Axaftina Kemal Burkay, Sekriterê
Partîya Sosyalîst a Kurdîstan li Konferansa Kopenhagê
14 Çirîya Pêşîn, 2002
Guhdarên ezîz,
Xwîşk û brayên delal,
Berî hertiştî spas dikim ji bo kesên ku ev konferansa
han amade kirine û gazî me jî kirine ku li vir ray û pêşnîyarên
xwe bêjin.
Di vê beşê Konferansê da babet çareserîya pirsa Kurd
e û di vê çarçuvê da rol û tesîra Krîterên Kopenhagê ne.
Di destpêkê da bêjim ku, pirsa Kurd ne pirseke usa piçûk
e ku tenê di çarçuva mafên mirovî da, yan di çarçuva heq û
azadîyên hindikahîyan (hûrgel, mînorîtet) da bê dîtin û çareserkirin.
Na, pirsa kurd ji vê gelek zêdetir e. Ev pirseke netewî ye.
Kurd yek ji milletên herî mezin in di Rojhilata Navîn da,
tevî Tirk, Ereb û Farisan. Nifûsa Kurdan îro digihîje 40 mîlyonî
û Kurd li ser axa xwe, li Kurdistanê dijîn ku welatekî qasî
Fransê ye.
Lê mixabin welatê Kurdan bûye çar parçe û Kurd di van hemû
parçeyan da bi darê zorê hatine bindestkirin, ji hemû mafên
bingehîn bêpar mane. (Ew rewşa Kurdistana Başûr
teze ye û rewşeke cuda ye. Ew jî bi rîya şer û şoreşên
dirêj û piştî Şerê Kendavê çêbû.)
Divê pirsa Kurd jî di vê çarçuvê da bê dîtin û bê çareserkirin.
Rîya çareserîyê ji bo hemû milletên bindest çi ye, ji bo
Kurdan jî ev e. Heqê Kurdan e ku qedera xwe bi serbestî tayîn
bikin. Ango heqê Kurdan e ku dewleta xwe ya serbixwe çêkin.
Di hin hal û mercan da çareserîyeke bi şiklê federasyonê
yan jî konfederasyonê jî dibe.
Partîya me ta ji destpêkê vir da usa difikire. Ango Kurd
û Tirk dikarin li ser bingehê wekhevîyê di sazumaneke federal
da bi hevra bijîn.
Lê mixabin dewleta Tirk ta ji destpêkê sîyaseteke şaş
da pêşîya xwe. Wê hebûn û heqê Kurdan nas nekir. Xwest
zman û çanda Kurdan winda bike û bi vî awayî milletê Kurd
ji holê rake.
Dewleta Tirk heya Peymana Lozanê jî pêpes kir. Bi taybetî
bendê 39, ku digot “heqê hemû welatîyan e ku zmanê xwe di
hemû warên civakî da û di warê weşanê da bi serbestî
kar bînin.” Lê zmanê Kurdî hat qedexekirin. Axaftina Kurdî,
heya kilamên Kurdî bûn curmekî mezin!..
Kurdan li himber vê sîyaseta neheq berxwe dan, lê hemû berxwedanên
Kurdan hatin şikandin û zulmeke mezin li me bû. Ji ber
vê sîyaseta şaş Tirkîyê bi xwe jî rûyê aşitîyê
nedît. Heyîyên Kurdistanê û Tirkîyê di rîya şer û pevçûnan
da telef bûn, welat di warê aborî û civakî da şunda ma.
Mîlîtarîzm her çû xurt bû û Tirkîye ji demokrasîyê dûrket.
İro jî, di destpêka sedsala 21´an da, ku Tirkîye ketîye
ser rîya Yekitîya Ewrûpa, dîsa dev ji sîyaseta han bernedaye.
Endametîya Yekitîya Ewrûpa ji bo Kurdan çi nişan dide?
Em dixwazin Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Lê ne bi
vî halî, ne bê qeyd û şert. Divê Tirkîye şertên
Kopenhagê bi temamî bi cî bîne, bi vî awayî di rîya demokratîyê
da bi pêşva biçe.
Helbet em zanin, Şertên Kopenhagê bi têra daxwazên Kurdan
nakin. Heya Tirkîye pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê bi şiklekî
federal çareser neke, ev pirs ji ortê hilnayê û Tirkîye jî
bi vê zulm û neheqîya xwe ya li ser Kurdan nikare bibe welatekî
demokrat.
Dîsa jî ger Tirkîye Þertên Kopenhagê bi rastî û bi temamî
bi cî bîne, Rewşa Kurdan jî baştir dibe.
Wek nimûne: Yekitîya Ewrûpa di Pelgê Şirîkatîyê da ji
Tirkîyê xwest ku heqê perwerdegarî bi zmanê dayîk bide Kurdan
û gelên din. Her usa jî astengên li pêş weşana bi
zmanê dayîk rake.
Lê Tirkîyê çi kir? Berpirsîyarên Tirkîyê bi daxwazên Yekitîya
Ewrûpa gelek qehirîn, dij derketin. Bi “Bernameya Netewî”
bazarî kirin, li himber van şertan şert danîn. Û
sal derbaz bûn, hukumeta Tirk Þertên Kopenhagê bi cî ne anî.
Tirkîyê di sala 2001 da di Qanûna Esasî da hin guhartin kirin.
Lê wan guhartinên bê dil berê tiştekî negirt. Hemû jî
wek makyaj bûn. Çawa Serokê Mehkema Temyîzê Samî Selçûk jî
got, Qanûna Esasî ya 1982 wek destûra polêzan e, bi van guhartinan
jî nikare bibe demokratîk. Divê li cîyê wê yeke teze çêbe.
Dema ew guhartin bû, medyaya Tirk şematê dinê derxist,
wekî Tirkîyê di warê demokratîyê da tiştekî mezin kirîye.
Hin bîyanîyan jî bawer kir.. Lê wê wextê jî me got: Lez nekin,
piçek sebirkin, hûnê çend meh şunda bibînin ku tu tişt
ne guharîye..
Bi rastî jî usa bû. Piştî guhartinê xwendekarên zanîngehan
heqê xwendinê xwestin bi zmanê dayîk, hinan jî xwestin ku
Kurdî di zanîngehê da wek dersekî bê xwendin. Lê herkesî dît
çi hate serê wan.. Xort wek endamên rêxistineke terorîst hatin
gunekarkirin. Di derheqa 10 hezar xwendekarî da doz û dawe
hatin vekirin. Bi sedan hatin girtin, zulm û teda dîtin. Bi
sedan ji zanîngehê hatin dûrxistin.
Di eynî demê da, bi biryareke Wezîrê Hundur, navên kurdî
hatin qedexekirin. Hat gotin ku “Navên Kurdî ne gor çanda
Tirkî” ne!
Vê dawîyê, di destpêka Tebaxê da ji Parlamena Tirk, bi navê
“Pakêta Hemahengî bi YE ra” guhartinên teze derbaz bûn. Sîyasetmedar
û medyaya Tirkan dîsa şemateyeke mezin derxistin. Gotin
“me gaveke mezin avêt, Þertên Kopenhagê bi cî anîn. Êdî divê
Yekitîya Ewrûpa bi me ra rûne, rê veke bo endametîya me..”
Gelo rastî çi ye?
Belê, di vê pakêtê da hin tiştên misbet hene: Wek sînorkirina
cezayê dardakirinê. Wek naskirina milk girtinê ji bo wakfên
Xiristîyanan.. Lê wekî din, ev pakêt jî di warê demokratîyê
da û bi taybetî di warê heqê Kurdan da vala ye.
Wek nimûne: heqê perwerdegarî bi zmanê dayîk çênebû. Ango
nuha şunda jî bi zmanê Kurdî, ji dibistina pêşîn
bigir heya zanîngehê tu mekteb venabin.
Tenê rîya qursên bi zmanê Kurdî hat vekirin. Ew jî li dervayî
mekteban û tenê di rojên tatîlê da. Mesrefê wan û yên dersdarên
wan jî wê li ser qursdaran be..
Gelo ev ji bo milletekî 20 mîlyon çawa heqê perwerdegarî
ye? Ev ne wek henek û qeşmerî ye? Heqê Kurdan li Swêdê
û Danîmarkê, li gelek welatên Ewrûpa ji vê gelek zêdetir e.
Zarokên Kurdan li dibistanên van welatan dersên Kurdî dibînin.
Li Swêdê mekteba dersdarên Kurdî heye.
Yek ji guhartinên dawî ji bo weşana radyo û têlevîzyonê
ye bi zmanê dayîk. Lê bi vê guhartinê jî weşana radyo
û têlevîzyonê bi zmanê Kurdî û zmanên dinê serbest nebû. Hazirî
û nîyeta wan ev e ku di kanalê dewletê da rojê 15-20 deqqe
bi Kurdî û bi zmanên dinê weşana têlevîzyonê bikin. Di
kanalên şexsî da weşan ji bo Kurdî dîsa ne serbest
e.
Ev jî, ji bo milletekî 20 mîlyon ne serbestî ye, lê wek henek
e.
Di warê azadîya ramanî, bîr-bawerî û çapemenî da rewş
mîna berê ye. Huqûqa Tirkîyê wek labîrentekî ye, bi çend guhartinên
piçûk ev sîstema kevnare naguhure.
Avakirina komele û partîyên bi nasnama Kurdî îro jî qedexe
ye. Qanûna Partîyên Sîyasî, bendê 81 rê nade ku tu partî behsa
hebûna zman û çandeke din bike û parastina wan bixwaze. Di
dema borî da gelek partî ji bona vê yekê hatin girtin, ji
ber ku behsa hebûn û heqê Kurdan kiribûn. İro jî, ji
ber eynî sebebê girtina HADEP û HAK-PAR´ê tê xwastin.
Bi kurtahî, Dewleta Tirk îro jî ji bo çareserîya pirsa Kurd
tu gav ne avêtîye û heya di vî warî da Þertên Kopenhagê jî
bi cî ne anîye.
Ew qursên bi zmanê dayîk û weşana TV ya 15-20 deqqe
jî di piratîkê da çiqas bi cî bê, ne xuyayî ye. Heya ji hazirîya
wan xuya dike ku dilê berpirsîyarên dewleta Tirk ji ewqasî
ra jî razî nabe. Ewê ji bo van tiştên piçûk jî hezar
astengî derînîn pêşîya Kurdan.
Ji ber ku nîyet û sîyaseta berpirsîyarên Tirkîyê ne guharîye.
Nîyeta wan ne naskirina heq û azadîyên Kurdan, yan serbest
hiştina zman û çanda Kurdî ye. Ew îro jî wek berê li
windakirina zman û çanda me digerin.
Bi vî şiklî çawa pirsa 20 mîlyon Kurdê Bakûr çareser
dibe?
Gelo, Kurd bi van tiştên komîk dixapin û bêdeng dibin,
dev ji berwedana xwe ya azadîyê berdidin? Divê kes vî tiştî
xeyal neke.
Dewleta Tirk ji bo 100 hezar Tirkê Qibrisê federasyonê jî
kêm dibîne û konfederasyoneke sist, ango dewleteke serbixwe
dixwaze. Lê ji kurdan ra heya heqê mektebê jî nasnake.
Eva çi helwest e? Tu eleqê vê sîyasetê bi edalet û mantiqê
heye?
Eva sîyaseteke zordest e, hov e, ku di dema îro da nimûneya
xwe kêm tê dîtin û belkî jî qet nayê dîtin.
Þik tune ku berpirsîyarên Yekitîya Ewrûpa van tiştên
ku em dibêjin û gelek tiştên dinê ku ji ber kêmîya waxt
me ne got, pê hişyar in.
Lê gelo, ew Tirkîyeyeke han bigrin nav refên xwe? Li himber
trajedîya Kurdan bêdeng bin? Dema Tirkîye bi hemü rê û olaxan,
bi zora singî û tank û topan hewl dide millet, zman û çandekî
kevn winda bike, ewê çavê xwe lê bigrin?. Ew jî pirsa wan
e..
Em hêvîdar in ku, bi lîstikên, bi fen û fûtên dewleta Tirk
nexapin, ji normên xwe ra xwedî derkevin.
Tirkîye yan, ne bi derewan, bi rastî dibe welatekî demokrat,
ji bo çareserîya pirsa Kurd jî gavên baş davêje û bi
vî awayî rîya YE li pêş vedibe; yan jî, destê wê ji vê
sazîya kevnare, sîyaseta hov nabe û gor wê jî xwe ra cîyekî
dibîne..
Divê ew bi xwe biryarekê bidin.
|