“Werin,
em li ser esasê wekhevîyê yekitîyeke bi dil û
daxwaz avabikin; da ku aşitî û azadî bê welatê me.”
Sekriterê Partîya Sosyalîst, Kemal
Burkay, di 10’ê Heziranê da nameyek rêkir ji bo Serokwezîrê Tırkîyê
Bulent Ecevit û tê da li ser pirsa Kurd sekinî û ray û
pêşnîyarên xwe dubare kir. Burkay, sûretek ji vê nameyê
her usa ji şande Serokkomar Ahmet Necdet Sezer, Serokê
Meclisa Tirkîyê û serokên hin partîyan. Temamîya name li jêr
e:
Ji bo Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Ecevit
ra
Birêz Serokwezîr,
Van rojana Tirkîye ji pêvajoyeke gelek krîtîk derbaz dibe. Li alîyekê hewl dide
ji krîzeke gelek kûr derkeve, li alîyê din, ji bo endametîya
Yekitîya Ewrûpa, şertên ku hatine danîn divê bi cî bîne.
Him derketin ji krîzê, him endametîya Yekitîya Ewrûpa bi çareserkirina pirsên
bingehîn girêdayî ye, ku bi salan e Tirkîye bi wan ra rû bi
rû dijî. Qe nebe divê ji bo çareserîya wan, gavên berbiçav
bêne avêtin. Ev jî di eslê xwe da pirsa aşitî û demokratîyê
ye. Ji ber ku derdê Tirkîyê di bingeh da ev e: Ev dewlet bi
salan e him bi xelkê xwe ra, him jî dijî cîranên xwe di şer
da ye. Ev şer û pevçûnên bê dawî heyîyên welat telef
dike.
Ji ber ku Tirkîye hewl dide pirs û problemên xwe yên hundur û yên der, ne bi
gor aqil û îzan, lê bi darê zorê çareser bike. Wek nimûne,
Tirkîye bi salan e pirsa Kurd înkar dike, dixwaze Kurdan bi
rîya zor û zulmê, bi rîya asîmîlasyonê ji ortê rake. Zordestî,
çavtirsandin û êrîşên xwe heya Kurdên dervayê sînorê
Tirkîyê dirêj dike. Pirsên Qibris û Egê ne gor biryarên Milletên
Yekbûyî û normên huqûqa navnetewî, lê bi ênad, çavtirsandin
û sîyaseta zorê dixwaze çareser bike. Ji bona vê yekê Tirkîye
rûyê aşitîyê nabîne. Heyîyên xwe di rîya şer û xirabîyê
da serf dike û dide sîlahan. Li Tirkîyê tim îdara orfî û rewşa
taybetî heye. Erdê welatê xwe bombebaran dike. Tirkîye dijî
cîranên xwe jî tim di alarmê da ye..
Tenê di şerê 15 salî yê dawî yê dijî Kurdan da bi sedmîlyaran dolar telef
bû; windakirina jîyana bi dehhezaran kes li alîyekê, ku bedêla
jîyana wan pi peran nayê pîvan.
Sedemê bingehîn ya şundamana Tirkîyê di warê aborî da, sedemê standarda
jîyanê ya nizm û sedemê betalî û feqîrîya ewqas mezin ev e.
Sedemê esasî ya krîza kûr jî ev e. Ji ber vê ye ku Tirkîye
bûye wek parsek li ber derê IMF û Banka Dinyayê û li pêş
beyanîyan serî nizm bûye.
Ev rewşa hanê her usa jî astengê herî mezin e li pêş avakirina demokratîyê
li vî welatî. Ev sazûmana zordest ku ji Kurdan ra azadîyê
nasnake, her usa jî ji Tirkan ra demokratîyê nasnake. Sîyaseta
zordestîyê dibe sedemê şer û pevçûnên bê dawî û li welatekî
han şansê azadîyan tune.
Îro ji bo Tirkîyê li pêş endametîya Yekitîya Ewrûpa jî astengê herî mezin
dîsa ev e. Serkar û berpirsîyarên Tirkîyê, bêyî ku pirsên
xwe çareser bikin, heq û azadîyên demokratîk ji gel ra nasbikin,
dixwazin bi vî halî bibin endamê YA. Eva ne helwesteke makûl
e.
Heya ku Tirkîye di vê sîyaseta şaş da israr bike rewş naguhure.
Ne krîza aborî dighê dawî, ne civaka Tirk dikare bibe demokratîk,
ne jî endamatîya YA pêk tê.
Birêz Serokwezîr,
Ger bi salan e ev sîyaseta şaş ya darê zorê ne hatiba ajotin, îro
rewş usa ne dibû. We dikaribû heqê Kurdan nasbikin û
pirsa Kurd bi rîya aşitîyê çaraser bikin. Hingê aşitî
dihate welat. We dikaribû pirsa Qibrisê gor biryarên Milletên
Yekbûyî û gor huqûq û hakemîya navnetewî çareser bikin. Tirkîyê
dikaribû li himber cîranên xwe yên dinê jî sîyaseteke aşitîxwaz
bimeşîne. Hingê welat rûyê aşitîyê didît, heyîyên
xwe di rîya şer û pevçûnan da, ji bo çek û sîlahan serf
ne dikir, lê ji bo hasilkirin û pêşvebirinê bi kardanî.
Hingê Tirkîye hewcedarî çerxeke zordest ne dibû, rê li ber
heq û azadîyên mirovî vedibû, demokratî ava dibû.
Tirkîyeyeke han, dikaribû bi rehetî û li pêş gelekan bibe endamê Yekitîya
Ewrûpa.
Belê, birêz Serokwezîr, gelo we ne dikaribû mafên Kurdan nas bikin û pirsa Kurd
bi vî awayî çareser bikin? Hûn, hukumeta we, ew serokwezîr
û hukumetên berî we, çima we hemûyan lingê xwe da erdê, we
kire ênad ku tu heqekî ji Kurdan ra nasnekin?. Gelo hûn qet
fikirîn ev Kurd çi dixwazin û daxwazên wan li cî ne, yan ne
li cî ne?
Hûn û ew kesên ku berî we li ser hukum bûn, we hemûyan daxwazên Kurdan wek “cudaxwazî
û xirabî” wek “xayînîya welat û millet” nîşan da. Gelo
çima?
Ma Kurdan êrîşî ser welatê we kirin, erdê we dagirtin? Hûn jî baş
dizanin ku Tirk hezar sal berê hatine vî welatî û dema ew
hatin Kurd li vir bûn. Kurd li ser vî welatî bûn ku navê xwe
Kurdistan e û bi hezaran sal berî hatina we li vir dijîn.
Kurd xwedan dîrok û çandeke taybetî ne, xwedan zmaneke taybetî ne, ku tu nêzikahîya
xwe bi Tirkî tune.. Tirk çawa milletek in, Kurd jî usa milletekî
cuda ne.
Kurdan tucar ji bo dagirtin û parçekirina welatê xelkê tiştek ne kirine.
Lê evtişt bi wan hatîye kirin; ango yên ku welatê wan
hatîye dagirtin û parçekirin ew in!. Kurd dixwazin le ser
erda xwe azad bijîn. Dixwazin karê welatê xwe bi serbestî
rêva bibin, derheqa dahatûya xwe da biryar bidin, zman û çanda
xwe bi serbestî kar bînin û pêşva bibin, ji heyîyên welatê
xwe feyde bistînin.
Ango, çawa ku heqê Tirkan bi van tiştan heye, yê milletê din heye, yê Kurdan
jî heye, divê hebe.
Hûn ji bo Tirkên Qibrisê, ku hejmara wan dora 150 hezarî ye, federasyonê kêm
dibînin û konfederasyonê dixwazin. Baş e, hûn ji bo Kurdan
çi minasib dibînin, ku hejmara wan 40 mîlyon e, welatê wan
qasî Fransê ye û parçe bûye?. Hûn tiştê ku ji bo mistek
Tirkê Qibrisê minasib dibînin, çima ji bo 20 mîlyon Kurdê
nav sînorê xwe nabînin?
Birêz Serokwezîr, Kurdî jî wek Tirkî çima nebe zmanê fermî? Kurd jî çima wek
Tirkan bi zmanên xwqe nexwînin, bi zmanê Kurdî mekteb venebin?
Radyo û têlevîzyona Tirkî dibe, çima yê Kurdî nebe? Gelo Kurd
jî ku parlamenter û hukumeta xwe hilbijêrin û bi destê wan
bên îdarekirin nabe? Çima Meclîs û hukumeta Enqerê tenê ya
Tirkan e? Çima mehkemên vî welatî tenê bi navê “milletê Tirk”
biryar didin? Çima partîyên bi navê Kurd û Kurdistanê nebin?
We Kurdistan dagirtîye û milletê Kurd ji hemû mafên bingehîn, heya bi karanîna
zman, çand, nav û kilamên xwe bêpar hiştîye. Gelo ew
heq kê daye we, Daxuyanîya Cîhanî ya Milletên Yekbûyî ji bo
Mafên Mirovî, yan Xwedê?..
Xuya ye, yên ku cudaxwaz, yan cudaker in ne em Kurd in, lê ev curm dijî me bi
kar hatîye. Welatê me hatîye parçekirin û milletê me bi zincîran
hatîye girêdan. Ev curm çend sedsal, yan heyştê sal berê
bûye ne mihîm e. Ew çerxa zulm û zordestîyê li ser me îro
jî berdewam e.
Belê, rastî ev e. Lê çawa dibe, ew kesê ku ewqas zulm û neheqî li me bikin,
serda jî me gunekar bikin?. Gelo heqe rewa ye? Eva ne aqlîyeta
zordest û haydûtan e?.
Dibe ku hin xelkê we bi gotinên we bixapin, ku we bi salan bi nijadperestî û
şovinî serê wan şûştin, kirin dijminê Kurdan
û şirîkê vê sîyaseta zulm û zordestîyê; lê hûn dinyayê
çawa dixapînin?
Birêz Serokwezîr,
Ji bo çareserîya van pirsan, ji we ra aqil û helwesteke teze divê. Divê hûn
serkar û berpirsîyarên Tirkîyê, dev ji sîyaseta şaş
ya sedsalan berdin û sîyaseteke teze bidin pêşîya xwe.
Helbet, ev yek ji bo wan kesên ne hêsan e, ku bi ruh û mêjoyê
xwe bûne bendeyê van sîyasetên kevnare; lê rêyeke din jî tune!
Piçek realîst bin, pirsa Kurd ne pirseke piçûk e, Kurd ne hindikahî ne, ev pirsa
milletekî 40 mîlyon e û nêvîyê vî milletî di nav sînorên we
da dijî. Ev pirs heya îro bi rîya zor û zulmê, bi koçberkirin,
bi qetlîam çareser nebû û nah şunda jî bi rê olaxên usa
hovane qet çareser nabe.
Lê ev pirs dikare bi şiklê Swîsrê, Belçîkê, Kanadayê û bi şiklê dehan
welatên dinê çareser be. Ev jî çareserîyeke federal, yan jî
konfederal e. Çareserîya ku hûn li Qibrisê dixwazin çima di
pirsa Kurd da nebe?.
Usûlê destpêkirina pêvajoya çareserîyê jî divê dîyalog, ango danustandin be.
Werin dev ji ênadê berdin, bi Kurdan ra rûnin.
Gunekarkirina Kurdan bi “terorîstî” tu tiştî çareser nake. Dev jê berdin
û xwe bi van tiştan nexapînin. Ger beşek ji tevgera
Kurd metodên terorê bi kar anî, ew jî dîsa berhemê sîyaseta
we ye. Heya we bi zanetî û bi plan û dezge pirsa Kurd terorîze
kir. Ew terora ku hûn bi sedsalan e li Kurdan dikin, terora
Kurdan li cem wê gelek masûm dimîne. Him jî dijî zulmê berxwedan
heq e, him gor normên Milletên Yekbûyî, him jî gor hemû olên
mezin.
Ji bo vekirina rîya çareserîyê ji bo pirsa Kurd, ev endametîya YA û Şertên
Kopenhagê firsendeke baş e. Herçiqas li himber çarçuve
û giranîya pirsa Kurd ev şert têr nakin jî, dîsa jî mihîm
in ji bo pêkhatina rewşeke aşitîxwaz û ji bo gav
avêtinê ber bi çareserîyê.
Birêz Serokwezîr,
Hukumeta we herçiqas soz dabû ku Şertên Kopenhagê bi cî bîne, lê va ye
du sal û nîv derbaz bûn û we tu gavek ne avêt. Hûn ji bo ku
van şertan bi cî neynin çi ji dest we tê dikin. Gavê
ku hûn dixwazin bavêjin jî gavên xapînok in, wek sosret in
û kenê merivan pê tê.
Wek nimûne, tiştê ku hûn ji bo “serbest hiştina zmanê dayîk di warê
weşanê” da difikirin, nîv saet weşan e di TV´ya
fermî ya heremê (GAP) da..
Tiştê ku hûn ji bo “xwendina bi zmanê dayîk” difikirin, ew jî hin qurs
in li dervayî dema dibistanê..
Ango hûn wekî henekê xwe bi me dikin.
Birêz Serokwezîr, hûn jî, hemû kesên ku pêşnîyarên usa dikin ew jî bila
baş bizanibin ku em ne parsek in û pêşnîyarên hanê
wek henekan in û tu pirsekî çareser nakin. Ew kesê ku dixwazin
bi tiştên hanê Kurdan û xelkê beyanî bixapînin, şaş
in; ew tenê xwe dixapînin.
Tirkî çawa zman e, Kurdî jî usa zmanek bi serê xwe ye; him zmanekî kevn e, him
jî hemdem, jîndar û dewlemend e. Him jî zmanê Kurdî ji Tirkî
gelek kevintir e. Îro bi alîyê 40 mîlyon kes tê karanîn. Bi
zmanê kurdî bi sedan, bi hezaran berhemên edebî û hunerî çêbûne.
Ew kesên nijadperest û şovîn ku zmanê me piçûk dibînin,
gotinên wan pênc qurişî nake.
Naskirina mafên zman û çand bi kiryarên usa sosret û xapînok nabin. Bona vê
yekê, divê di çarçuveya Şertên Kopenhagê da gavên jêrîn
bêne avêtin:
Divê qanûna esasîya ya heyî, ku berhemê faşîzma 12 Îlonê ye û ji “destûra
polêz” tu ferqê xwe tune, bê rakirin û li cîyê wê qanûneke
teze ya demokratîk bê derxistin û nasnama Kurdan jî tê da
cî bigre.
Divê zmanê Kurdî jî wek Tirkî bibe zmanê fermî. Ji ber ku Kurdî bi alîyê sisêyan
da yekê xelkê welat tê qisekirin.
Çawa têlevîzyonên dewletê bi zmanê Tirkî rojê 24 çar saet weşanê dikin,
her usa jî divê hinên wan bi zmanê Kurdî jî seranserî rojê
weşanê bikin. Em jî li vî welatî beş û salmeyan
didin. Dîsa çawa radyo û têlevîzyonên şexsî bi zmanên
Tirkî bi serbestî û bê sinor weşanê dikin, divê bikaribin
bi zmanê Kurdî jî bikin.
Ew pêşnîyarên ku ji bo xwendina bi zmanê dayîk têne kirin, wek xwendin
bi rîya qursan yan ji wek dersekî hilbijartî, komîk û bê mane
ne. Divê bi zmanê Kurdî jî, ji dibistana pêşîn heya zanîngehê
mekteb vebin. Divê gelê Kurd xwendina bingehîn bi zmanê xwe
bike.
Bi kurtahî, di warê weşan û xwendinê da divê herdû gel wek hev bin.
Divê partîyên Kurd jî serbest bin û bikaribin di derheqa çareserîya pirsa Kurd
da ray û bernameya xwe bi serbestî eşkere bikin.
Evana ji bo çareserîya pirsa Kurd gavên mihîm û pêşîn in. Lê çareserîya
vê pirsê bi şiklekî esasî li ser bingehê wekhevîyê dibe.
Bi raya me ew jî avakirina dewleteke federal e.
Em bi wê bîr û bawerîyê ne ku, herdu gel dikarin di sazîyeke federal da, di
nav aşitîyê da bi hevra bijîn. Ev yek dibe û çima nebe.
Herçî kesê ku dixwazin bi hevra bijîn, divê wekhevîyê ra jî
razî bin.
Ma Yekitîya Ewrûpa bi xwe jî ne federasyon, yan jî konfederasyon e?. Ew kesên
ku razî dibin bi dehan milletên Ewrûpî ra û di bin banekî
federal, yan jî konfederal da bijîn, gelo çima bi vî şiklî
bi Kurdan ra, bi cîranên xwe yên hezar salî ra nejîn? Ger
astengek li pêş vê yekê hebe, ew jî ew pêşhukumên
nijadperestî, şovinî û kolonyalî yên serkar û berpirsîyarên
dewleta Tirk in, dijminahîya wan yê dijî Kurdan e.
Birêz Serokwezîr,
Ez ji we, her usa jî bi rîya we, ji hemû kesên berpirsîyar yên vî welatî, çi
li ser hukim çi muxalîf, daxwaz dikim: Dev ji vê sîyaseta
zulm û zordestîyê berdin! Heq û azadîyên ku hûn ji bo xwe
ferz dibînin, ji Kurdan ra jî nasbikin.
Mistefa Kemal di dema Şerê Rizgarîyê da bi “mîsaqî mîllî” hedef ûç çarçuveya
yekitîyê usa nîşan dabû: “Ew erdê welat ku divê em biparêzin,
bi piranî Tirk û Kurd lê dijîn, ew in..” Werin em gor van
gotinan bikin..
Me ev welat bi hevra parast, lê nuha azadîyan parva nakin.. Em di şer da
hebûn, lê piştî şer wek tune hatin hisêbkirin. Xuya
ye herçî ku neheqî dîtî ye, hatîye xapandin em in.
Îsmet Paşa di Konferansa Lozanê da usa digot: “Ev welat çiqas yê Tirkan
e, ewqas jî yê Kurdan e. Kurd jî wek Tirkan ûnsûrê eslî ne
û mafên hindikahîyan (hûrgelan) ji wan ra gelek hindik e...”
Werin em wek gotina Îsmet Paşa bikin, heqê kurdan wek
gelekî eslî û xwedîyê vî welatî nasbikin.
Werin em li ser esasê wekhevîyê yekitîyeke bi dil û daxwaz avabikin, da ku aşitî
û azadî bê welatê me.
Werin em ji vê pirsa sedsalan ra çareyekî bibînin, vê kullê derman bikin; da
ku pêşîya gelên Kurd û Tirk vebe.
Wekî din ev pirs çareser nabe û milletê Kurd neheqîyê tucar qebûl nake. Helbet,
hûn dikarin dîsa di sîyaseta zordestîyê da israr bikin; lê
ev sîyaset tucar bi ser nakeve û çend salên din wê winda bibin
biçin. Ev sîyaseta şaş her usa jî bi kêrî gelê Tirk
nayê.
Birêz Serokwezîr,
Ez ji we û ji hemû kesên berpirsîyar yên dinê, ku di rewşa xirab ya îro
da para wan heye û hîn li jîyanê ne, dixwazim ku hûn xwedî
îzan bin, heqnas bin.
Em Kurd û Tirkê ku li vî welatî dijîn ger bira ne, divê heqê me jî wekhev be;
em ne wek kole û hûn wek efendîyan bin!.
Bila dost jî, dijmin jî hemû baş bizanin ku, em Kurd koletî û bindestîyê
tucar qebûl nakin û azadîya xwe zû an dereng wê bistînin.
Helbet ev yek dikare bi rindî û di demeke nêzik da bibe û
ji bo herdu gelan jî ya çêtir ev e. Astengên ku derkevin pêşîya
çareserîyeke han tenê dibin sedemê windabûna waxt û êş
û zirarên teze didin herdu gelan.
Divê hûn êdî nebin şîrikê berpirsîyarîyeke han. Ew kesên ku sîyaseta şaş
a berê bi rêva bibin, dibe ku ji hin kesên nezan û bê hay
çepikan bistînin, lê nikarin ji dîrokê ra navekî baş
bihêlin. Ewê bi van sîyasetên şaş û kevnare rîya
Kurdan û Tirkan digrin, dahatûya herdu gelan xirab dikin.
Bona vê yekê, sube neslên teze wan tucar ef nakin.
Bi silavên min û bi daxwaza sihheteke baş...
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
10 Heziran, 2002
Not: Nimûneyeke vê nameyê wek agahdarî hatîye şandin
ji bo Serokkomar Ahmet Necdet Sezer, ji bo Serokê Parlamena
Tirk, her usa jî ji bo serokên partîyên ANAP, MHP, DYP, AKP
û SP ra.
|