PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Komîta Derwayê Welat a PSK: “Werin Bi Hevra Şad bin”

Komîta Derwayê Welat a PSK, ji bona şahîya 30 salîya partîyê, bangawezek derxist û ji welatparêzên Kurd yên derwayê welat xwast, ku beşdarê vê şahîyê bibin. Bangawaz bi vî awayî ye:

BANGAWAZ

Welatparêzno,

Em 30 salîya partîya xwe pîroz dikin.

Li ser damezrandina PSK 30 sal, ku bi xebata dijwar ve tijê ye, derbaz bû.

Di van 30 salan da em bi serketina xwe serbılınd bûn, bi bınketinê dılsar nebûn, beravejiya wê, binketin me teşwiq kir, ku zêdetir kar û xebat bikin.

Dı van 30 salan da:

- Em ji riya azadiya Kurdistanê tu caran derneketin,

- Berjewendiya gelê me, li ser hemû tiştan bû,

- Me ne got xeynê ji me tu hêz û kes nine”, em bûne newalek ji robarê Kurdîniyê, ku ber bi azadiya Kurd û Kurdistanê diherîke,

- Bona me mercê serekî ya serketinê yekitî bû, me ji bo vê armancê kar û xebatê kir,

- Mu çû rexistıneke Kurd wekî dijminê xwe nehesiband, di warê xizmeta gel da, me riqaberî ligel wan kir,

- Serketına beşên dın a welatê me serketina me bû, em dı xweşî û nexweşiyê da lıgel wan bûn,

- Gelên hemû dinê dostên me bûn, me hewl dan, ku lıgel domokratên gelên cîran hevkarî bıkın,

Û emê bi piştgirî û alîkariya we, li ser vê rebazê herin, kar û xebatê bikin.

Zehmetkêş û ronakbirên Kurd yên, ku li Ewropayê dijin,

Partîya me bona pîroz kirina 30 .saliya xwe şahiyek amade kiriye.

Werin bi hevra şad bin!..

Komîta Derwayê Welat a PSK

 
PSK Bulten © 2004