PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

KONGRA GEL AN KONGRA GIRAVÊ

Ev çend roj in cardin li bakûrê welatê me alozîyek dest pê kiriye. Kongra  Gel an (pkk) carek din helwesta şer îlan kir! Gelo ev biryarek KONGRA Gel e an talîmata dewleta kûr ya Tirkan e!  Dibê ev bê eşkere kirin. Serokê PKKê  A.Ocalan , 1999 havînê bangek ji girava Îmralîyê derxist û got. „PKK dest ji şerê çekdarî dikşîne, xen ji parastinê tu hêzên me şerê dewleta tirk neke“. Ev biryar ji alîyê PKK ve jî hat pejirandin. Hinek endamê xwe ji Ewrupa û ji çîya rêkirin zindanên dewleta tirk!

Wê demê ser navê konseya PKKê Osman Ocalan di Medya tv de wisa digot „Heger ji ber hêzê PDK û YNKê nebe em dikarin çekê xwe bi tevayî berdin“. Ev tişt gelek eşkere ye, ku tişta PKKê kiribû ne agirbestek bû. Hêzên PKKê dest ji şerê çekdarî bi daxwaza serokê xwe berdabû. Divê ev tişt baş bê fêmkirin, ew biryar biryara dewleta tirk bû û bi destê PKKê hate meşandin.

Gelo ji bo „Komara Demokratîk ya kemalistan“ mirov çawa dikare helwesta şer bigire! Divê ji bona wê konseptê dewleta tirk Kongra Gel pîroz bike û ji bona alîkarîya wan jî spasî bike. Kongra Gel dibêje, em serxebûnê naxwazin, fedaralîzmê naxwazin, otonomî naxwazin. Ew dixwazin di“ komareke demokrat“ (!) de û di sînorên dewleta tirk de xizmetê bikin. Konreya Gel dibêje „Netewetî û doza axê kevneperestî ye „.

Wan daxwazên xwe li ser navê netawa Kurd di çapemenîyê da eşkere kirin.( tameşekin daxuyanîyê M. Karayilan, M.Karasu û yên din di rojnama ÖP da)

Em wek Hevkarîya Rêxistinên sîyasî li Elmanya dixwazin bala milletê Kurd carek din bikşînin ser van dek û dolaban! Ev daxwazên Kongreya Gel ne daxwazên welatperwerîya kurd in, ew daxwaz û nêrîn daxwazên dewleta tirk in. Carek din dewleta tirk şerê kirêj bi destê xêrnexwazan dixwaze bimeşîne.

Dema ku armanceke mirov ya serxebûnê, fedaralizmê, otonomî, yanî daxwazeke dewletekî tunebe, çi tê daxwaz kirin ji milletê Kurd? Gelo şerê 15 salan têra qirkirina milletê Kurd nekir! Dixwazin carek din dilsozên azadiyê bi destê apocîyan qirbikin! Gund û mezrên mayî jî bi temamî ji holê rakin. Û dijminatîya başûrê welatê me hê zêdetir bikin?.

Kongra Gel bi van kiryarên xwe, karê dewleta tirk dimeşîne ew tu car nikarin ser navê Gelê Kurd qise bikin! Bila herin xwe qurbana serokê xwe bikin.. lê destê xwe ji pêsîra gelê Kurd bikşînin! Em  wek Hevkarî carek din biryarê KGê ya şer û alozî derxistinê bi tundî şermazar dikin.

Gelê Kurdistanê divê mafê xwe yê çarenûsî bi destê xwe dîyar bike.

Daxwazên dagîrkera nikare bibe daxwazên gelê Kurd û Kurdistanê.

Heger şer daxwazeke xwe ya rewa ji bo miletê Kurd nîne, hingê tenê dikare xizmeta dagirkerên gelê Kurd bike. Her diçe nasnameya KGê û armancên dewleta tirk zelaltir dibe!!

Divê rexistinên Kurdistanî erkê xwe yên netewî bi cîh bînin. Bersîva van lîstokên qirêj bidin, yekîtîya gelê Kurdistanê xurt bikin û li hember derbikevin. Divê em xwedî daxwazên xwe netewî derbikevin û nehêlin hin xêrnexwaz belayên nu bi ser miletê me de bîne.

Em, Hevkariya rêxistinên sîyasî li Elmanya berpirsîyarîya xwe baş dizanin, tu car rê nadin ku daxwazên dagîrkeran bi destê xêrnexwazên giravê bimeşe.

Bijî Yekîtîya Gelê Kurdistan

Bijî mafê çarenusê gelan

HEVKARÎ ELMANYA (Platforma Rêxistinên sîyasî li Elmanya)

 
 
PSK Bulten © 2003