parastin, bên xurtkirin û jîyana demokratîk cîyê xwe bigre, pêşva biçe. Em bawer in ku di jîyaneke demokratîk, pirdengî û zelal da Kurdistan wê gelek pêşva biçe, avadan be, di alî aborî, sîyasî û çandî da bigihîje welatên pêşketî.

Kurdistan welatekî delal e, bi heyîyên sererdê û binerdê dewlemend e û kar maye ser hişyarî û xebata me Kurdan.

Divê dewletên dorê, bi taybetî Tirkîye, ku tim li Kurdan laf û gefan dixwe, têkilî karê Kurdistana Başûr nebe, dev ji sîyaseta tehdîtkar û êrîşger berde.

Derdê Tirkîyê di nav sînorên xwe da ye. Dema heqê bîst mîlyon Kurd nas bike ev derd derman dibe. Ev jî dîsa li ser esasê wekhevîyê û bi şiklê federalîyê dibe.

Hevalên delal,

Ji bo 57 salê PDK û ji bo vê kar û xebata, berxwedana mezin û ji bo van serkevtinên delal em we careke din pîroz dikin.

Hûn Kurdên Başûr heya duh partî bûn, lê êdî dibin dewlet, çi bi şiklê federal, çi bi şiklê serbixwe.

Her serkevtî bin.

Emrê Partî Demokratî Kurdistan dirêj be.

Aramî û aşitî jî bo kurdistana Başûr!

Azadî jî bo hemû Kurdan, jî bo hemû parçên Kurdistanê.

Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan

16 Tebax 2003

 
PSK Bulten © 2003