PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Beyana Komîta Merkezî ya

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

Ji bo gelê Kurdistan û Tirkîyê

Tirkîye di pêvajoya Yekitîye Ewrûpa da îro di devê du rêyan da ye. Gelo ewê Şertên Kopenhagê bi cî bîne û bi YE ra danustendinên endametîyê dest pê bike, yan ev pêvajo qut be û bimîne heya dahatûyeke ne xuyayî? Îro di raya giştî da ev pirs li rojevê ye û tê nîqaşkirin.

Dema Şertên Kopenhagê bi kar bên, ewê xizmeteke baş bikin ji bo pêkhatina demokratîyê li Tirkîyê. Piranîya xelkê vî welatî li gel endematîya Yekitîya Ewrûpa ye. Ev yek her usa jî ji ber hêvî û daxwaza kar, nan û azadî ye.

Lê karbidestên Tirkîyê, her çiqas dema namzetîya wan hate qebûlkirin û di civîna Helsînkî yê bilind da soz dan ku Şertên Kopenhagê bi cî bînin, ji wê rojê vir da va ye du sal û nîv derbaz bû, lê ji bo bi cîanîna vê soz û peymanê tu gavên berbiçav ne avêtin. Ji bo beşeke şertên sîyasî waxt temam bû, lê dewleta Tirk wan bi cî nayne, tiştê ku dike jî bi derewan e, dixwaze xelkê bixapîne.

Ji bo cêbecêkirina Şertên Kopenhagê, divê berî hertiştî Qanûna Esasî ya heyî bê guhartin û yeke demokratîk bê derxistin. Ji ber ku ev Qanûna Esasî ya heyî wek kirasê dînan e ku piştî 12 Îlonê bi destê generalên faşîst hatîye derxistin. Hukumeta Tirk vê dawîyê di wê da piçek guhartin kirin, lê ew wek pîneyên bêkêr in û berê tiştekî nagrin.

Her usa jî gelek qanûn û destûrên nedemokratîk ku berî 12 Îlonê hebûn, yan jî piştî wê hatin derxistin, hemû li cîyê xwe ne.

Dewleta Tirk di dema vê namzetîyê da li cîyê ku piçek nerm be, lê di gelek waran da hîn tûjtir dibe, zulm û tedaya xwe zêde dike.

Ev kiryarên dijî girtîyên sîyasî, qetlîamên li zindanan û tenêhiştin û qutkirina pêvendîyên wan nimûneyek e ji vê zulmê.

Xortên Kurd ku xwendina bi zmanê Kurdî dixwazin, dê û bavên ku piştgirîya vê daxwazê dikin, kesên ku navên Kurdî didine zarokên xwe, hemû wek terorîst têne bi navkirin, tên girtin û zulm û teda dibînin. Kilamên Kurdî jî dîsa wek curmekî têne qedexekirin

Dewleta Tirk naxwaze ceza dardakirinê rake.

Astengên li pêşîya azadîya ramanî a rêxistinî ranake.

Astengên li pîşîya azadîya weşanî û perwerdegarî bi zmanê dayîk ranake. Hêzên tirkperest, şovîn û mîlîtarîst van azadîyan wek “parçekirina welat û millet” nîşan didin.

Tiştekî eşkere ye ku ev heq, berî herkesî gelê Kurd eleqeder dikin. Zman û çanda Kurd bi salan e di bin zulm û zordestîyeke nedîtî da ye. Partî û komeleyên Kurd qedexe ne û avakirina wan wek curmên mezin in. Sazûmana Tirk, herçiqas îro dixwaze bibe endamê yekitîya Ewrûpê, dîsa jî ling dide erdê û naxwaze van heq û azadîyan nasbike.

Vê dawîyê jî dîsa du partîyên Kurdan, HADEP û HAKPAR li ber Mehkema Qanûna Esasî ne û girtina wan tê xwestin.

Hin şirîkên Hukumetê naxwazin di warê çand û zman da tu heqekî piçûk jî bidine Kurdan, lê tiştê ku şirîkên dinê pêşnîyar dikin, ew jî wek sosret in.

Wek nimûne: Ji bo heqê weşanê di têlevîzyona GAP´ê da weşaneke nîv saetî pêşnîyar dikin..

Ji bo perwerdegarî bî zmanê dayik, li dervayî dibistanan qursan pêşnîyar dikin..

Dewleta Tirk bi pêşnîyarên hanê wekî henekê xwe bi 20 mîlyon Kurd dike.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan ji berpirsîyarên dewleta Tirk dixwazin ku piçek cîddî bin û gor Şertên Kopenhagê çi lazim e bikin. 

Divê zordestîya ser zman û çanda Kurdî bi tevayî rabe.

Divê di têlevîzyona dewletê da bi zmanê kurdî jî seranserî rojê weşana Kurdî hebe.

Divê gelê Kurd bi zmanê xwe perwerde be û bona vê yekê ji dibistanan heya zanîngehê mekteb vebin.

Kurd ne hindikahî ne, yek ji milletên eslî ne li vî welatî. Kurd jî beş û salmeyan didin. Weşan û xwendin bi zmanê dayîk bi vî şiklî dibe.

Divê partî û komeleyên Kurd bi temamî serbest bin.

Bila rewşa taybetî li bajarên kurdistanê bi temamî rabe. Lê ev rabûn jî divê ne bi derewan be. Berê jî rewşa taybetî li ser hin bajaran rabû, lê rewş ne guharî, esker û polêz wek dema îdara orfî û rewşa taybetî, gor kêfa xwe çi dixwaze dike.

Di dema şerê qirêj da bi hezaran gund hatin şewitandin û hilweşandin, xelkê van gundan, ango bi mîlyonan kes koçber bûn li dora bajarên metropol perîşan bûn. Divê rê vebe, ango destûr hebe ku ew bi serbestî vegerin ser axa xwe û zirar zîyanê wan bê dan.

Divê dewleta Tirk van gavana bavêje, him ji bo cêbecêkirina Şertên Kopenhagê, him jî ji bo vekirina rîya aşitîyê ji bo çareserîya pirsa Kurd.

Pirsa Kurt pirsa milletekî 40 mîlyon û welatekî parçebûyî ye. Nîvê vî milletî di nav sînorên Dewleta Tirk da dijî û çareserî li ser bingehê wekhevîyê dibe.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan dixwazin ku herdu gel li ser bingehê wekhevîyê bi hevra bijîn û şiklê vê jî federasyona demokratîk e.

Herçî kesê ku dixwazin Kurd û Tirk ji hev cuda nebin û bi şiklekî aşitîxwaz bi hevra bijîn, û dixwazin Tirkîye bibe welatekî demokrat û di nav koma milletên medenî da cîyê xwe bigre, divê bo çareserîyeke han kar û xebat bike. Ev çareserî gor aqil û rastîya dinyayê ye.

Wekî din, israrkirin di sîyaseta berê da, ango bi neheqî û zulm û teda tu pirs çareser nabin û sazîyeke han jî nikare emirdirêj be.

Her usa jî sazîyeke han nikare di Yekitîya Ewrûpa da cîyê xwe bigre û ji karwana milletên medenî dûr dikeve.

17 Heziran, 2002

 

 
PSK Bulten © 2002