PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

 

Bersîv ji bo pirsên Ulla Jelpke (*) 

1-Hukumeta DYA , xuya ye biryara xwe daye û ewê dijî hukumeta Saddam şer derxe. Li himber van planên DYA helwesta PSK çi ye, hûn çawa difikirin?

DYA (Amêrîka), wek şerê Afganîstanê, şerê dijî sazûmana Saddam jî  gor mafê xwe dike. Ev gotinên “şerê dijî terorê” hemû mane ye. DYA, bi taybetî şîrketên wan ên mezin ku ticareta niftê û çekan dikin, îro dixwazin dinyayê ji nu va rêz bikin.

Li ser vî şerê ku DYA dixwaze dijî sazûmana Saddam bi rêva bibe, raya me di esas da wek ya Partî Demokratî Kurdistan (yê İraq) e. Yên ku ji zor û zulma Saddam pir kişandin, Kurd in. Sazûmana İraqê bi salan şerê Kurdan kir, Kurdistan ser û bin kir, heya dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar anî. Lê mixabin hingê dinya bêdeng ma.

DYA di sala 1975 da bi destê Wezîrê derva Kîssînger soz da ku piştgirîya Kurdan bike, lê li ser gotina xwe ne ma. Kurd bi gotina wan bawer kirin, şerê Saddam kirin li lê piştra tenê man û şikestin, zirarek mezin dîtin.

Piştî wê jî, di  dema Şerê Xalîcê, salên 1990-91 da, dîsa serokê Amêrîka George Bush ji Xelkê İraqê xwest ku dijî Saddam rabin, Kurdan û Şîayan gor vê bangê kirin, serî hildan, lê dîsa tenê man. Amêrîkayê alîkarîya wan ne kir û li himber êrîşên Saddam tenê man, şikestin. Divê Kurd van bûyeran ji bîr nekin, ji bo xatirê Amêrîka nekevin şer.

Li alî din, ji bo Kurdan, heya ji bo temamîya gelê İraqê, tenê çûna Saddam têrê nake, mesele ne tenê ev e. Ger bi çûna wî guhartineke baş çênebe, ango cîyê dîktatorekî yekî din bigre, hingê şer ji bo çi ye?. Lê ger piştî Saddam sazûmaneke demokrat û federal avabe, ji bo Kurdan jî bo hemû İraqîyan jî feyde heye. Kurd dikarin piştgirîya guhartineke han bikin, bes divê jê bawer bin.  

2-Talabanî, ji Almanya dixwaze ku hêzên xwe yên ABC bişîne Kurdistanê, da ku dijî êrîşên Saddam herema Kurd biparêze. Raya PSK li ser vê pêşnîyarê çi ye? 

Dema Kurd di şer da piştgirîya DYA û hevalbendên wê bikin, hingê dikevin xetereke mezin. Top û fuzeyên Saddam nagihîjin Amêrîka, lê dikarin bi hêsanî bighên gund û bajarên Kurdan ku li tenişt wî ne. Ger di dest saddam da çekên kîmyewî û bîyolojîk hebin –ku bi raya me heye- dikare wek kesekî li ber mirinê, wan çek û sîlahan dijî Kurdan bi kar bîne. Ji bona vê yekê, DYA û hevalbendên xwe divê ji bo parastina gelê heremê tevdîrên baş bistînin. 

3-Şerê Kurdan li tenişt DYA û dijî İraqê, gelo li dawî zirarê nade Kurdan?

Helbet dikare bide. Li jorê min behsa vê yekê kir. Lê di hin rewşan da şer dikare netîceyên baş jî bide. Piştî Şerê Xalîcê usa bû! Ji bo Kurdan gelek destkevtîyên baş çêbûn. Di bin parastina Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO) da, li bakûrê Paralela 36 Kurd azad bûn. Ji xwe ra parlamen û hukumeteke netewî avakirin. Nuha jî bi perê niftê ku bi para wan dikeve, welatê xwe ava dikin, aborîya gel baştir dibe û çanda Kurd pêşva diçe.

Kurd naxwazin van destkevtîyên xwe di şerekî teze da winda bikin. Ji bo ku rîsk bigrin, divê pê bawer bin ku cardin nayên xapandin. 

Ger piştî şer İraqeke demokrat û federal ava bibe û Kurd bibin beşekî vê federasyonê, û dinya vê statûya teze nas bike, hingê ji bo Kurdan baştir dibe. 

4-Tirk di şerekî dijî Saddam da bêdeng namînin. Dema leşkerê Tirk bikeve İraqê helwesta Kurdan vê çi be?

Heqekî Tirkîyê tune ku bikeve İraqê û Kurdistanê. Em dijî vê yekê ne. Li İraqê sazîyeke çawa ava dibe, ew karê gelê İraqê, ya Ereb û Kurdan e. Kurd wê dijî êrîş û dagirkerîya Tirkîyê derkevin.

5-Xortên Kurd li Tirkîyê di rewşeke han da divê çi bikin? Gelo di derheqa vê yekê da, ji bo ku xort nebin esker û neçine şer, bangeke PSK û yê partîyên Kurd yên dinê heye, yan na?

Em, wek PSK dijî êrîş û dagirkerîyên Tirkîyê ne çi li himber Kurdistana Başûr be, çi li himber gel û welatên dinê. Em bi beyan û bangên xwe tim jî raya giştî hişyar dikin û ji xortên Kurd û Tirk dixwazin ku nebin aletê van êrîşan û vê sîyaseta şovîn û mîlîtarîst.

6-Gelo PSK tevî rêxistinên Kurd yên dinê dişêwire, kar û xebat dike ku tevî wan sîyaseteke miştêrek dayne di derheqa şerê DYA dijî Saddam da û  dema Tirkîye bikeve Kurdistana İraqê Kurd çi bikin?

Me hin pêşnîyar birin partîyên sereke yên parçên dinê ku bi hevra rûnin û li ser vê babetê bişêwirin. Lê herdu Partîyên Başûr (PDK û YNK) gotin nuha ne hewce ye.. 

7--Gor raya we divê Tevgera aşitîyê ya Ewrûpa û Kurdên koçber li Ewrûpa , li himber êrîşa DYA dijî Saddam helwesteke çawa bigrin?

Em Kurd di şerê DYA û Saddam da ne teref in. Lê ger piştî vî şerî Sazûmana Saddam biruxe û li cîyê wê sazîyeke demokrat û federal ava be, em kêfxweş dibin. Saddam zalimekî bê merhemet e. Em berxwedana wî yê dijî DYA wek tevgereke dijî împeryalîyê nabînin. Ger gelên İraqê, çi Kurd çi Ereb, îro di rewşeke usa xirab da ne, sedemê mezin Saddam û sazûmana wî ya Baasî û sîyasetên wan ên şaş û maceraperest e. Vê sazûmanê ger heqê Kurdan nas bikira û rîya aşitîyê bida pêş xwe dikaribû welatê xwe gelek pêşva bibe, avadan bike. Lê bi Kurdan ra bi salan şer kir, serê İraqê kir belayên mezin (Berê şerê Îranê ku heyşt sal ajot û piştî wê jî dagirkirina Kuveytê..) 

Tevgera aşitîyê li Ewrûpa helbet divê dijî şer derkeve; lê divê van tiştan jî hemû bide ber çavan.

Bi silavên dostayetî..

E. Havîn

Berpirsîyarê Buroya Derva

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

19 Tîrmeh, 2002

-------------------------------------------

(*) Ulla Jelpke, jî Partîya PDS (Partîya Sosyalîzma Demokrat) e, endam e li Parlamena Federal û berpirsîyarê Komîsyona Karên hundur û ya Huqûqê ye.

 

 
PSK Bulten © 2002