Di
dîroka Kurdistanê da rûpeleke teze
Kemal
Burkay
Hilbijartina Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistan, di dîroka Kurdistanê
û Iraqê da rûpeleke teze ye.
Kurd bi hêsanî ne gihîştin vê qonaxê. Ev yek, berî hertiştî, berhemê
berxwedana bi dehan, heya bi sedan salan e.. Di sala 1970
da Kurdan bi şiklekî fermî, bi peymaneke di navbera
rêberîya Kurdan û hukumeta Bexdayê da heqê otonomîyê standin.
Lê mixabin ew peyman bi cî nehat.
Piştra, di sala 1991 da Saddam di Şerê Kendavê da şikest û bi
biryara Milletên Yekbûyî ji beşekî Kurdistana Başûr
derket. Li wir di sala 1992’yan da cara pêşîn hilbijartin
çêbû, parlamen û hukumeta Kurd ava bû.
Parlamena Kurdistanê di eynî salê da federalî îlan kir. Lê ew federalîyeke yekalî
bû, ango bi alî Bexdayê ne hatibû qebûlkirin û di dinyayê
da jî bi şiklekî fermî ne hatibû naskirin.
Nuha, piştî Şerê Kendavê ya 2. Rewşeke teze ye. Rejîma Bexdayê
guharî, Saddam çu û Kurd bûne şirîkê hukumeta merkezî.
Kurdek bû Serokkomar, yek bû Wezîrê Derva… Qanûna Esasî
ya Iraqê –ya miweqet- Iraq wek welatekî federal û Kurdistana
Başûr jî bi navê xwe, wek herêmeke federe nas kir.
Wek temamîya Iraqê li Kurdistanê jî hilbijartin çêbû û Kurdan
him ji bo parlamena merkezî, him jî bo ya herêmî dengê xwe
dan û mimesîlên xwe hilbijartin.
Parlamena Kurdîstanê civîya û yasaya serokatîya herêmî qebûl kir. Di 14’ê Heziranê
(2005) da jî birêz Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistan
hilbijart. Him wek Serokkomarê Iraqê birêz Celal Talabanî,
him cîgirê wî yê Ereb, him Cîgirê Serokwezîrê Iraqê di vê
merasîmê da amade bûn. Her usa jî mimesîlê Milletên Yekbûyî,
yê Amêrîka, Brîtanya (İngîlîz), Rûsya, Çîn, Elman,
İtalyan, İspanya, İran, Sûrîye, Misr û gelekên
din…
Ango vêcar statûya Kurdistanê bi alî hemû dinyayê tê qebûlkirin..
Ev destkevtîyeke mezin e, ne tenê ji bo Kurdên Başûr, her usa jî bo hemû
Kurdan. Ala azadîyê li beşekî welatê me bilind bû ku
êdî kes nikare daxe.
Di vê yekê da para mezin helbet yê Kurdên Başûr e. Ew berî hertiştî
berhemê berxwedana wan e. Lê Kurdên dinê jî bi piştgirî
û alîkarî di vê serketinê da xwedî par in.
Hemû Kurd îro himber vê bûyera delal dilşa û bextewar in.
Helbet bi vê yekê karê Kurdan xilas nebû. Hîn sê parçên Kurdistanê ji azadî
bê par in û li wir gelê Kurd di bin zulma hêzên dagirker
da dinale. Her usa, li Kurdistana Başûr jî pirsa Kerkûkê
û cîyên dinê ku teze ji bin bandûra Saddam rizgar bûn, hîn
çareser ne bûye. Divê ew cî jî tevî Kurdistana Federe bin.
Divê Qanûna Esasî ya Iraqê ya teze jî federasyonê bi şiklekî
têkûz qebûl bike, pirsa Kerkûkê û bajarên dinê çareser be.
Em hêvî dikin ku ev şiklê çareserî bi rê olaxên aştîxwaz û demokrat
pêk bê û him Kurdistana Başûr, him jî Iraq bi temamî
bigihîje aştî û azadîyê, bi her awayî pêşva biçe.
Ev yek bibe nimûne ji bo welatên cîran û ji bo çareserîya
pirsa Kurd li welatên dinê.