PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Karayilan Çi Dibêje?-2

Casim Rênas

Di hêjmara çûyî da min behsa hinek xalên giftogoyê, ku ligel Serokê Komîta Karger a Kongra Gel Murad Karayilan hatiye çêkirin, kiribû. Di vê hêjmarê da jî ez dixwazim behsa hinek xalên din yên giftogoyê bikim, ku gava meriv dixwine, zimanê meriv nagere, nizane çi bêje.

Karayilan di beşekê giftogoyê xwe da, derbareyê pêyvendiya Kongra Gel ligel Başûr û hêzên Kurdistana Başurê bi kurtî usa dibêje:

Berê her tiştê divê Başurê Kurdistanê bê organîze kirinê!.. Li Başûrê divê demokrasiya resteqin were damezrandin!.. Kurdistana Başur divê  ji sîstema diktatoriyê (despot) were rizgar kirin!...

Belê, bi gor Karayilan, li Kurdistana Başûre sistema diktatorî heye; demokrasiya rasteqîn nîne.

Ji ber ku Kongra Gel-PKK  nikare li Başurê bi gor dilê xwe bizav bike; rêxistin avake; rojnama derxe û muxalifên xwe bikuje. Qetilên Kemalê Sor û Sîpan Rojhelat neyên girtinê; yên ku ji Kongra Gel-PKK cuda bûne, bi hêsanî ji aliyê fedayiyên vê rexistinê va bêne kuştin û hwd!..

Bona ku Kongra Gel-PKK bikare li Başûre, bi gor dilê xwe hespê xwe bajo, divê Kurdistana Başur bê organîze kirinê, ji diktatoriyê ango ji îdareya YNK û PDK were rizgar kirinê!

Karayilan her usa ji PDK û YNK aciz e.

Karayilan dibêje, ku herdu rêxistin dixwazin Kongra Gel-PKK bê hêz be, bona vê armancê jî hewl didin, ligel herkes, ligel „xayinan“ jî giftogo dikin!. Şuna, ku piştgirî le Kongra Gel bikin, dixwazin li Bakurê rêxistinek cûda damezrinin!. Di nava fikarê hindê ne, ku gelo çawa dikarin bi ser Apo û Kongra Gel da bikevin? Projeyên hanê gelek caran hate rojevê, lê belê ciye xwe negirt. Em tên kuştin lê rê nadin, ku projeya hanê bi ser keve!..

Gelo hewce ye ku meriv gotina Karayilan şirove bike?

Çu delîl û nişan nîne, ku rastiya gotina Karayilanê destnişan bike. Pirs jî evê nîne, ku YNK û PDK bi rastî dixwazin li Bakurê Kurdistanê rêxistin ava bikin? Pirs ev e, ku gelo Kongra Gel çima ji vê yekê aciz dibe?

Kongra Gel-PKK, ku di hemu parçeyên Kurdistanê da rêxistin ava ava kiriye, bi alîkariya desthilatdariya dagirkerên Kurdistanê, diji rêxistinên her parçeyî kar û xebat kiriye, çima damezrandina rêxistinek bi destê YNK û PDK li Bakurê aciz dibe?

Eger ava kirina rêxistinek di her perceyên Kurdistanê da, bi destê rexistinên parçeyên dinê, siyaseteka xelet e, ne rast e, êdî çima Kongra Gel-PKK dev jê rêxistinên xwe bernade, ku di her perçeyên Kurdistanê da damezrandiye?

Na, eger damezrandina rêxistinek, di her beşên Kurdistanê da, bi destê partiyên parçeyên dinê, karekî rast e û erkê welatparezî ye,YNK û PDK jî erkên xwe yên niştimanperweriyê bi cî tînin. Karayilan çima jê aciz e?

Herwekî tê zanin, li Bakurê Kurdistanê hinek kes dixwastin partiyeka nu ava bikin û bona vê armancê jî hewl dan, didin. Hinek karbidestên dewlet û kevneperestên Tirk jî îdîa kirin, ku hewl û karên hanê bi destura Mesud Barzanî têne kirinê.

Karayilan jî ne tenê wekî wan dibêje, her usa dibêje, ku “em têne kuştin, lê rê nadin, ku projeya hane bi ser keve.”

Ango Karayilan dibêje, ku wekî bêrê em nahelîn bilî ji me rêxistin hebe, were damezrandin. Eger hebe û were damezrandinê jî divê pistgiriya Kongra Gel-PKK bike, ji tixubên sîstema İmraliyê derneke û hwd...

Di dawiya giftogoyê xwe da Karayilan dibêje, ku rêxistinên Kurd nakokiyên navxweyî divê bi rêka diyalogê çareser bikin.

Karayilan rast dibêje, divê usa be. Lê çawa? Rêxistinek, ku İmraliyê bike qibleyê xwe û bi destura İmraliyê kar û xebat bike, çawa dikare nakokiyên xwe ligel rêxistinên din yên Kurd bi rêka diyalogê çareser bike? İmraliyê, ku dijî destkevtiyên Kurdistana Başur e, dijminê hemû rêxistinên Kurd e, wan bi nokerê kevneperestî û emperyalîzmê va tavanbar dike.

Gotina dawî ya Karayilan xweş e. Lê, her wekî gotineka xweş dimine. Ji ber ku Karayilan û hevalên wî nexwazin ji sîstema İmraliyê veqetin.

---------------------------
Karayilan Çi Dibêje?-1

Casim Rênas

Rojnama Ozgur Politika, di rûpelên xwe da cî daye giftogoyê, ku ligel Serokê Komîta Karger a Kongra Gel Murad Karayilan hatiye çêkirin. Karayilan di giftogoyê da dîsa benîştê devê PKK yên hertimî dicû, lê belê ligel vê jî tiştên gelek balkeş jî dibêje.

Di beşekê giftogoyê da Karayilan dibêje, ku „Li Başûrê damezrandina Federasyona Kurdistanê bûyereka giring e, dikare bibe nimuneyek bo Rojhilata Navîn.“ Karayilan her usa dibêje şîweyê çareseriyê Başurê (ango federasyon ) dikare bibe nimuneyek bo çareseriya doza Kurdî.

Gava merîv van tiştan dixwîne, bi rastî şaş û mehtel dimîne û nizane çi bêje!..

Ya baştir ez jî çend pirs ji Karayilan bipirsim, her çende ez dizanim, ku ew bersiva min nade.

Hêja Karayilan,

Tu ji min çêtir dizanî, ku çend meh berê serokê we Ocalan, ji bo Federasyona Kurdistana Başûrê goti bû „İsraîla dudo“. Ocalan her weha Federasyona Kurdistanê li ser Tirkiyê wekî xeterek nişan dabû û goti bû, ku Dewleta Yekbûyî ya Emerîka (DYA) piştgiriya vê Federasyonê dike û dixwaze li Tirkiyê jî bi destê „îlkel mîlliyetcî“ federasyon ava bike. Bona pêşî lê girtina vê xeterî ji bo Tirkiyê Ataturka dudo lazim e û hwd.

Gelo kijan rast in, yên te an yên Serokê te? Eger yên te rast in, êdî yên Ocalan bilî ji dijmintiya deskevtiyên Kurdistana Başûrê, bilî ji xizmeguzarî bo dagirkerên Tirk, çî ne? Eger ya Ocalan rast in, êdî çi karê te heye di nava Kongra Gel da?

Gelo bîra te da ye, ku te û hemû hevalên te gotina serokên xwe dubare, sêbare dikirin û digotin „daxwaza dewleta serbixwe, federasyon, otonomî kevneperestî ye?“

Gelo di wan du sê mehên dawiyê da, li dinya, herêm û Kurdistanê çî qewîmiye û di naverok û manaya „federasyonê“ da çi guhartin çêbûye, ku tu ji bo Federasyona Kurdistana Başurê dibêjî „dikare bibe nimuneyek bo Rojhilata Navîn?“  

Gelo kijan Karayilan rast dibêje? Karayilana îro an Karayilana berê? Eger Karayilana îro rast e, êdî Ocalan çî ye?

Hêja Karayilan,

Her wekî tê zanin li Federasyona Kurdistana Başûrê, di hemu warên jiyanê da dezgeyên dewletê henê. Parlamento, hikumet, hezên asayişê, leşker û hwd hene. Ku ew hemû nişanên hebûna dewleteke netewî ne.

Lê tu jî dibêjî „federasyon herku diçê dibe konferasyon“ û „di sîstemê me da (di konfederaliyê da) dewlet bûyin nîne“.

Baş e. Vê çaxê Federasyona Kurdistana Başûrê, ku li ser bingeha dewlet bûyîne ava bûye, çawa dibe konfederal, ku têda dewlet bûyîn nîne?

Gelo tevlîheviyê hane, ji bo mujil kirina endam û alîgîrên we, ji bona sergermiya wan nebe?

Gelo bi baweriya te bilî ji endam û alîgîrên Kongra Gel, kesek heye, ku bêje „Karayilan rast dibêje“?

Hêja Karayilan,

Em gotina te li ser Kurdistana Bakûrê deynîn alîkî.

Meriv nikare him „İmraliyê“ bike qible xwe him jî xweyî li destkevtiyên Kurdistana Başûrê derkeve. Ji ber ku İmralî bi dehan car dijbûna xwe li Başurê bi eşkere got û dibêje.

Bawer bike dilê min dixwaze, ku Karayilan bi gor  îroyî bizav bike. Lê tu jî dizanî ji bona vê yekê divê tu guh nedî gotina Îmraliyê.

Ku, ji giftogoyê te derdikeve, ku ev yeka ne mimkun e.

Hêja Karayilan,

„Xweyî derketînê“ deynîn alîkî, qe nebe dijminti li Başûrê nekin!..

 
 
PSK Bulten © 2003