PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Mesaja Burkay Ji YNK ra

Çend roj berê hêzên kevneperest êrîşek birin ser Serokwezîrê heremî Behram Saleh, li Kurdistana Başûr, bajarê Silêmanîyê. Lê êrîşger bi ser neketin, bi birêz Saleh tiştek nebû, lê mixabin çend parêzgerîn wî hatin kuştin. Ji ber vê yekê, Sekreterê Partîya Sosyalîst Kemal Burkay ji YNK ra mesaja jêrînd şand:

Ji bo Yekitî Niştimanî Kurdistan

Hevalên delal,

Em dibînin ku êrîşên dijminên milletê Kurd û êrîşên kevneperestan dijî hêzên welatparêz berdewam e. Ew êrîşa dijî Serokwezîrê heremî Behram Saleh yek ji wan e. Armanca vê êrîşê şik tune, xirabkirina îstîkrara mintiqê ye.

Lê em memnûn in ku êrîşger ne gihîştîn armanca xwe. Em vê êrîşa xayînane bi xurtî mehkûm dikin û silavên xwe ji bo we, ji bo birêz Behram Saleh bi rê dikin û ji ber şehîdbûna parêzgeran ji we ra û ji malbatên wan ra serxweşî dixwazin.

Kemal Burkay
Sekriterê Partîya Sosyalîst a Kurdistan

15 Nîsan 2002

 

 
PSK Bulten © 2002