Curm û Ceza..
Ferhad CAN
Silê Gerdenga,
Ecoyê Qirok, Necoyê Virok û Tirkêşê Zûrok!. Ev nav
hemû min danîne. Ango ez bavê van navan im..
Silê Gerdenga
bi bejn û gerdan xuyayî ye.. Necmeddîn efendî jî malûm..
Tirkêş ji xwe ji cisnê gur bû, ango zûrok.. Lê Ecoyê
Qirok?.
Ji ber ku Eco
bi reng esmerekî reş û qeytan bû
û pozê wî jî wek nûkilê qirokê dasik...
Cara pêşîn
ku min got Eco li Kurdan çûye, di heqê wî da zanîneke min
a zelal tune bû. Lê li rengê wî û pozê wî nihêrîm û gihîştim
wê qeneetê. Min got: “Ev pozê wek das li dinyayê tenê di
du milletan da têne dîtin; yek Laz in, yek jî Kurd.. Ji
ber ku heya nuha Lazekî usa reşik ne hatîye dîtin,
Eco sedî sed Kurd e..”
Û ez rast derketim!
Piştra hayê min jê bû ku rojnamevanekî Tirk, Mustafa
Ekmekçî, çend sal
berî van gotinên min nivîsandîye: Li ser gora bavê
Eco, ku li bajarê Kastamonî ye, hatîye nivîsandin: “Kurdîzade
Mustafa Beg..”
Di derheqa
Kurdbûna Eco da li vê dawîyê agahdarîyên teze gihîştin
dest me, him jî ji çavkanîyeke gelek mihîm.. Ji Silêman
Demirel…
Gor şêwirdarê
Demirel a salan, rojnamevan Cuneyt Arcayûrek, Demirel usa
dibêje:
“Bapîrê Ecewît
ku navê xwe Sebrî ye,
ji Tûncelîyê (Dêrsimê) hatîye û lê hêla Kastamonîyê
cîwar bûye. Ango bi eslê xwe Kurd e. Ev yek ji min ra Osman
Bolîkbaşî got. Hayê Bolîkbaşî ji van tiştan
baş hebû.” (Binêr: kitêba Cuneyt Arcuyûrek, bîranînên
wî bi Demîrel ra, cîldê 8’an).
Bolîkbaşî
bi xwe jî ji bajarê Qirşehîrê û Kurd bû; di parlamena
Tirk da bi salan mebûstî û serokatîya partîyekê kir..
Silêman Demirel
agahdarîyên dinê jî dide, dibêje: “Ecevît li himber pirsa
Kurd berê ewqas hişk nebû. Wî piştgirîya “Mîtîngên
Rijhilatê” dikir ku bi destê TİP’ê di salên 1967 da
çêbûn. Lê nuha Ecevît bûye Tirkperest û bi çavekî din li
pirsa Kurd dinêre..”
We dît, xwendevanên
delal, teorîya min a ser Eco çawa rast derket!.. Mesela
poz ne şaş bûye..
Lê xuya ye,
Kurdbûn têrê nake. Gotineke Tirkî heye dibêje: “Bîr ağaçtan
ok da çikar, bok da çikar..” Kurdîya wê meriv dikare bêje:
“Dar heye jê tîr jî derdikeve, tir jî derdikeve..”
Gotineke me
Kurdan jî heye: “Kurmê darê ji darê ye..”
Ji nav me Kurdan
mirovên usa derketin û xirabî li me kirin ku tu dijîminekî
ne kiribû. Ma yek ji wan ne “İsmetê Ker (guh giran)
bû. Em ewqas dûr neçin, bên nêzîkê, yên ku, him jî bi navê
Kurdayetî, bi def û zirne, xizmeta dewleta Tirk dikin…
Na na, em neyên!..
Dîsa em vegerin
mesela Eco: Gor gotina Silêman, Eco berê di pirsa Kurd da
nerm bûye, heya piştgirîya mîtîngên me yên sala 1967
kirîye.. Helbet, vê yekê kes ji Silo baştir nizane.
Ew bi salan serokwezîr û serokkomarê vê dewletê bû.
Baş e,
piştra çi bû ku Eco ewqas guharî, bû Tirkperest û bû
dijminê Kurdan?..
Helbet, ji
ber eşqa post bû.. Eco, ango lawê “Kurdîzade Mustafa
Beg” baş dizanibû ku, ger Tirkperestî neke rê li ber
venabe. Tirkîye welatekî usa ye ku, nahêlin yekî Kurd bibe
çawîşê cendirme, bibe midûrê nehîyê… Lê dema Tirkperest
be, bi dil û can xizmeta dewleta Tirk bike, dikare bibe
hertişt!..
Wî jî ji bo
post û miqam eslê xwe veşart, bû Tirkperest, heya bû
dijminê Kurdan ku Tirk jî ewqasî nakin.. Ji ber vê yekê,
rê li ber vebû. Çivîka dewletê li serî hêwirî, bû wezîr
û serokwezîr.. Ecoyê çep, “Qereoglan” (Lawkê reş) ku
waxtekî bûbû hêvîya bindest û jaran, bi lez guharî, bû merivekî
din, bû çoyê vê sazûmana zordest..
Lê gotinek
heye, dibêje : “Xwedê dawîya merivan baş bîne..” Gelo
dawîya Eco çawa ye?.
Nuha Eco hatîye
gihîştîye dawîya rê.. Di cilan da ye. Bi zora toxtor
û dermanan tê jîyandin; lê hîn jî serokwezîrê welat e. Ma
ev ne dawîyeke baş e?.
Na, ne usa
ye. Hal û rewşa Eco xwedê nede serê kesî! Tê da can
nema ye, hiş nemaye. Gotinan tevî hev dike, merivan
tevî hev dike…
Meriv dikare
bêje, ji pîr û kalî ye. Mirovên êxtîyar helbet rojekî ji
dest û pîyan dikevin. Eva ne şerm e û ne kêmasî ye.
Rast e, usa
ye. Ger ew di mala xwe da, li ber destê jin û zarokên xwe,
yan toxtorê xwe be, wêsa xwe bistîne, carina nas û dostan
bibîne, ne mesele ye. Lê halê Eco ne bi vî şiklî ye.
Ew serokwezîrê welat e!
Barekî usa
giran li ser kalekî usa bê mecal.. Ma ne zulm e?..
Belê, Eco ne
dikare îdare bike, ne jî diçe. Bi rastî nikare biçe!
Silê Gerdenga,
Ecoyê Qirok, Necoyê Virok û Tirkêşê Zûrok… Vana carina
bi dorê, carina bi bi hevra 40 salî ev welat îdare kirin;
lê ji ber serhişkî, şovinî û kurtbînî tu pirs
çareser nekirin, roj bi roj girantir kirin; li dawî, gel
û welat anîn kirin haleke usa xirab ku nikarin jê derxin..
Bextê Silo baş bû, jê xilasbû.. Bextê Neco baş
bû, esker ew jê xilas kir.. Bextê Tirkêş baş bû,
mir… Lê Eco ne dimre, ne dikare xwe jê xilas bike!..
Lingê Eco êdî
nagrin, pişta wî nagre.. Gotinên ku ji devê wî derdikevin
guhê wî nabihîsin. Pirî caran ji gotina wî tiştek fêm
nabe. Bûye babetê henek û laqirdîyan. Bona vê yekê karê
welat tevli hev dibe. Faîz û dolar bilind dibin û borsa
dadikeve. Deng bilind dibin, gelek kesên sîyasî, rewşenbîr,
rojnamevan, sermîyandar dibêjin:
“Bes e, êdî
dev ji post berde!”
Lê Eco bernade,
nikare berde. Wekî bi postva zeliqandine.. Wekî ew biçe
welat ser û bin dibe! Wekî qumaşê hîndê ye ku tucar
bê wî nabe..
Di mîtolojîya
Yûnanî da yek hebû, Zeûs, ango Xudayê wan ê mezintir pê
hêrsketibû, wek ceza bi zinarekî va li ber tavê girêdabû.
Tavê ew dişewitand û her roj qertal dihatin çavê wî
derdixistin. Ne dikaribû xwe jê xilas bike, ne jî mirin
bi dest diket..
Halê Eco nuha
usa bûye. Serokwezîrî, ango post û miqam lê bûye eza û cefa,
wek di stûyê wî da kevirê aşan…
Ez, wek yekî
Kurd, ku ji Eco û ji vê sazûmanê û dewletê ewqas xirabî
dîtîye, ji hal û rewşa Eco ya nuha gelek kêfxweş
im!. Bi dil û can dia dikim, dibêjim:
“Xwedêo, tu
emrê Eco dirêj bikî, mirinê lê heram bikî, bila tim serokwezîr
be! Serokwezîrê vî welatî be! Bila ev welat ji wî xilas
nebe, bila ew jî ji vê serokwezîrîyê xilas nebe!..
Wek “curm û
ceza”yekê..
-------------------------------------------------------------
Têbinî: Xwendevanên
delal, ev nivîs berî van bûyerên dawî, ango berî parçebûna
partîya Eco hatibû nivîsandin. Ji ber ku nivîsa mın
hîn derneketibû Xwedê nebihîst û dia min qebûl nebû.. Ango
dereng mam!..