PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

 

Yekitîya Kurdên Ewrûpa-PLATFORM

Kar û xebata ji bo yekitîya Kurdên li Ewrûpa, ku nêzî sê salan e berdewam e , li dawîyê berhem da. Nûnerên gelek rêxistinên Kurdan –partîyên sîyasî, komeleyên demokratîk û înîsîyatîfên rewşenbîran roja 20-21'ê tîrmehê li Stokholmê civîyan û ji bo koordîne kirina kar û xebatên miştêrek, Platforma Kurdên Ewrûpayê-PLATFORM ava kirin.

Van du-sê salên dawî, kar ji bo yekitîyê di sê kanalan da hate kirin. Yek ji bo partîyên sîyasî bû û ji xwe platformeke wan bi navê PNK-Bakur hebû.

Xebata din ji bo pêkanîna yekitîya rewşenbîran bû ku, bi avakirina “înîsîyatîfên Kurd” li gelek welatan berhem da. Van înîsîyatîfan hatin ba hev û “İnîsîyatîfa Kurdên Ewrûpayê” avakirin.

Xebata din ji bo koordînekirina karê komeleyên demokratîk bû di çarçuva Ewrûpa da. Komel û sazîyên demokratîk yên Kurd ji gelek welatên Ewrûpa piştî çend civînan, di serê tebaxê ya sala 2002 da li bajarê Kolnê hatin ba hev û DEMKURD avakirin.

Ev hersê grûbê rêxistinan (Partîyên sîyasî -PNK-Bakur, İnîsîyatîfên Kurd û DEMKURD) çend roj berê, di 20-21’ê tîrmehê da li Stokholmê hatin ba hev û biryar dan ku kar û xebata xwe di çarçuveyê Ewrûpa da hemaheng (koordîne) bikin. Armanc û esasên vê xebatê bi daxuyanîyeke Kurdî, Tirkî û İngîlîzî eşkere kirin.

Eva bûyereke pîroz e û gaveke dîrokî ye. Gor dil û daxwaza milletê Kurd e. Kurdan bi vê kar û xebatê û bi vê biryarê nîşan dan ku, dema hestê berpirsîyarî, dil û daxwaz hebe, ew dikarin bên ba hev û bi hevra kar bikin.

Lê her usa jî ev destpêk e. Divê nah şunda jî kar û xebata miştêrek geş bikin, gor armancên ku danîne pêşîya xwe bixebitin, dengê Kurdan li dervayî welat bilind bikin.

Ewê hêvîyekê bide milletê Kurd li nav welat jî, ku di mehên çûyî da li Bakurê Kurdistanê ji bo yekitî gavên baş avêtin. HAKPAR ji bo yekê nimûneyeke delal e.

Em vê yekitîyê û yê ku di vê berhema pîroz da para wan heye bi dil û can pîroz dikin.

Em ji PLATFORM’ê ra serkevtin dixwazin.

Daxuyanîya PLATFORM’ê li jêrê ye:

 

Ji raya giştî re

Daxuyanî

Nûnerên sê beşên civata kurd (Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf,  Koordinasyona Demokratîk a Kurdên Ewrupa- DEM-KURD) di 20-21.07.2002a de li Swêdê li bajarê Stockholmê civiyan. Nûnerên her sê beşên civatê li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrûpayê rawestiyan.

Civînê diyar kir ku miletê kurd yek ji miletên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibe.

Tu kes û welatan weke kurdan êş û azar ji destê terorê nekişandiye. Ta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Turkiye, Iran, Iraq û Sûriye) ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.

Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn. Îro jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê jî. Divê dewletên Ewrûpayê, li ser çareserkirina  pirsa kurd û Kurdistanê rawestin da ku çareserkirina vê pirsê bi tenê  bi “însafa” dewletên dagirkerên Kurdistanê  ve neyê girêdan.

Di pêvajoya endametiya Turkiyeyê de, divê Yekitiya Ewrûpayê daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên xwe. Di danûstendinên endametiya Turkiyeyê de, kurd teref in. Di pirsa kurd û statuya Kurdistanê de dive kurd xwedî desthilat bin.

Civîne girîngiyek bi taybetî da bidestketinên li Başûrê Kurdistanê. Kurdên Başûr eve 11 sal in li ser beşeke axa xwe ya azad îdareya xwe bi rêve dibin. Her sê beşên civata kurd piştgiriya daxwaza  “Di Iraqeke Demokratîk de Kurdistaneke Federe ”, ya kurdên Başûr dikin. Divê Yekîtiya Ewrupayê û mueseseyên din yên navneteweyî daxwaz û hesasiyetên ku pirsên navneteweyîde nîşan didin, di pirsa kurd û Kurdistanê de jî nîşan bidin.

Bi berpirsiyarî û zanîna girîngiya vê xebata hevbeş, her sê beşên civata kurd biryar dan ku bi navê Platforma Kurdên Ewrupayê-PLATFORM, dest bi xebatê bikin.

Platform bi vê daxuyaniya ji raya giştî re bangî hemû hêz û welatparêzên kurd dike û li hêvîya alîkarî û piştgiriyê ye.

Civînê biryar da ku her sê beşên civatê bi hev re:

Li welatên Ewrupayê komîteyên kar ava bikin.

Ji bo vê xebatê broşûr û bulten bêne weşandin û Web-Site ava bikin.

Seminer, panel, konferans û şevahengan pêkbînin.

Ji bo diplomasî û lobîyeke kurdî kar bê kirin.

Li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrupayê yên nasnameyî, civakî û çandî rawestin.

Platforma Kurdên Ewrupayê – PLATFORM

Stockholm, 21.07.2002

DEM –KURD:

Civata Kurd (Giessen) • Civata Kurd li Elmanya (Koln) • Dengê Kurdan li Duisburgê • FKKS - Federasyona  Komeleyên Kurdistanê li Swêdê • Hevkar-Elmanya • IVK (Mainz) • Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm • Komela  Kurdistan li Belçîka • Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK • Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya • Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa • Komela Karkeren Kurdistan Swîsra • Komela Karkeren Kurdistan-Frensa • Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li  Kurdistan (Elmanya) • Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin) • XOYBÛN-Berlin • XOYBÛN-Danîmerqa • Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland • Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya)

Înisiyatîfên Kurdên  Ewrupayê IKE- INISIYATIF:

İnîsîyatîfa Kurdên Almaniya-, İnısıyatîfa Kurdên Avusturya, İnısıyatîfa Kurdên Danimarka, İnısıyatîfa Kurdên Fransa, İnısıyatîfa Kurdên Hollanda, İnîsîyatîfa Kurdên Ingiltere, İnîsîyatîfa Kurdên Swêd, İnîsîyatîfa Kurdên Swisre.

Kuzey Kürdistan Siyasi Örgütleri Platformu-PNK Bakur:

Partiya Azadî Demokrasî ya Kurdistanê-Padek, Partîya Îslami ya Kurdistanê-PIK, Partiya Sosyalist ya Kurdistanê-PSK, Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê-RSDK, Partiya Rizgari Ya kurdistanê-RIZGARI

 

 
PSK Bulten © 2002