PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Koordînasyona Komeleyên Kurd yên Demokratîk çêbû:

DEMKURD

Piştî kar û xebateke du salan, komeleyên demokratîk li gelek welatên Ewrûpa, di dawîya meha heziranê da (2002) hatin ba hev û biryar dan ku kar û xebata xwe di çaruva Ewrûpayê da koordîne (hemaheng) bikin. Ji bo vê yekê, li ser usûl û esasê kar û xebatê li hev kirin, komîteyek çêkirin û daxuyanîyek derxistin. Navê vê hevxebatê danîn DEMKURD.

Di DEMKURD’ê da gelek federasyon û  komeleyên demokratîk ji welatên Ewrûpa yên cuda cuda cî digrin.

Eva ji bo Kurdên der welat gaveke teze ye, kar û xebateke pîroz e. Çawa di daxuyanîyê da jî tê gotin, ev koordînasyona hanê bi tu partîyekê ra ne girêdayî ye. Ev pirdengîyê temsîl dike û usûl û esasê demokratîk dide pêş xwe. Ango hemû komele û sazîyên Kurd yên welatparêz û demokratîk dikarin tê da cî bigrin, bi hevra kar bikin, ji bo çareserîya pirsên Kurdan li dervayî welat, ji bo bilindkirina dengê Kurd li der welat bi hevra xebat bikin.

Em bi dil û can DEMKURD’ê pîroz dikin.

Helbet, ev gavê pêşîn e û çiqas mihîm be jî têrê nake. Divê ev koordînasyon kar û xebat bike, berhemê xwe bide ku hêvîyê bide Kurdên der welat , bi vî awayî her biçe firehtir û xurttir bibe.

Em ji DEMKURD’ê ra pêşveçûn û serkevtin dixwazin.

Temamîya daxuyanîya DEMKURD’ê li jêr e:

 

DANEZAN

BER BI DANÎNA KORDÎNASYONA  DEMOKRATÎK A KURDÊN EWROPA

Rêxistinên kurdî yên ku li welatên Ewropa di warên cihê de dixebitin,  piştî civînên Stock­holm, Wupertal û Parîsê, di 30’ê Xeziranê li Kolnê civiyan.

Piştî minaqeşeyên fireh li ser Danezanê, ku paş civîna Parîsê hatibû amadekirin, beşdarên civîna Kölnê biryara danîna  Kordînasyona demokratîk a Kurdên Ewropa (DEM-KURD) dan û li ser bingeh û  prensîbên wê li hev kirin.

Kordînasyon çi ye ?

Kordînasyon forumeke şêwr û hevkariya rêxistinên demokratîkên kurdî yên  Ewropa ye. He­mû rêxistinên kurdî yên ku di warên entegrasyona Kurdên  Ewropa bidestxistina mafên wan ên ziman, çand û nasnameyê de û/an ji bo  nasandina gelê kurd û pirsa kurdî dixebitin û pren­sîben jêrîn qebûl  dikin dikarin bibin endamên vê Kordînasyonê. Her rêxistina endam  ser­xwebûn û azadiya xwe û statuya xwe diparêze.

Armanca sereke ya Kordînasyonê ew e ku rêxistin û komeleyên endam  bikaribin li ser pirsên ku entegrasyona Kurdên welatekî (xwendina zimanê  kurdî, nasîna nasnameya kurdî, ama­de­kirina hin kampanyayên ji bo  berjewendiyên (menfêtên) giştî yên Kurdên wî welatî) an/û li ser pirsên  giştî yên tevahiya civaka kurdî ya Ewropa bi hev bişêwirin, bi hevre hin  çalakî û bernameyan amade bikin û bi cîh binin.

Prensîbên Kordînasyonê

Komele û rêxistinên ku dixwazin bibin endamên Kordînasyonê divê ku  prensîbên jêrîn qebûl bikin :

Kurdîstanîtî: divê ku her komeleya endam ji Kurdên her aliyên  Kurdistanê re vekirî be, ji bo nasîna mafên çandî û nasnameya Kurdên  Ewropa bixebite û bi awayên demokratîk û aştî mafê gelê kurd ê çarenûsê  biparêze.

Demokrasî: divê ku her komeleya endam di meşandina karên xwe de  riayeta prensîbên pluralîzma demokratîk, bi taybetî ya azadiya fikr û  baweriyên cihê qebûl bike, ji Kurdên ji her baweriyê (sunnî, şiî, alewî,  kakeyî, êzdî, Ehlê Heq, ateîst, hwd) re vekirî be.  Kome­le­yên ji bo serdestiya dîn an mezhebekî hatibin danîn nikarin  bikevin nav Kordînasyonê.

Wekheviya jin û mêran: divê ku her komelaya endam di bername û  çalakiyên xwe de wek­heviya jin û meran bide pêş çav û ji bo pêşveçûna wê  bixebite.

Entegrasyona Kurdên Ewropa di çarçeweya riayeta qanûnên welatê ku tê  de dijîn: divê ku her komeleya endam bixebite ku Kurdên Ewropa  bikaribin tevî nasnameya xwe ya kurdî di civaka ewropî de bên qebûlkirin û di warên xwe yên xwendin an xebatê de pêşve herin û xwe ji her  awayî zor û şîddetê dûr bixin.

Şefafiya malî: divê ku her komeleya endam ji alî hatiniyên xwe yên  malî û xercên xwe ve him ji bo endamên xwe him ji bo meqam û raya giştî  ya welatê xwe vekirî û şefaf be, alî­kariyên ji kaniyên tarî qebûl meke.  Bi taybetî, nabe ku ji tu dewleta ku zordestiyê li par­çeyek gelê kurd  dike tu alîkariyê qebûl bike. Komela an rêxistina ku ji alî malî ve   bike­ve bin gumanê rêz, îtibar û nifûza xwe winda dike û ziyanê dighîne  doza kurdî.

Nealîgiriya siyasî: divê ku komele û rêxistinên demokratîk ên kurd  li Ewropa ji bo en­teg­rasyona Kurdên Ewropa û piştîvaniya doza kurdî  dixebitin û dikarin di vê çarçeweya fi­reh de Kurdên ji navçe û baweriyên  cihê bicivînin. Alîgir bûna hin partiyan an bi hin par­tiyên din re  ketin polemîkên siyasî ne karê koordinasyon e û dikare bibe sedemê per­çebûn û  bihevketina Kurdên Ewropa.

Organên Kordînasyonê:

Ta ku rêxistinên demokratîk ên her welatekî Kordînasyona xwe deynin, ewê  Kordînasyona Ew­ropa bi du organan bixebite.

Civîna gelemperî: salê carekê dicive, her rêxistin an komele bi  berpirsiyarekî xwe beşdarê vê civînê dibe. Amanca civînê diyarkirina  çalakî û bernameyên hevbeş (muş­terek) ên ji bo seranserê Ewropayê ye.  Her komele dikare pêşniyarên xwe yên hev­ka­ri­yê pêşkêş ke û rêxistinên ku  di warên nêzîk de (entegrasyon, mafên mirov, pirtûkxane, we­şan, hwd.)  dixebitin dikarin bi awayekî serbest li dor bernameyeke salane ya  hev­ka­ri­yê bi hev re bixebitin.

Sekretarya: Di destpêkê û heta Civîna Gelemperî, ji 5 kesan pêk tê  (berpirsiyarek ji Fe­de­rasyona kurdî ya Swêdê, yekî ji Komkarê û yek ji Civata Kurd li Elmanya, yek ji Xoy­bûn-Danimarqê, yek ji KOC-KAK-Hollanda). Sekretarya, di  navbera du civînên gelemperî de, gava ku pêwistî hebe dicive ji bo şêwrê  an bicîhanîna çalakiyên hevbeş.

Gava ku komele û rêxistinên kurdî yên her welatî di nav Kordînasyonekê  de bicivin ewê berpirsiyarekî kordînasyona her welatekî bibe endamê  sekretaryayê.

Ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne dikare ji bo salekî serek û yek an du  cîgirên serekê Kor­di­nas­yonê helbijêre.

Dîsa ku Civîna Gelemperî pêwist bibîne Kordînasyon dikare bi îngilîzî û  kurdî bultenek an/û web­sîteyek pêk bîne.

Civata Kurd (Giessen) • Civata Kurd li Elmanya (Koln) • Dengê Kurdan li Duisburgê • FKKS - Federasyona  Komeleyên Kurdistanê li Swêdê • Hevkar-Elmanya • IVK (Mainz) • Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm • Komela  Kurdistan li Belçîka • Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK • Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya • Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa • Komela Karkeren Kurdistan Swîsra • Komela Karkeren Kurdistan-Frensa • Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li  Kurdistan (Elmanya) • Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin) • XOYBÛN-Berlin • XOYBÛN-Danîmerqa • Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland • Komela Kurd lı Rogaland (Norweç) • Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya)

Köln, 09.07.02

 

 
PSK Bulten © 2002