Bangawazek Bo Kes û Sazîyên Welatparêzên Kurd!
Bona Parastina Nasnama Xwe, Dengê Xwe
Bide Berendamên Serbixwe, Welatparêz, Demokrat û Sosyalîstên
Kurd!
Welatparêzno,
Di 28’ê meha Adarê a sala 2004’an da, li Tirkiyê hilbijartina
heremî wê were çêkirin, ku Parlamentoya vî welatî, bona ku
Tirkiyê bibe endamê Yekitîya Ewropa (YE) gelek qanûnên nû
qebûl kir, Qanûnên Esasîyê guhart, lê belê destê xwe neda
qanûnên partî û hilbijartinê yên dij-demokratî!..
Komara Tirkîyê, komareka cemîdî, hişk, dagirker û mîlîtarîst
e. Qanûnên Esasî û zagonên hilbijartin û partîyan yên vê dewletê
jî dij-demokratî ne, gelek asteng derdixin pêşîya kar
û xebata hilbijartinê. Ji ber van sedeman, gelên Tirkiyê nikare
bi serbestî rêvebirên xwe hilbijêrin. Her usa rêvabirîya heremî
serbixwe ninin û bi gelek qanûnan va girêdayî desthilatdarîya
navendî ne. Ev yeka jî dibe sedem, ku hilbijartina heremî
dibe şer û pevçûnên ji bo berjewendî û qezenca şexsî
û rêxistinî.
Partîyên Kurd bi nav û nasnama xwe ya Kurdî ve nikarin beşdarê
vê hilbijartinê bin. Partîyên qanûnî û eşkere, ku di
bernama xwe da cî dabûne pirsa Kurdî, yan bi destê destihaltadaran
ve hatine daxistin an jî rû be rûyê gelek astengan in. Bo
nimûne HAK-PAR. Dewlet gelek astengiyan derdixe peşîya
vê partîyê û Dadigeha Bilind jî dixwaze vê partîyê jî bigre.
Gel nikare di vê hilbijartinê da jî, îradeya xwe bi serbestî
nîşan bide. Ji ber ku Qanûna Esasî ya serdema faşîstî
a 12’ê İlonê, zagonên hîlbijartinê yên dij-demokratî
her berdewam in, hê jî partîyên Kurdan nikarin bi nasnama
xwe beşdarê hilbijartinê bin.
Di hal û merceke usa da hilbijartin di nava AKP (Partîya
Edlayî û Pêşveçûnê) û CHP (Partîya Komara Gel) da wê
çêbe. AKP, partîyeka parêzgar û tirsonek e, di warê pirsa
Kurdî da, çu ferq û cudatîya vê partîyê ligel partîyên din
nine. CHP jî bûye nunerê hêzên mîlîtarîst, kemalîst û şovinên
Tirk. Yek jî hevkarîyek heye, ku têda hinek Kurdên ku bi destûra
“İmrali” hereket dikin û destê xwe didine destê serokê
SHP Murat Karayalçin û kemalîstên din yên tûj. Murat Karayalçin
wekî Cîgîrê Serokwezîr û Wezîrê Kar û Barê Derwa yê Tirkiyê
di sala 1992’an da, yek ji berpirsiyarê şerê dijî gelê
Kurd e.
Kurdên welatparêz,
Em ne mecbûr in deng bidin yekê ji wana. Em dikarin ji vê
hilbijartinê îstîfade bikin û daxwazên xwe yên azadîxwaz,
aşitîxwaz û bextewarî dîyar bikin. Em dikarin hilbijartina
heremî bikine platformek bona xurttirkirina yekitî û hevkarîya
xwe, eşkere kirina dek û dubarayên dagirkerên Kurdistanê
bona teslîmgirtina gelê me.
- Werin di heyamê hilbijartinê da, bi yekdengî eşkere
bikin, ku çarenûsa me di destê me da ye.
- Dewleta dagirker a Tirk dixwaze bi pînekirina sîyaseta
xwe ya dij-Kurdî, YE bixapine û bibe emdamê wê. Werin em rûyê
rastî a dagirkera Kurdistanê di vî warî da eşkere bikin.
- Dewleta Tirk dixwaze deskevtîyên Kurdistana Başûr
ji holê hiline. Bona vê yekê jî gefa li vê beşa welatê
me dixwe, dixwaze destê xwe dirêjî kar û barê başûrê
Kurdistanê bike. Werin em bi hev ra dengê xwe dijî vê helwesta
şovîn bilind bikin û carekî din eşkere bikin, ku
em piştgir û alîkarê birayên xwe ne.
Werin em di heyama hilbijartinê da daxwaz bikin ku:
- Divê Qanûna Esasî, ku berhema rejîma faşîst a 12 İlonê
ye, were guhartin, qanûna esasîya nû were amade kirin û têda
maf û hebûna Kurd jî were naskirin.
- Divê hemû maf û azadîyên bîr û bawerî û damezrandina sazî
û rêxistinan were naskirin.
- Divê bona Kurdan hemû qonaxên perwerdeyî, bi zimanê Kurdî
bin.
- Her cure weşan bi zimanê Kurdî, wekî radyo, televîzyon,
pirtûk, rojname, kovar û hwd. bê qeyd û şert azad bin.
- Sazîyên, ku berhema şerê dij-gelê Kurd in, wekî JİTEM,
Tîmên Taybetî û Parezvanên Gund werin belav kirin, ji ber
tawanên xwe werin dadigeh kirin.
- Divê damezrandina partî û sazîyên Kurdî azad bin.
- Divê dewlet destê xwe ji kar û barên dînî bikşîne,
hemû bawermendan (Elewî, Sunnî, Yezîdî, Xaçparêz, Cuhî û hwd)
bikaribin erkên xwe yên dînî bi azadî bi cî bînin.
- Lêborîneka gîştî û bê qayd û şert were îlan kirin.
- Qanûnên ku rêvabîrîya heremî bi deshilatdarîya navendî
ve girêdide, were guhartin û divê rêvabiriya heremî di kar
û barên heremî da desthilatdar bin.
Gelê Kurd ê zilmditî û têkoşer,
Roja 28’ê Adarê dengê xwe nede partîyên kemalîst, kolonyalîst,
parêzger û kevneperest. Bi dengê xwe va nişan bide, ku
dijî “Konsepta İmralî” yî, dijî pûçkirina naveroka xebata
azadiya Kurdistan yî. Bi dengê xwe nerazîbûna xwe bona zîndîbûna
partîyên kemalîst wekî SHP dîyar bike. Bi denge xwe va dersek
bide wan Kurdan, ku gor “Konsepta İmralî”yê bizav dikin
û nexwazin ligel Kurdên bêyî xwe yekitî çêkin.
Kurdno,
Nasnama xwe ya netewî biparêze, dengê xwe bide berendamên
serbixwe, welatparêz, demokrat û sosyalîstên Kurd.
1’ê Adarê Sala 2004
Partîya Sosyalîsta Kurdistan
|