PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Axaftina Heval Burkay di Kongra 7. da

Sekriterê Giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Kemal Burkay, di vekirina kongra PSK ya Heftan da axaftineke dirêj kir, di axaftina xwe da li ser bûyerên mihîm sekinî ku ji Kongra 6. vir da çêbûne, wek bûyerên 11 İlona 2001, şerê Afganîstanê û Iraqê, rewşa Kurdistana Başûr piştî şer, Pêvîndîyên Tÿrkîyê û Yekitîya Ewrûpa, hilbijartinên sala berê li Tÿrkîyê, her usa jî kar û xebata partîyê di vê demê da. Burkay, di dawîya axaftina xwe da li ser pirsa sekriterîya giştî sekinî û usa got:

Hevalno,

Ez ji avabûna PSK vir da, va ye 29 sal e sekriterê giştî me. Eva ji bo emrê mirovekî demeke gelek dirêj e.

Di dema borî da çend caran min xwest vê wezîfê dewrî hevalên xwe bikim, lê her car ev daxwaz bi cî ne hat. Cara dawî min xwe hazir kiribû ku di Kongra 6. da, ku di Tîrmeha sala 2000 da çêbû, êdî dev ji vê wezîfê berdim. Min di kongrê da daxwaza xwe ji hevalan ra got. Ji ber ku him ev karê giran ku min gelek sal e dikir, ez westandibûm, him jî min feyde ditît ku êdî hevalên din vî karî bigrin ser xwe, ango guhartinek çêbe.

Lê mixabin, wekî hûn jî dizanin, ew daxwaza min bi cî ne hat. Kongrê qasî heftekê ev mesele gelek mezin kir, dijî daxwaza min derket û li dawîyê ez mecbûr mam cardin vê vezîfê bigrim. Bona vê yekê min ev kar sê salê din kir û heya îro anî.

Lê di vê Kongrê da êdî ji bo min ev kar dighê dawîyê.

Hin heval, bi taybetî jî endamên Komîta Merkezî, dizanibûn ku ez vî karî piştî Kongra 7. êdî naxwazim bidomînim. Min ev biryara xwe, wek nameyekê şeş meh berê ji Komîta Merkezî ra şand, heya tevî wê civînê ne bûm, ku di hezîrana çûyî da çêbû, da ku heval bi rehetî li ser vê meselê bişêwirin û tevdîrên xwe bistînin

Hevalno, ji we hemûyan ra gelek spas dikim ku we ev karê hêja û qedirbilind ewqas demeke dirêj ji min ra laîq dît.

Karê rêxistinî karekî kollektîf e, ha mirov li serê refê be, ha li dawî, hemû jî hêja ye.

Ez êdî di dereca Komîta Merkezî da jî wezîfe nagrim. Ji vir ha da dixwazim piranîya waxtê xwe bidim karê nivîsandinê, bi taybetî ji bo weşana hin pirtûkên xwe, ku di nav da cîldê 2. û cîldên din yên xatiratên min jî hene ku di dest min da ji bo weşanê hazir in, lê ji bo çapkirina wan li benda demeke minasiw im. Her usa jî, ger ji bo karên partîyê, ji vir hada jî hin tişt bikevin ser milê min, helbet, gor mecala waxta xwe ezê wan jî pêk bînim.

Ez herçiqas, hîn berî karê sîyasî mirovekî şair û nivîskar bim jî, ev çil sal e ku karê sîyasî dikim bi şiklekî rêxistinî. Ez dizanim karê rêxistinî çiqas mihîm e. Di vê dema dirêj da, ne ku tenê min gelek tişt da rêxistina xwe, lê rêxistinê jî di warê moral da gelek tişt dane min.

Rêxistin sîlehê herî giranbuha ye, ji bo wan kesan ku armancekî sîyasî dane pêşîya xwe, bi taybetî jî bo tevgerên rizgarîxwaz. Tucar bê rêxistin nabe.

Heya di jîyana kar û di warê çandî da, di her warekî jîyana civakî da rêxistin divê. Civaka medenî û demokrat, civakeke usa ye ku bi her awayî baş rêzbûye.

Rêxistinên sîyasî jî, helbet wek hemû rêxistinan ne armanc in, lê hevcar in, ango halet in. Navê wan, şiklê wan, bernamê wan û şiklê kar û xebatê jî di zeman da dikare biguhure. Lê rêxistineke sîyasî, heya ku welatê me rizgar be ji me ra lazim e. Heya piştî wê jî, ji bo avakirina welat û jîyaneke teze û ji bo meşandina kar û xebatê ji bo sazûmaneke sosyalîstî, dîsa ji me ra lazim e.

                      *   *   *

Hevalno,

Partîya me, di van rojên pêş da 29 salîya xwe temam dike û dikeve sala 30. Ev ne emrekî kurt e.

Mixabin em hîn ne gihîştine armancên xwe. Sebebê vê, dibe ku hinek ji wan sabebên dervayî me, ango yên objektîf bin, lê dibe ku hin sebep jî qisûr û kêmasîyên me bin, ango yên subjektîf bin. Bi kêmayî, ger me nekarîye bibin partîyeke mezintir û xurttir, helbet kêmasîyên me jî tê da hene. Lê şik tune ku me di vê dema dirêj da, ango nêzî sî salî ji bo dozeke heq, ji bo rizgarîya gelê Kurd û sosyalîzmê, kar û xebateke mezin kir, em bê westan xebitîn. Di xebata giştî ya gelê me da para me jî ne piçûk e.

Divê hemû hevalên me ji vê yekê serbilind bin.

Ez bawer im, ev kar û xebat di avê da naçe.

Ez wan hemû kesan pîroz dikim ku di vî karî da para wan heye.

Ez wan hevalan bi hurmet tînim bîra xwe, ku di vê rê da jîyana xwe winda kirin.

Divê em 30 salîya avabûna partîya xwe bi şiklekî baş pîroz bikin ku layîqî wê be û bo vî karî piştî kongrê dest pê bikin, hazirî bikin.

Ez careke din ji Kongra 7. ra serketin dixwazim.

Ji we hemûyan ra di jîyana taybetî û ya rêxistinî da sefirazî û bextewarî dixwazim.

Kemal Burkay

Çileyê Pêşîn 2003

 
PSK Bulten © 2003