PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Mesaja Kemal Burkay

Ji bo Serok Mesûd Barzanî

Hêja Mesûd Barzanî,

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê,

Avabûna Herêma Kurdistanê wek herêmeke federe û hilbijartina we wek serokê pêşîn ji bo vê herêmê, di dîroka Kurdistanê û ya Iraqê da gaveke teze û tarîxî ye. Em bi vê yekê dilşa û serbilind in.

Milletê me yê Kurd li başûr, him jî şexsê we, bi têkoşîna xwe ya mezin û dûr û dirêj ev yek heq kiribû.

Hêvî û daxwaza me ev e ku Kurdistana Federe di rîya azadî, demokratî û pêşveçûnê da gavên ber bi pêş bavêje, di vî beşî da ji milletê me ra jîyaneke bextewar ava bike û bibe nimûneyeke delal ji bo hemû Kurdan.

We pîroz dikim, ji we ra emrekî dirêj, bextewarî û serketin dixwazim.

Kemal Burkay

14 Heziran, 2005

 
 
PSK Bulten © 2003