Agirê þoreþê tucar sar ne
bû û nabe
Ferhad CAN
Roj di zindanan da dereng, lê li der, di nav kar da zû derbaz
dibin.. Ji ser mirina hevalê Delal Nûrettîn Basût jî
salek derbaz bû. Me ew, sala berê di 5´ê Adarê da winda kir.
Lê wekî çend roj berê ye..
Di van 30-40 salê dawî da me gelek hevalên delal winda kirin.
Mistefa Çamlibel, Metîn Aksoy, Yilmaz Demîr, Ebdilselam
Aydin, Erdan Aslan, Elî Ýhsan Tan, Arif Qilinç, Metîn
Battal, Wahît Baþaran, Taha Öztürk, Remezan Çankaya, Hesen
Kaya, Kenan Aras, Mîrzê, Zubeyr Yildirim, Mistefa Budak, Kamil
(Emîn Azdir), Hûseyîn Alî Akagündüz, Elî Xoce (Ramazan
Adigüzel), Ekrem Polat, Cemal Sevîm, Çinar Acar (Azad), Emekçî
Saît (ji Elazîzê), Hecî Saît (ji Lîcê), Hesen
Harmanci, û gelekên dinê.. Hinên wan li zindan û îþkencexaneyên
dewleta faþîst, hin bi destê çete û peyayên sazâmana koledar
çûn. Hinan jî nexweþî û qezayan ji nav me birin..
Van du salên dawî çend hevalên hêja, Yavuz Koçoðlu, Enîs
Eren, Wedat Sevîn, Bozan Erdem di qezayên trafîkê da bi
dû hev çûn. Piþtî wan jî Nûrettîn Basût û Kazým
Topal.
Dil hînî windakirina hevalên delal nabe. Ew wekî ji malê
ne, xwîþk û bira ne, law û keçên me ne. Me bi salan bi hevra
ji bo azadî û serbestîya welat, ji bo heqê bindestan, xebatkaran
dijî zor û zulmê þer kir. Me di nav kar û xebatê da, di zindanan
da, li xerîbîyê nan û av, þa û êþ parva kir. Dema hevalek
diçe wek gulek, wek darek ji baxçeyê me kêm dibe.
Lê mixabin, jîyan usa ye. “Jîyan þa û jan bi hevra dirêse.”
Belê, ew tim di dilê me da ne û cîyê wan ê vala di kar û
xebatê da xuyayî ye. Lê jîyan jî, kar û xebata ji bo azadî
û serbestîya welat jî dîsa berdewam e. Mala heval û hogiran
ava be, ala wan li erdê ne hiþtin. Li bêxçe ajên teze dighên.
Mirovo, ji bo gulên çilmisî megîr, þîn meke
Jibo xwîna herikî, emrê çûyî, qîrîn meke
Bibê nebê, bihar dîsa bê, roja me wê hilbê
Ev Kurdistana jîr û jîndar e, tu axîn meke
Li Kurdistanê berî me, ev du sed sal e, gelek bavik hatin
çûn. Di bin rêberîya Kurdên berxwedar û qedirbilind da gelek
þoreþ çêbûn. Mîr Bedirxan û Þêx Ubeydulla,
Þêx Saît û Seyît Riza, Ýhsan Nurî Paþa
û Simko, Qazî Mihemmed û Qasimlo, Þêx
Mehmûd û Mele Mistefa.. Û bi dehan yên dinê...
Bi sedan, bi hezaran heval û hogirên wan.. Ew hatin çûn lê
meydan vala ne ma. Þerê azadî û rizgarîyê tim hebû û heye.
Agirê þoreþê tucar sar ne bû û nabe.
Baba Tahir û Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û Mele Ehmedê
Cizîrî, Mîr Þerefxan, Mîr Celadet Bedirxan, Pîremerd
û Goran, Hejar û Hêmîn, Erebê Þemo, Qanatê Kurdo û Cîgerxwîn...
Agirê çanda Kurd tucar venemirî.
Di rîya azadî da hezaran hatin, hezaran çûn
Ka roja me, ewqas sal û zeman hatin çûn
Hêvîdar be hevalo, di avê da naçe xuh û xwîn
Gel man, lê gelek Sezar û Xulagû Xan hatin çûn
Ýro agirê berxwedanê li çar parçê Kurdistanê geþ e. Kurd
li ser pîyan in. Bi rêxistin, bi sîyaset, bi dîplomasî, bi
huner û çand, bi her awayî..
Dijminê zalim û xwînxwar çiqas êrîþger be, çiqas bi hîle
û dafik be jî, çiqas ji nav Kurdan xulam û bêbext derkevin
jî, nikare vî agirî vemirîne. Dawîya Saddam li ber çavan e.
Ýro kuna miþk lê heram bûye. Aqibeta yên dinê jî, yên Turanîyên
hov û har jî helbet wê usa be..
Dîrok rûyê me reþ dernaxe, bes em ji kar û xebata xwe, ji
berxwedana xwe bawer bin û bimeþin..
* * *
Bi vê hejmarê (48) her usa jî Dema Nu du salîya xwe
temam dike û dikeve sala sisêyan.
Belkî du sal ji bo weþaneke 15 rojî ne zêde ye. Lê di rewþa
me Kurdan da bi taybetî li nav welat, di bin ewqas zor û zulma
dewleta har û hov da, ev ne tiþtekî piçûk e.
Dema Nu, ger bi tîrajeke bilind nebe jî, di çapemenîya Tirkîyê
û Kuristana Bakûr da dengekî taybetî ye. Li Ýstembolê der
tê û tê da ray û daxwazên milletê Kurd bi bi zmanekî zelal
û bi cesaret têne eþkerekirin. Ew platformake demokratîk e,
bi pirdengî ye. Tê da Kurdên heya Tirkên ji gelek dorhêlên
sîyasî, sosyalîst, sosyal demokrat û lîberal bi Kurdî û Tirkî
dinivîsin.
Bona vê yekê ye ku, tu bêje hemû hejmarên wê bi destê dozger
û polêzan hatin qedexekirin û komkirin. Yên mayî jî Kitêbxane
û firoþgeran qebûl ne kirin ku nîþanî xelkê bidin, bifroþin.
Ji xwe di rewþa “OHAL”ê da Kurdistan bi tevayî wek weþanên
Kurdan yên dinê, ji Dema Nu ra jî qedexe bû. Di derheqa wê
da bi dehan doz û dewa hatin vekirin. Di van du salan da çend
caran berpirsîyar, heya xwedîyê rojnamê guharîn.
Bona vê yekê ez xwedî û berpirsîyarên wê, xebatkarên wê,
nivîskarên wê û xwendevanên wê pîroz dikim. Eger ev rojname
du sal jîyaye para hemûyan tê da heye. Û ez heval Nûrettîn
Basût jî cardin bi hurmet tînim bîra xwe, ku rêvebirê karê
rojnamê yê pêþîn bû.
Her usa jî Dema Nu ra emrekî dirêjtir dixwazim.
|