Apo hazirîya
çi dike?
Mehkema
Heqên Mirovî ya Ewrûpa (MHME) di 31’ê Gulanê da li dewaya
Avdila Ocalan dinêre.
Wekî
tê zanîn, Awûqatên Ocalan, ji mehkeme û biryara Îmralîyê ra
di MHME da êtiraz kirin. Yek ji êtirazên wan, şiklê anîna
Ocalan e ji der welat. Dibêjin Ocalan hatîye revandin û ew
dijî usûl û qeydeyên huqûqa navnatewî ye. Her usa jî dibêjin
heqê parastinê ji wî û awûqatên wî ra têr ne hatîye naskirin..
Helbet
revandina Apo ne gor usûl û qeydeyên huqûqa navnetewî ye,
bi şiklekî korsanî ye. Lê kî guh dide van tiştan?
Ew zulma ku dewleta Tirk bi salan e ji Kurdan ra rewa dibîne,
ewqas neheqî, teda, kuştin, nefîkirin, ma gor huqûqa
navnetewî ye? Karên dinyayê, mixabin, ne li ser heq û hiqûqê,
li ser hêz avabûye. Zora kê ku çû kê. Kî xurt e, her usa jî
heq para wî ye! Dewlet û hêzên dinyayê, ger zirarê nede wan,
guh nadine neheqî û zordestîya yên dinê.
Ocalan
bi xwe jî, di jîyana xwe da tenê qîmet da zorê, zor pîroz
kir, di pêvendîyên xwe da, di nav partîyê û dervayî partîyê
da, dijî hevalên xwe, dijî rêxistinên welatparêz û çep ên
Kurd û Tirk, heya dijî gelê Kurd bi kar anî. Heya ne gor biryareke
mehkemê, lê gor kêfa xwe hevalên xwe dan girtin, dan kuştin;
ji ber ku li ser hin tiştan cuda difikirîn.. PKK bi emir
û fermana Apo, di ser gundên Qoricîyan da (heya di ser gundên
dinê da ku ne qoricî bûn, lê ne hevalbendê PKK jî bûn) girt,
jin û zarok ne got, kuşt. Li welat û der welat PKK, gor
emr û daxwaza Apo êrîşî ser partî û rêxistinên welatparêz
kir, gelek însanên şoreşger kuşt, komele şewidandin,
civînên Newrozê belav kirin.. Ma ew hemû gor huqûqa netewî
û navnetewî bûn?.
Apo
piştra, ev hemû kiryarên xirab kir ser hevalên xwe, da
ku xwe ji vî barî xilas bike..
Çi
xerîb e ku, nuha ew Apo li heq hiqûqê digere.. Lê bila bigere.
Em bi xwe, heqê yekî wek Apo be jî diparêzin. Ferqê me û wî
ew e..
Mehkemeyên
Tirkan jî, ne tenê Mehkema Parastinê yên Dewletê, lê temamîya
wan di pirsa Kurd da ne bêteref in. Dewleta zalim çi rê danîya
pêşîya wan gor wê dikin. Ew mehkemeyê neyaran in, emê
ji wan çi hêvî bikin?. Helbet biryarên wan ne adil in.
Ka
em binêrin MHME di derheqa êtirazên Apo da çi biryarê bide.
Bo wê jî ne hêsan e. Ewê biryareke gor huquqê bide, gor sîyasetê?..
Ger
mehkeme êtirazan rast bibîne û bêje ew biryara derheqa Ocalan
ne li cîye, helbet ji bo dewleta Tirk di warê navnetewî da
serêşîyeke teze çêdibe. Lê Tirk, li himber biryareke
han, herhal ji helwestê xwe danakevin û Apo jî şunda
venagerînîn Kenyayê. Ango rewşa apo, gor biryara MHME
naguhure. Tirk ne Apo berdidin ne jî darda dikin. Ew dardanekirin
ne tenê jî bo xatirê Ewrûpîyan e. Lê Tirk bi rîya Apo, di
pirsa Kurd da sîyaseta xwe ya teze dimeşînin. Roja hatibû
girtin, Apo gotibû “canê min bibexşînin, ezê xizmeta
we bikim!” Wan canê Apo bexşandin û ew jî xizmeta xwe
bi dil û can dike. Ew çi dixwazin Apo dike. Pêşnîyarên
wan digihîne partîya xwe û partîya wî jî bi cî tîne. Ango
Apo di dest wan da mirîşka hêkzêrîn e, divê jîyana vê
mirîşkê baş bê parastin…
Nuha
Apo hazirîya xizmeteke teze dike. Ray û daxwazên xwe dinivîse
ku bigihîne MHME. Ew gotin û mesajên Apo, ku bi rizaya dewleta
Tirk û bi destê Awûqatên wî digihîje derva, di rojname, têlevîzyon
û înternetan da cî digrin, baş xuya dikin ku Apo xwe
hazir dike, bi navê “parastinê” derbeke teze li tevgera Kurd
xe. Careke din doza Kurd li pêş dinya alemê înkar bike.
Bêje ku Kurd, ji xweşîya Tirkîyê, ji “komara demokratîk”
pêve tiştekî naxwazin. Serhildanên Kurdan yê dused salî
neheq derîne, wek kevneperestî nîşande û bona vê yekê
Kurdan rûreş bike. Gunehê van serhildanan, wek dewleta
Tirk, bike stûyê bîyanîyan, Ewrûpîyan gunekar bike. Ango dewleta
Tirk paqij û bêgune nişande û berö Kurdan bide ser hedefên
şaş… Amanc û niyet ev e.
Apo
van tiştan bi mehan e dibêje û li pêş MHME careke
din wê bêje.. Helbet Apo bi xwe nikare biçe wir, lê gotinên
xwe bi nivîskî û bi rîya Awûqatên xwe bişîne û li wir
bide xwendin.
Apo,
di beyana xwe ya dawî da, ku bi serenavê “Kürtlere
de Hukuk” (Ji Kurdan ra jî Huqûq), ku di rojnama Ozgur
Polîtîka, 21 Gulan, 2001 da derket, van tiştan eşkere
dibêje:
“Komploya ku dijî min hat darxistin, çavkanîya
wê bi giranî Ewrûpa ye. Bingehê wê 200 salî ye. Îngiliz û
Frensî 200 sal e ku bi vî karî mijûl in. Mîna arenayên Romê,
em avêtin ber şêran. Ji Tirkîyê ra gotin, ‘Ahan ji te
ra qurbanek, dardabike!’ Di dîrokê da îxaneta Yunanîstanê
gelek mezin e, bê emsal e…”
“Me ji bo serxwebûn û azadîya Tirkîyê kar û xebat kir. Eva ne teslîmbûn e… (Bi rastî, hayê xwe ji kiryara xwe baş
heye. NN.) Komplo ne
tenê dijî min e, her
usa jî dijî Tirkîyê ye…”
“Dîroka pirsa Kurd digihîje 200 salan. Eva dîrokeke
bi lanet e, tê da bêbextî, lîstikên İngilizan û ya împeryalîya
Evrûpa heye. Pêvajoya
sala 1920 li Anadolê (qesdê
wî îttîfaqa Kurdan bi Mistefa Kemal ra)
êttifaqeke baş bû. Serhildanên Kurdan bû asteng li ber
pêşveçûna Komarê (Tirkîyê).
Îngilizan ji yekî ra gotin serî hilde, ji yê dinê ra gotin
dardabike!”
“Ez nuha ne mehkûmê Tirkîyê me, yê komployê me. Emê
di mehkemê da van tiştan eşkere bikin. Emê ji Ewrûpîyan
ra bêjin ku, we gor huqûqê ne kir, we qetlîam û komploya 200
salî pêşberî me kir. Min ji bo parastina xwe 300 rûpel
nivîsand. Ezê derewên Ewrûpîyan di warê sîyaset û huqûqê da,
sedî da 75 eşkere bikim, rûyê wan reş bikim…”
“Dema tu zirar nedî yekitîya
dewletê, ew jî hin tiştan dike. Min ne ji bo cudabûnê
, ne ji bo şer, lê ji bo aşitîyê kar û xebat kir…”
Belê,
Apo van tiştan dubare dike. Xuya ye 300 rûpelê ku wî
nivîsandîye ne ji bo parastina doza Kurd e, lê bo parastina
sîyaseta dewleta Tirk e û bo rûreşkirina tevgera Kurd
û xelkê biyanî ye. Ango, bi taybetî wan hêz û kesên demokrat
gunekar dike ku mafên mirovî diparêzin, bona vê yekê jî Kurdan
ra xwedî derdikevin û Tirkîyê rexne dikin. Ango Apo, wekî
berdevikekî Tirk, ji bo pirsa Kurd, ji bo serhildanên Kurd,
Kurdan bi xwe, her usa jî welatên Ewrûpa gunekar dike.
Tirk
jî bi salan e vî tiştî dikin û ji Ewrûpîyan ra dibêjin:
“Li welatê me pirsa Kurd tune, ya terorê heye. Ew jî bi destê hêzên derva
çêdibe. Tilîya hin dewletên Ewrûpî di vî karî da heye. Hûn
piştgirîya terorê dikin, hûn wan xwedî dikin… Hûn dixwazin
welatê me parçe bikin…”
Dema
Apo, ku xwe wek serokê Kurdan nîşan dide, li
pêş mehkema Ewrûpayê van tiştan bêje, êdî dinya
alem çawa difikire û çi dibêje?.
Belê,
xuya ye Apo, ji bo ku dewleta Tirk memnûn bike, ji bo canê
xwe yê şîrîn, xwe hazir dike ku, roja 31’ê Gulanê derbekî
teze li doza Kurd xe. Helbet, medyaya Tirk vê firsendê baş
bi kar bîne û tevî wê jî medyaya PKK û hemû pelên hêcîrê ji
van gotinên bêbext ra kirasên teze û rengîn bidûrin…
Divê
hemû hêz û kesên welatparêz, hemû rewşenbîrên Kurd di
vî warî da hişyar bin.. Rê û firsend nedin ku bi destê
hin maşikan pirsa Kurd çepeçûlkî be û raya giştî
bê xapandin. Bila Tirkîye jî, ew fîguranên hanê jî baş
bizanibin ku meydan ne vala ye.
(*) Têbinî: Ev nivîs berî 31’ê Gulanê hatibû nivîsandin. Di vê navberê da bi daxwaza
awûqatên Ocalan mehkemê (MHME) dawe bi şunda avêt, roja
31’ê Tebaxê. Sedem jî usa hate nîşandan ku, Awûqatên
Ocalan ji bo parastinê hîn ne hazir in û waxtekî zêde xwastine.
Lê ev tişt nakeve serê mirovan, ji ber ku, ev roj ji
mehan berê xuyayî bû.. Lê sebep her çibe jî li dawîyê mehkeme
hate tehirkirin. Bi alîyekê jî ev tişt baş bû! Ger
hûn bêjin çima, sebep di jor da hatîye nivîsîn…
|