PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Apociyan li Berlînê êrişî ser şeva Newrozê kirin

Di roja 15’ê Adarê li bajêrê Berlînê Kurdan cejna Newrozê bi hevra pîroz kirin. Salon bi ala Kurdî û durûşmên Netewî hate xemilandin. Ji 1000`î zêdetir kes beşdarê şevê bûn. Şeva Newrozê îsal bi harîkarî û hevxebatîya HOYBÛN, HEVBENDÎ, KOMKAR, PYK-S, ASTA-TU hate amadekirin. Di şeva Newrozê da jin û mêr, bicûk û mezîn bi hevra şadî û keyfxweşî li hevdû Newroz pîroz kirin û bi yek dengî „Eyreqîb“ xwendin. Kurd bi yekdilî û yekdengî bi hevra Newroza xwe hembêz kirin. Govend û dîlan girtin.

Gava ku hunermendê dilsoz Şivan Perwer di sehnê stran digot, Newroza gelê xwe pîroz dikir, komeke (qasî sî, çil kesî) bi dar û zincîr û asin bi avêtîna diruşmê „Bijî Serok Apo“ êrişî ser Şivan Perwer kirin û saza hunermendê Kurd şikandin û xwastîn destdirêjîya wî ji bikin, lê belê beşdarvanên şevê li hember da rabûne ser pîya û bi yekdengî duruşma „Bijî Azadîya Kurdistanê „ avêtin û ew bêdeng kirin û ji nava salonê vemalîn û avêtine derê.

Temaşevanên şeva Newrozê li jêr avêtina duruşmên „Bijî Kurdistan“, „Bijî Newroz“ şeva xwe berdewam kirin. Şivan Perwer hate ser sahnê û tev beşdarvana „Bijî Kurdistan“ avêt û dest da mikrofonê û got:

„Ew kesên hana ku nizanin Kurdî jî bipeyvin, tên êrişî me dikin û naxwazin em Kurd Newroza xwe pîroz bikin. Evana Apoçi ne û xulamên dijmina ne, di xizmeta neyaran da ne, ezê her stiranên xwe bêjim û ji wan û axayên wan jî natirsim. Wan bi evan karên kirêt û bêbexte xwe nagihijine çu deran. Bes e, nekin, xirab nekin.“Bijî Kurdistan, Bijî yêketîya Hêzên Kurdistan, Bijî Newroz.“ Salon bi coş hat û Şivan Perwer tev beşdarvana siruda „Herne pêş „ got.

Paşê bernama şevê bi coşekî berçav meşiya, hunermendan Erdal Kaya û Gulistan Sobarî, Koma Dîlan, Kulilkên Kurdistan, Koma Tirêj şev xemilandin.

Li Parîsê Şeva NEWROZ’ê

Kurdan isal jî bi hevra li bajêrê Parîsê da cejna Newrozê pîroz kirin. İsal ji her çar parçên Kurdistanê li jêr banê cejna Newrozê da li dor hev kom bûn û nîşana berxwedanê, li bin ala rengîn da bi coşeke mezin tev1500 kesan pîroz kirin.

Hêzên Kurdistanî, PDK, PDK-Î, KKP, PSK, PYK-S bi hevra şevê Newrozê amade kirin. Beşdarvanê şevê bi beşdarîya hunermendan Şivan Perwer, Said Gabarî, Seher Dilovan, Neşenur Aktaş bi coş hatin.

Dîsan Apoçîyan der û rêkên derê salonê digirin û xelkê tehdît dikin û nahêlin bikevine Newrozê. Bi komeke 40 kesî bi dar asin û zincîr êrişê dibine ser şeva Newrozê, lê belê beşdarvanên şevê û Kurdên dilsoz li hemberê evê êrişa Apoçîyan berxwe dan, şeva Newrozê parastin, nalet li wan xirabkaran barandin.

 

 
PSK Bulten © 2003