Deklerasyona
Kurd
BANG
JI BO BÎR Û RAYA NETEWÎ Û NAVNETEWÎ
Yekitîya Ewrupa li ser programa
firehbûna xwe di Çileyê Pêşîn 1999 an da, Tirkîyê wek
berendam qebûl kir û şertek jî danî pêşîyê: Divîyabû
Tirkîye Pivanên Kopenhagenê bîne cî. Di wê rojê heta îro,
bi taybetî ji alî pîvanên sîyasî Tirkîye tiştên ku jê
hatibû xwestin, bi cî ne anî. Di babeta demoqrasî û çareserkirina pirsa Kurd da jî tu gav ne avêt.
Yekitîya Ewrupa (YE), helwesteke nerm bi rêva
bir, da ku Tirkîyê bixe nav refên xwe. Her çiqas YE pirsa
Kurd bi nav nekiribû jî, lê dîsa rejîma Tirk, hember “Belgên
Hevpar ya Şirîkatîyê” ku ji alîyê YE hatibû amadekirinê,
“Belgê Netewî” amadekir û tê da cîh neda reformên sîyasî ku
jê hatîbû daxwaz kirin.
Dewleta Tirk, Pîvanên Kopenhagenê, ku tê da mafê çarenûsi cîh nagre û Kurd wek
neteweyek xweser û li ser erdê xwe dijî, nabîne, ser û bin
dike û dirizîne. Mafên kesan ya ku di nav pîvanên sîyasî da
cîh digrin, qebûl nake û gavan navêje. Di yasayên xwe da guhartinan
çênake, da ku mafên bi zimanê dayîkê perwerdekirin û weşan
bên kirin. Tu car jî niyeta wi tune ku gavên erêni di vî warî
da bavêje.
Rejima Tirk ne li Tirkîyê ne jî li Kurdistanê, ji bo azadîya ramanî û rêxistinî
tu gavan ne avêt û navêje jî. Astengên ku di Zagona Cezayê,
Zagona Dijî Terorê, Zagona Partîyên Sîyasî û zagonên dî da
li ber bi serbestî awakirina rêxistinan, cezakirina ramanan,
her di cîyê xwe da dimînin. Hin guhartinên pîçûk jî, ji bo
xapandina alemê ye. Guhartina Qanûna Esasi ku hatiye rojewa
parlamenê, ne guhartinên bingehîn in; ew pînekirina Qanûna
Esasi ya ku generalan amade kiribûn.
Bi kurtî ji vir şûnda jî wê bîr û bawerî suc bê hesibandin û bê ceza kirin.
Behskirina Kurd û Kurdistanê wê dîsa qedexe be. Partîyên sîyasî
dê dîsa ne karibin programên ji bo çareserkirina pirsa Kurd
çêbikin. Her usa partîyên ku behsa vê yekê bikin, bê qedexe
kirin.
Bona rakirina bandora Sazîya Ewlekarîya Netewî ango ya ordîyê li ser jîyana
sîyasî û sivîl tu xebateke ber bi çav nayê kirinê.
Dewleta Tirk, ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi rîya aşitî û adil tu hewldanek
nade; dewsa wi, Ocalan wek gerewek û cezayê dardakirinê ji
mîna şûrê Demoklesê bikartîne. Bi wê awayî dixwaze programa
xwe bi destê PKK bi karbine, her usa pirsa Kurd inkar bike
û gelê Kurd teslîm hilde.
Ji ber van sedeman, em partîyên sîyasî, sazîyên sîvîl û rêxistinên rewşenbîr,
komelên çandî yên Kurdan bang dikin ku:
Pirsa Kurd bi girêdayî tu kes û rêxistinan nin
e. Ev, pirsa 40 mîlyon Kurd e, ku welatê wî hatîye parçekirîn
û bi zorê hatiye bindestkirin. Kurdistan bi erdê xwe va ji
erdên gelek dewletan firehtir e. Netewa Kurd, bi hejmar mezintirîn
yek ji netewên cihanê ye. Zmanên wî yên xweser heye û xwedi
çand û kultureke dewlemend e, ku riçalên wî dighije borîya
berê. Perça herî mezin ya Kurdistanê û her usa nifusa zêdetir
ya netewa Kurd, bi qasî 20 mîlyonî, di bin destê dewleta Tirk
da ye.
Em Kurd di Rojhilata Navîn da runiştvanên kevn in, lê dewleta Tirk, hin
jî hebûna me inkar dike. Ev, zordestîyek bêhempa ye di destpêka
sedsala 21 an da. Li ber çavên dinyayê, hember neteweyek mezin,
zordarîyeke bê hempa; her usa hember dinyayê gef û gur kirinek
eşkere ye.
Li vir bangê hemû dinyayê dikin, dibêjin em Kurd tu caran teslîm nabin. Heta
em wek neteweyek, heq û mafên xwe bi dest nexînin, tekoşîna
me dê her berdewam bike.
Wek hemû milletan, heqê milletê Kurd jî heye ku, qedera xwe bixe destê xwe;
di welatê xwe da bi azadî bijî; hebûna welatê xwe ji bo pêştabirina
çand, ilm, teknîkê bi kurtî bo gelê xwe bikar bîne. Berê ku
gelê Kurd bo çareserîya pirsa xwe wek federasyon, konfederasyon,
yan welatek serbixwe an ji bi rêyek dî biryara xwe bide, divê
şert û şirûtên bona referandumeke azad û adil li
Tirkîyê pêkbê.
Divê dewleta Tirk dev ji xeyalên pûç, ango teslîm standina gelê Kurd an jî vesandina
tekoşîna wî berde. Divê ji bo çareserkirina pirsa Kurd,
bi rêxistinên Kurdan ra bide û bistîne.
Divê sazî û rêxistinên navnetewi, di serî da Yekitîya Milletan, Rêxistina Hevkari
û Ewlekarîya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa û Yekitîya Ewrûpa, politiqaya
zordar û bê hempa ya rejîma Tirk, hember pirsa Kurd bêdeng
nemînin. Piştgiriya xwe bi wî ra bi dawi binin; erkê
ser milên xwe bi cî bînin. Divê baş bê zanîn, ku Kurd
bê îrade û daxwazên xwe, tu biryarekî qebûl nakin.
Ger Yekitîya Ewrûpa Tirkîyê bigre nav xwe, divê bo çareserkirina pirsa Kurd
çarçoveyek eşkere û berbiçav dane peşîya wî û heta
ew wê cî bi cî neke, divê tu caran derîyê xwe jê ra veneke.
Divê ew daxwaz bike, ku dewleta Tirk pîvanên hîqûqa navnetewî
qebûl bike. Her usa piştgiriya xwe nişan bide, da
ku Kurd bikaribin di hemû civîn û platformên nawnetewî da,
bi nûnerên xwe ve beşdar bibin.
Heta hemû mafên gelê Kurd ya bingehîn neyê nasîn, heta ku Kurd bo qedera xwe
bi azadî biryar nede, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Da ku
ji bo çareserkirina vê pirsê rê vebe, li Tirkîyê û Kurdistanê
aşitî û demoqrasî pêkbê, em, gavên jêrîn pêwist dibînin:
1. Divê Qanûna Esasî ya ku cunta 12 îlonê çêkirîbû, bê rakirin û yekî demoqratîk
bê çêkirin û di serî da hebûna netewa Kurd û hemû eqalîyetan
bê naskirîn. Divê maf û heqên wan yên netewî û demoqratîk
bê parastin.
2. Divê hemû xalên ne demoqratîk, yên ku di Qanûna Cezayê, Qanûna Partîyên Sîyasî
û yên mayîn da cih girtine, bên paqij kirin. Divê mafên ramanî,
wîjdan, çapemenî, xwenîşandan û rêxistinî bê kêmahî bên
naskirin.
3. Divê mafê bi serbesti karkirin
ji bo partîyên Kurdan, bê dayîn.
4. Sazîyên ku cunta 12 îlonê avakiriye, divê bên belavkirin.
5. Kontrgerîlla, Jitem û sazîyên dî ku di bin emrê dewletê da teror û cînayetan
kirine, divê bêne belavkirin û her usa hesab ji wan bê pirskirin.
6. Divê rê û olax bê peydakirin, ku Kurdên koçer yên di dema şerê qirêj
da ji axên bav û kalan hatine dûrxistin, gund û bajarên wan
hatine şewitandin û wêrankirin, bikaribin wegerin warên
xwe. Divê hemû zirarên wan bê dayîn.
7. Divê zordariya li ser zman û çanda Kurd bê rakirin; di radyo û televîzyonê
da bi Kurdî weşan û her weha bi Kurdî perwerekirin azad
bibe. Divê ev maf, berê her tiştî di Qanûna Esasî da
û her weha yasayên dî da cîh bigre.
8. Divê hemû yasayên ku navên kurdî qedexekirine, bê rakirin. Navên ku di coxrafyê
Kurdistanê da hatine guhartin, divê paşve bê dayîn.
9. Divê sîstema perwerdeyî ji hemû rengên nijadperest û şovîn bê paqijkirin
û demoqratîk be.
10. Divê cezayê dardakirinê yekser rabe. Êşkence, girtigehên tîpa F, bê
dadigehkirin hukmdayîn û di girtîgehan da zordarîya li ser
girtîyên sîyasi bi dawi bê.
11. Ev 23 sal in ku Kurdistan bi rewşa awarte tê îdare kirin. Divê ev rewş
bê guhartin, sazîya cehşitî bê rakirin.
Em rêxistinên Kurd ku navên me li jêr hatîye nivîsîn, bangê hemû Kurdên welatparêz
û xwedî şeref dikin û dibêjin; werin em dest bidin hev
û tekoşînê bilind bikin. Da ku dengê gelê Kurd ya heq
bê bîhîstin, da ku daxwazên me bi cih bê û pirsa Kurd bi rîyeke
aşitî û demoqratîk çareser bibe.
Dîsa bangê bîr û raya giştî û sazîyên nawnetewi dikin û dibêjin; werin
piştgirîya xwe bi gelê Kurd ra nîşan bidin. Ew gel
ku, ji gelek maf û azadîyên mîrovî bê par e.
Ilon
2001
PNK-BAKÛR (Platforma
Netewi ya Kurdistana Bakûr)
* Hevgirtin Welatparêz-HW *
Partîya Azadî û Demokratîya Kurdistan-PADEK * Partîya Îslamîya
Kurdistan-PÎK * Partîya Rizgarîya Kurdistan-PRK-Rizgarî *
Partîya Sosyalist a Kurdistan-PSK * Rêxistina Sosyalîstên
Demokratîk a Kurdistan-RSDK * Partîya Soreş – KAWA *
Însîyatîfa Azadîya Kurdistan-ÎAK
Piştovan
Yekitîya
Komelên Kurdistan-KOMKAR (Almanya), KOMKAR-Danîmarka, KOMKAR-Fransa,
KOMKAR-Belçîka, KOMKAR-Avusturya, KOMKAR-Swêd, KOMKAR-Swîssra,
Komela Mafên Mirovên Kurd ya Navnetewî-İMK (Almanya),
Yekitîya Jinên Kurdistan -KOMJIN (Almanya), Yekitîya Ciwanên
Kurdistan-KOMCIWAN (Almanya) Yekitîya Karkerên Kurdistan -
(KOMKAR-Hollanda), Navenda Pirsgeha Kurdistan-KAC Londra (KOMKAR-İngîlîzîstan),
Civata Kurd li Almanya, Civata Kurd li Giessen, Hevkar-Almanya,
Komîteya Koordînasyona Kurdên li Ewrûpayê-KKKE (IKD-Însyatîfa
Kurdên li Danimarkayê, Însyatîfa Kurdên li Elmanya, Însyatîfa
Kurdên li Fransa, Însyatîfa Kurdên li Hollanda, Însyatîfa
Kurdên li Îngiltere, Însyatîfa Kurdên li Swisre, IKS- Însyatîfa
Kurdên li Swêdê, Însyatîfa Kurdên li Avusturyayê), PDK-İran – Komîta Almanya,
Xoybun (Navenda Çand û Pîşeya Kurdî (Şaxa Almanya
û Danimarka), Komîta Piştovanî ya Kurd û Yewnan - Atina
|