PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

 

Gav bi gav ber bi Azadîyê


 Îro ji her demê zêdetir gring e ku meriv li destketinên Başûrê Kurdistanê xwêdî derkeve. Loma jî divê Kurd gelek hişyar bin. Bona vê yeke gerek li hundirî welêt, gerek li dervayî welêt divê konferansên taybetî bi berpirsîyarên siyaseta kurdî bêne çêkirinê.

Tevî evqas astêngen hundîr û dervayî welat dîsa jî gelê me berxwedaneke bê hempa heta îro daye û hîn jî dide.

Li roja 06.07.2003 li bajêre Munîhê ji alîye KOMKAR’ê panelek hate darxistinê. Wek panelîst kek Yilmaz Çamlibel û seyda Mehemed Emîn -Mehemed Emîn endamê nunertîya Partî Demokratî Kurdistan e- amede bûn. Her du kes jî bi salan e di nav siyaseta Kurdistanê da aktîf in.

Panel bi axaftina seroke komela KOMKAR yê Munîhê destpêkir. Serokê komelê piştî silavkirinê sedama vê panelê da diyarkirinê. Babeta panelê bi taybet li ser Pêvajoya şerê Iraqê û bûyerên dawî li Başûrê Kurdistanê, li ser rewşa îroyîn ku Kurd tê da ne, bû. Lê bendek ji vê panelê ji li ser bûyerên dawî ya Kurdistana Bakûr bû.

Her du axaftvan bi kurtî li ser tarîxa Iraq - tarixa nêzik- sekinîn ku beşdar baş fehm bikin li Iraqê çi qewimîye. Birêz Mehemed Emîn di axaftina xwe da dîyarkir ku “ ev destketinên me ya başur bi berxwedana Pêşmergeyên kehraman çêbûne. Berî her tiştî bawerîya me bi gelê me ra heye. îro pir kes dibêjin Emerîkî we disa bixapînin. Her çiqas di vê pirsê da bersîv cure-cure bin jî me bersîvek tenê heye: berjêwendîya gelê me. Eger berjêwendî ya Emerîkî bi ya me re dibe yek, emê bi vî tiştî re bêjin erê. Piştî şerê cîhanê ya duwemîn 1945 Emerîkî planek nu bo dinyê hazir kiriye ev şer ji encamê wê planê ye. Daxwaza Emerîka ew e ku li heremê demokratî bê cîhbicîhkirin. Em weke Hêza Kurd li gavên ber bi demokratîyê alîkar derdikevin. Iraqek nû wê were avakirin. Em wek Kurd sistemek fedaralî li Iraq dixwazin.

Pirsgirêken navbera YNK û PDK ê wê bi aşîtî careser bin.

Ji bo demokratîyê Sanduka hilbijartinê pîvanek e bo her du alîyan.”

Piştî axaftina nûnerê PDK birêz Yilmaz Çamlibel dest bi axaftina xwe kir. Birêz Çamlibel di axaftina xwe da qala çepê tirka kir ku ev di vê pêvajoya şerê Iraqê da li dij helwesta Kurdan derdiketin. Wan digot Kurd piştgirîya dewletên emperyalist dikin. Birêz Çamlibel da diyarkirin ku berjewendiya gelê kurd berî hertiştî tê. Bona wê yeke jî sîyaseta Kurda di vê pêvajoyê da sîyaseteke rast bû.

Kek Yilmaz wisa dom kir: ”Hinek kes, mixabin hinek kurd jî dibêjin di vê sawarê da kevir heye. Bila hebe! Bila diranek me jî bişkê. Lê disa jî em dixwazin kevçiyek ji vê sawarê bixwin. Divê Kurd hemû li başûrê Kurdistanê xwedî derkevin. Wê wek çavên xwe biparêzin.” Birêz Çamlibel li ser sîyaseta şaş a dewleta tirk jî bîr û raya xwe anî ziman.

Piştra her du panelistan bersîva pirsên beşdaran dan. Di civînê da qasî 70 kes beşdar bûn. Her du axaftvan sipasîya xwe anîn zman, ku KOMKAR’ê civînek wisa amade kiriye.

Munîh
Rênas Sütcü

 
PSK Bulten © 2003