Beyana
PSK:
Ev
guhartina mezin ji gelê Iraqê û ji Kurdan ra pîroz be!
Bi Şerê Kendavê ya dawî sazûmana dîktatorî
ya Iraqê hilweşî, hêzên xwe belav bûn û berpirsîyarên
vê sazûmana hov jî revîyan.
Bila ev ev serketin ji hêzên Koalîsyonê û gelê
Iraqê ra pîroz be!
Çend
bajarên Kurdistanê yên başûr, Kerkûk, Xanekîn, Mûsil
û yên dinê, ku heya nuha di destê dagirkeran da bûn, bi destê
hêzên pêşmergeyên Kurd rizgar bûn.
Bila
ev serketinjî ji bo gelê me yê Kurdistana Başûr û ji
bo hemû Kurdan pîroz be!
Em,
wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan ji van bûyerên pîroz gelek
dilşa ne.
Em hêvî û daxwaz dikin ku rojkî berê hêzên
sazûmana kevnare bi temamî bêne bêdengkirin û paqijkirin,
li gund û bajarên Iraqê û li Kurdistana Başûr dawîya
hin xirabîyên wek talan û dizîyê bê girtin û aramî pêk bê.
Xelkê ku di dema dîktatorîyê da ji cî û warê xwe hatibû derxistin,
wek Kurdên Kerkûkê û Kurdên Feylî, divê rojkî berê vegere
ser axa xwe û birînên wan bê dermankirin.
Divê berpirsîyarên sazûmana dîktatorî yên ku
sax mane bêne mehkemekirin û ji wan hesabê curm û cenosîdê,
ya enfalê bê pirsîn.
Em
hêvî û daxwaz dikin ku rojkî berê hukmeke teze ava be ji xelkê
Iraqê, ew Kurdan û Ereban, her usa jî hûrgelan temsîl bike
û ji bo avakirina sazîyeke demokrat û federal kar bike. Pirsa
Kurd jî li ser esasê federalî û aşitîyê çareser be. Gelê
Kurd li Kurdistana Başûr, wek îro xwedî parlamen û hukumeta
xwe be, her usa jî di hukma merkezî ya Bexdayê da hevbeş
be.
Di
dahatûyeke nêzik da hilbijartin çêbe û bi rê olaxên demokratîk
him li temamîya Iraqê, him jî li Kurdistanê parlamen û hukumeta
teze ji nu va avabe.
Ev
sazîya demokrat û federal bibe nimûneyekî baş ji bo temamîya
Rojhilata Navîn.
Bila
Tirkîye û dewletên din yên heremê, têkilî karê Iraqê û Kurdistanê
nebin, bi destê hin hêzên xirab tevnedin. Hêzên êrîşger
li Tirkîyê û destikên wan ên li Kurdistana Başûr, ji
nuha va gelek xirabîyan dikin. Bona vê yekê jî divê yekitîya
hêzên Kurd xurt be, li ser pirs û pirsgirêkên netewî bi hevra
hereket bikin, bi hevra dirist bin, da ku rê nedin hêzên xirab
ku prowokasyonan pêk bînin, Kurdan careke din berî hevdin
û têkilî karê Kurdistana Başûr bin.
Tirkîye
û ew dewletên heremê yên din jî, divê êdî sîyasetên xwe yên
kevnare biguhurin, pirsa Kurd li ser esasê dadî û wekhevîyê
çareser bikin û ne bi derewan, lê bi rastî bibin welatên demokratîk.
Kemal
Burkay
Sekriterê
Giştî yê
Partîya
Sosyalîst a Kurdistan
14
Nîsan, 2003
|