PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Beyana Çapemenîyê ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan:

Em Bazarîya Qirêj li Ser Kurdistanê Qebûl Nakin!

Îro ne tenê li ser pirsa İraqê, lê li ser qedera gelê Kurd û dahatûya Kurdistanê jî di navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerîka û Tirkîyê da bazarîyeke qirêj dibe.

Amêrîka ji Tirkîyê dixwaze ku rê bide, bikare leþkerê xwe ji erdê Tirkîyê derbaz bike  û dijî İraqê enîya Bakûr veke , Tirkîye jî li himber vê yekê dixwaze him pereyekî baþ ji Amêrîkê bistîne, him jî hazirî dike ku Kurdistana Baþûr dagre. Ji xwe ji nuha va beþekî eskerê xwe li wir e.

Xeberên dawî nîþan didin ku DYA û Tirkîye di vê bazarîyê da li ser mesela Kurdistanê li hev kirine, ma ye bazarîya diravî. Ango Amêrîka çiqas pere bide Tirkan..

Gor vê bazarîyê 50 hezar leþkerê Tirkîyê wê bikeve Kurdistana Baþûr, heya Bajarê Mûsilê dagire û her usa jî dora bajarên mezin wek Hewlêr û Silêmanîyê bigre..

Eva ji bo xelkê me yê Kurdistana Baþûr, her usa jî bo dahatûya temamîya milletê Kurd xetereke mezin e. Milletê me yê Baþûr ku bi salan ji sazûmana xwînxwar a Saddam gelek kiþandibû û van deh salên dawî di bin parastina Rêxistina Milletên Yekbûyî da li Baþûr hewl dida ji xwe ra jîyaneke azad ava bike, nuha li himber êrîþgerîya sazûmana Tirk e, ku ji ya Saddam zêdetir zordest, nijadperest û mîlîtarîst e.

Ev dewleta Tirk ku ji 20 mîlyon Kurdê Bakûr ra tu heqekî nasnake û bi salan e dijî gelê me þerekî qirêj bi rê va dibe, Kurdistanê ser û bin dike, milletê me dikuje, koçber û þerpeze dike, nuha jî çavê xwe berdaye Baþûr, dixwaze di vê pûk û baranê da eynî tiþtî li wir jî bike.

Eva planeke gelek qirêj e, zordestî ye, dijî huquqa navnetewî ye û encamên xwe jî wê gelek xirab bin.

Milletê İraqê, çi Kurd çi Ereb, ji sazûmana zalim ya Saddam gelek kiþand. Saddam di salên borî da Kurdistan ser û bin kir, Kurd bi deh hezaran qir kir, bi sed hezaran koçber kir; heya li Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî. Em bawer in ev sîlah hîn jî di dest Saddam da hene û ew veþartine.

Mixalefeta İraqê, çi Kurd çi Ereb, îro dixwaze ku ev sazûmana zalim hilweþe, li cîyê wê sazîyeke federal û demokrat avabe, çekên komkuj yên kemyewî û bîyolojîk nemînin. Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan piþtgirîya van daxwazan û piþtgirîya berxwedana mixalefeta İraqê dikin. Em, her usa jî daxwaz û hêvî dikin ku Rêxistina Milletên Yekbûyî û Yekitîya Ewrûpa jî piþtgirîya vê mixalefetê bike.

Lê ev êrîþa ku Amêrîka, dixwaze bi navê “þerê dijî terorê” û bi alîkarîya İngiliz û Tirkîyê bibe ser İraqê, xuya ye, ji bo xilaskirina xelkê İraqê ji vê sazûmana zalim  û avakirina sazîyeke demokrat zêdetir, ji bo maf ên wan bi xwe ye, ji bo dagirkirina İraqê û parvekirina niftê ye.

Dewleta Tirk gelek eþkere dixwaze ku Kurdistana Baþûr dagir bike, xelkê me yê vî parçeyî jî hêsîr bike, hemû heq û azadîyan ji dest bigire û heya wan koçber bike. Ev sazûmana Tirk di derheqa pirsa Kurd da paranoyak e, ji hebûna Kurdan ecêb aciz e, tiþtên ku dike, dîn û har nakin.. Hukumeta teze ya AKP jî di vî wî warî da zû kete xizmeta vê sîyaseta qirêj.

Ev sazûmana Tirkîyê, bi zulm û zordestîya xwe, bi nijadperestî, mîlîtarîstî û êrîþgerîya xwe, bi plan û dafikên xwe ji sazûmana Saddam deh carî xetertir e

Bona vê yekê, em bala raya giþtî dikiþînin ser vê bazarîyê ku di navbera DYA û Tirkîyê da li ser İraqê û Kurdistana Baþûr çêdibe.

Em dixwazin ku Amêrîka û İngiliz wek du endamên Konseya Parastinê ya Milletên Yekbûyî, gor huquqa navnetewî û gor biryarên Rêxistina Milletên Yekbûyî hereket bikin.

Ev bazarîya li ser Kurdistana Baþûr ne gor huqûqê ye, ne jî gor ehlaq û vîcdanê ye.

Welatê me piþtî Þerê Mezin ê Pêþîn careke din parçe bû, em azad ne bûn. Nuha ev azadîya li Kurdistana Baþûr jî di xeterê da ye; dixwazin bihara me cardin bikin zivistan.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan vê êrîþgerîyê, vê haydûtîyê bi xurtî protesto dikin. Gazî milletê Kurd dikin ku li himber vê êrîþê yek deng be, dest bide hev, ber xwe bide. Gazî aþitîxwaz û demokratên Tirk dikin ku dijî vê plana qirêj derkevin.

Divê di warê navnetewî da hêzên aþitîxwaz û demokrat rê nedin vê haydûtîyê. Xelkê me yê Kurdistana Baþûr, piþtî Þerê Kendavê ev deh sal e ku bi rîya parlameneke hilbijartî û hukumeta xwe ya netewî karê welatê xwe bi rê va dibe. Herçiqas pirs û serêþî hebin jî, Kurdistana Baþûr ji nuha va bûye wek cizîreke demokrat li heremê. Tu heqê Tirkîyê tune ku têkilî karê Kurdistana Baþûr be, destê xwe dirêjî wir bike. Heqê milletê Kurd e jî ku karê welatê xwe bi xwe rê va bibe.

DYA û Tirkîye divê dev ji vê bazarîya qirêj berdin.

Divê RMY û Yekitîya Ewrûpa û hemû hêzên dinê li himber vê yekê bêdeng nemînin.

Divê NATO piþtgirîya van planên qirêj yên Tirkîyê neke. Ji bo Tirkîyê xetera êrîþekê tune; lê Tirkîye bi xwe xeter e ji bo cîranên xwe û êrîþger e.

Divê êrîþgerîya Tirkîyê êdî bê sekinandin!

Kemal Burkay
Sekriterê Giþtî

19 Sibat, 2003

 
PSK Bulten © 2003