PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Ji bo Partî Demokratî Kurdistan

Birayên delal,

Agahdar bûm ku we, ji bo pîrozkirina sedsalîya bûyîna Mele Mistafayê nemir, 15´ê Adarê li Stokholmê civînek amade kirîye. Ji ber ku ne li Swêdê me, mixabin nikarim tevli vê civînê bim. Bona vê yekê, qe nebe bi vê mesajê tevî şaya we dibim, Mele Mistefa bi hurmet tînim bîra xwe û dixwazim çend tiştan jî bêjim:

Dema Mele Mistefa û hevalên xwe piştî şoreşa 14 Temmozê ya sala 1958 ji Sowyêt vegerîyane welat, ez 20 salî bûm û hingê min navê wî bihîst û bi tevgera Kurd hesîyam. Piştî Şoreşa 1961 jî ji xwe, Mele Mistefa wek serokê şoreşê, wek partîzanekî bi nav û deng li çîyan, bû sembolê welatparêzî û berxwedanê ji bo me hemû welatparêzên Kurd.

Jîyana Mele Mistefa, ku ji roja bûyînê heya mirinê di vê berxwedana bê westan da, di rîya rizgarîya gel û welat da derbaz bû ji herkesî ra eyan e, ne hewce ye zêde tişt bêjim. Ew rêyeke çetin bû, berjêr û berjor bû. Tê da serketinên mezin jî, şikest û dilêşî jî hebûn. Lê Mele Mistafa ev rîya çetin heya dawîyê bi serbilindî meşî.

Helbet berxwedanên wî û hevalên wî, zehmetê ku wan kişand, bedêla ku wan da, di avê da neçû. Ew berxwedana mezin îro berhemên xwe dide. Kurdistana Başûr bi azadîya xwe, bi parlamen û hukumeta xwe, bi dibistan û zanîngehên xwe û bi hemû destkevtîyên din ên delal li ber çavan e.

Lê hevalno, ji bûyerên dawî jî xuya ye ku, him ji bo Kurdistana Başûr xeter xilas ne bûn, him jî piranîya welatê me hîn di bin solê neyaran da ye.

Divê Kurdistana Azad bê parastin û divê xebata ji bo azadî û rizgarîyê berdewam be.

Ev kar û bar jî dikeve ser milê me Kurdên îro û yên sibê. Divê em bi camêrî û canikî, bê dudilî û bê westan, ber xwe bidin.

Ha serê çîyan û ha kûçe û kolanên Hewlêrê û ha yên bajarên Ewrûpa, divê em li meydanê bin! Hingê em dikarin bibin layîqî Mele Mistefa û rêberên dinê, şehîd û welatparêzên Kurdistanê yên bê hed û hesab..

Ez gelek dilşa me ku Parti Demokratî Kurdistan, bi serokê xwe yê hêja Mesût Barzanî û tevî kadrên xwe yên bilind û bi hemû endam û hevalbendên xwe xwedî helwesteke baş e li pêş êrîşgeran, serbilind e û hazir e ku gel û welat biparêze.

Yek ji lîstik û plana êrîşgeran ew bû ku ji dubendîya navbera du rêxistinên mezin, PDK û YNK fêyde bistîne, vê yekê bi kar bîne. Lê ew yekitîya dawî, ew serokatîya hevbeş, hêvîya wan ê xirab di dilê wan da dihêle, plana wan pûç dike. Em ji vê yekê gelek dilşa ne, dixwazin ev yekitî her hebe, berdewam be.

Hevalno, ji van rojên dawî jî xuya ye ku milletê Kurd hişyar e, li meydana ceng û xebatê ye, bi hevra ye, ala azadî û rizgarîyê li welat û der welat mil bi mil, bi hevra bilind dike.

Ev jî nîşan dide ku êdî kes nikare me bindest bihêle, bihara me bike zivistan.

Bila Mele Mistefa di gora xwe yê Barzan da rehet razê.

Ez careke din tevî şahîya we dibim, Mele Mistefayê mezin bi hurmet û hezkirin yad dikim.

Kemal Burkay
Sekriterê Partîya Sosyalîst a Kurdistan
14 Adar, 2003

 
PSK Bulten © 2003