PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Li İraqê û Kurdistana Başûr Demeke Teze..

Þerê İraqê êdî nêzî dawîyê ye. 9’ê Nîsanê payîtext Bexda ket. Tankên Amêrîkîyan ketin nava bajêr û meydana Fîrdews zeft kirin. Xelkê Bexdayê êdî dît ku dawîya sazûmana Saddam hat, derketin kûçe û kolanan, kêf û şaya xwe nîşan dan.

Bend û zincîr avêtin stûyê tîmsalê Saddam li meyadana Fîrdews, zirxîyeke Amêrîkîyan ew kaş kir û ruxand. Xelkê bexdayê ew dane ber pînan. Serî ji laş kirin û di kûçe û kolanan da gerandin.

Eynî rojê li bajarên Kurdistana Başûr cejna azadîyê dest pê kir. Xelk jin û mêr, kal û pîr û ciwan Li Hewlêrê, Dihokê, Silêmanîyê li û bajarên dinê derkete kûçe û kolanan, bi alên rengîn meşîyan; kilam gotin, govend kişandin. Kêf û şaya xelkê nayê gotinê. Ew bi salan e li benda vê rojê bûn.

Dîktatorîya zalim, rejîma Baas şikîya. Ji bo Başûrê Kurdistanê û bo temamîya İraqê demeke teze dest pê kir.

Roja dinê, 10’ê Nîsanê pêşmergeyên Kurd ketin Kerkûk û Xanekînê herdu bajar rizgar kirin û cejnê li van bajaran jî dest pê kir. Her usa jî pêşmergeyên Kurd der û dora Mûsilê rizgar kirin û 11’ê Nîsanê jî ketin bajarê Mûsilê. Qolordîya 5. Ya İraqê teslîm bû.

Bi vî awayî temamîya Kurdistana Başûr rizgar bû û ket bin destê hêzên welatparêz. Neyarên Kurdan, berî hemûyan jî dewleta Tirk ji vê yekê gelek aciz in, lê bêçare ne. Ger Kurd yekitîya xwe biparêzin, şaşîyan ne kin, neyar nikarin tiştekî bikin.

Divê Kurd jî yekitîya xwe biparêzin û şaşî nekin. Berpirsîyarîyeke mezin dikeve ser hemû partîyan, hemû serokan..

Ev bûyerên mezin û dîrokî ne. Xuya ye di rojên pêş me da guhartinên teze û baş pêk bên. Li temamîya İraqê bermayîyên sazûzamana zordest wê bêne paqijkirin û sazûmaneke teze, İraqeke federal û demokrat ava be.

Divê Kurd giranîya xwe bidin ser vê hedefê. Destkevtîyên Başûr destkevtîyên hemû Kurdan in û tesîra xwe li ser parçeyên dinê jî wê mezin be.

 
PSK Bulten © 2003