PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Albanî û Kurd

Welatê Albanîyan (Arnavûdan) jî wek ya Kurdan barçebûyî ye. Beşek bi navê Kosovo, di bin bandûra dewleta Yugoslav bû. Beşek di nav sînorê Makedonan da ye. Albanî li welatên dorê (Yunan û Tirkîye) jî belav bûne.

Lê rewşa wan dîsa jî ji ya me gelek baştir e. Beşekî mezin ji welatê wan, ji zû va di dest wan da ye û li wir dewleta Albanî heye. Kosovo jî vê dawîyê, bi alîkarîya NATO’yê rizgar bû; hîn bi şiklekî resmî serbixwe nebe jî, fêlen ji bin destê Yugoslavan derket. Li Makedonyê jî Albanî va ye di şer da ne.

Lê li makedonyê Albanî ji nuha va xwedî gelek heq in. Ango hebûna wan tê naskirin. Bi zmanê wan mekteb û weşan serbest e. Partîyên wan hene, di parlamenê da cî digrin û di hukumetê da beşdar in. Lê Albanî zêde tişt dixwazin. Dibêjin, divê em ne wek hindikahî (hûrgel) wek şirîkê dewletê bêne naskirin. Ango ev welat yê Makedon û Albanan e û divê dewlet jî ya herduyan be, bi şiklekî federal be.

Nifûsa Albanên Makedonyê di çaran da yek e. Ango di nav du mîlyonî da qasî 500 hezar..

Nuha dinya li çareyekî digere ku şerê makedonyayê bisekine. Xuya ye Qanûna Esasî ya Makedonyê bê guhartin û Albanî heqê xwe wê bistînin.

Tirk di vî warî da çi dikin?

Dewleta Tirk lii Balkanan piştgirîya gelên Misilman, yên wek Boşnak û Kosowî kir ku ji bin bandûra Sirban xilas bin. Nuha jî dîsa dixwaze ku Albanîyên Makedonyê jî qasî Makedonan bi heq bin. Di bin dest da alîkarîya wan dike. Lê piçek jî bi tirs e: Nebe ku ev yek bibe nimûneyeke teze ji bo Kurdan!

Nivîskarekî Tirk, Samî Kohen, ku li ser pirsên derva pispor e, usa dibêje:

“Albanî ne wek hindikayî ne. Çareserî ev e ku Qanûna Esasî bê guhartin û Albanî wek şirîkê eslî yê dewletê bêne naskirin…”

Baş e, em jî dixwazin ku usa be! Lê ev camêr ji bo Kurdan çi dibêje?  Nifûsa me jî li vî welatî (di nav sînorên Tirkîyê da) di sisêyan da yek e û em ji 20 mîlyonî zêdetir in..

Lê me tucar ne dît ev camêra ji bo Kurdan jî tiştekê usa baş bêje. Na, ji çend kesên demokrat pêve, nivîskarên Tirk tucar di derheqa Kurdan da daxwazeke usa nakin. Gor wan tu heqê Kurdan tune, ne li vî welatî, ne jî li welatekî din! Ne serxwebûn, ne federasyon, ne otonomî! Heya ne mekteb, ne weşan, ne jî tiştekî din!..

Ji Kurdan kî heq bixwaze cudaxwaz e, terorîst e, dijminê welat û millet e!..

Çi bêjim, tiştê ku hat serê Sirban, înşalla were serê we Tirkan jî! Ev welat parçe parçe be, ku ji xwe ne welatê we ye, hûn wek gûlyabanîyan ji der va hatine û we dest daye ser. Wek millet jî xwezî bibin toz û dûman, da ku ev dinya ji hovên wek we xilas be…

 
PSK Bulten © 2001