PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Partiya Sosyalîst a Kurdistan:
“Destpêkirina Guftugo Bûyereke Baş e”

Partiya Sosyalist a Kurdistan li ser destpêkirina guftugoya Yekitiya Ewropû û Tirkiyê ji bona tam endametiyê belavovek derxist. Belavoka PSK bi vî awayî ye:

Ji Bo Bîrûrayê Gîştî

Paş hevdîtinên sext û dijwar, di 3’ê meha Cotmeha sala 2005’an da, bona tam endametiyê, di nava Tirkiyê û Yekîtiya Ewropa (YE) da guftugo dest pêkir.

Her çende reformên, ku ji bo endametiya YE hatine çêkirinê li ser kaxizê mane û nahatine ci be ci kirinê û YE di proseya guftogoyê ligel Tirkiyê da guhê xwe nedaye daxwazên Kurdan û Kurd wekî terefek qebul nekiriye, lê dîsa jî bi baweriya Partiya me destpêkirina guftogoya tam endametiyê, bûyereka erênî û baş e.

Ji bona tam endametiyê, Tirkiyê divê ligel prensibên din yên aborî û civakî, Kriterên (prensîbên) Siyasî Yên Kopenhagê jî ci be ci bike. Serdestiya huquq, ci be ci kirina hemû mafên mirov, nasandina hemû maf û azadiyên eqelîyetên dînî û netewî, damezrandina demokrasiyê, naveroka Kriterên Kopenhage ne.

Rêvabirên Hikumeta Tirkiyê dibejin, ku destpêkirina guftogoyê rûdaveka dîrokî û giring e û divê karbidestên YE qewlên xwe bînin ci. Lê belê her usa karbidestên Tirkiyê jî divê qewl û sozen xwe bînin ci û Kriterên Kopenhaqê ci be ci bikin; ne li ser kaxizê di amelê da, di pratikê da. Karbidestên Hikumeta Tirkiyê divê bingehek ji bona gotina Serokvezirê Tirkiyê Erdogan daynîn, ku gotibû “pirsa Kurd heye û pirsekê siyasî, civakî, çandî û aborî ye.” Û divê eşkere bikin, ku di rupela nu da yê ku Serokvezîr derbareyê pirsa Kurd vekiriyê, çi têne nivîsin?

Bi baweriya Partiya me, bi ci be ci kirina daxwazên jêrîn, ku ji aliyê piraniya Kurdan ve têne qebulkirinê, Tirkiyê di prosesa guftufoyê da bi hêz dibe. Ci be ci kirina daxwazên hanê alikarî ne ji bo çareser kirina pirsa Kurd û her usa rêya guhartin û demokrasiyê li ber Tirkiyê xweş dikin:

- Qanuna Esasî ya sala 1982’a, ku berhema rejîma 12 İlonê ya faşîstî ye û sazî û dezgeyên dij-demokratiyê werin rakirin û li şuna wê qanuna esasiya nu were danîn û tê da mafê Kurd û grubên din yên dînî û netewî jî hebin û werin parastinê.

- Ji bona ku nermî û aramî di nava civatê da pêkbê, divê leborîneke giştî ya bê qeyd û şert were îlan kirinê.

- Zextên, ku li ser ziman û çanda Kurd heye divê werin hildanê. Zagonên pêwîst bêne derxistin, daku ji dibistana ewil heya zaningehê, perwerdekirin bi zimanê Kurdî be. Di radyo û televîzyonên fermî da bê qeyd û şert divê bernamayên Kurdî bêne weşandinê; divê weşana taybet jî azad be.

- Qanûnên, ku li pêşiya xebata serbest a rêstinên Kurdan asteng in, divê bêne rakirin.  Rijêye (bend) hilbijartinê, ku bona pêşî lêgirtina temsîlkariya Kurd û sosyalîstan li meclîsê hatiye danîn, divê were hildanê.

- Kurdên, ku ji aliyê hêzên asayîşa Tirk ji warê bav û kalan hatine derxistin û hatine nefîkirinê, divê vegerine şûn û warê xwe yên berê û divê zirarê wan bê tazmîn kirinê.

Ji ber siyaseta dagirkerî, zilm û zordariyê, ku bi salan berdewam e, ji ber siyaseta kedxwarî û şerê kirêt, aboriya Kurdistan têkçûye, xirab bûye. Divê hikumet ji bona ku gelê Kurd ji feqiri û xizaniyê xilas be, ji bona ku aboriya Kurdistanê geş be, bi alikariya YE projeyên ava kirine amade û ci be ci bike.

Eger Tirkiyê bona ci be ci kirina daxwazên hanê gavên mukir bavêje, hingê piştgiriya bizava demokratîk û netewiya Kurd û hezên demokrat û guhartinxwazên Tirkiyê bi aliyê xwe ve dikşine.

Hikumeta Partiya Dad û Pêşveçûnê (AKP) hewcedariya vê piştgiri ye, li hember êrîşên hezên dij-YE, ku bê guman êrîşên hanê piştî destpêkirina guftogoyê wê zedetir be.

Em careke din eşkere dikin û dibêjin, emê piştgiriya li her gavên baş û maqul bikin yên ku ji bo çareser kirina pirsa Kurd, ji aliyê hikumeta AKP bêne avetinê.

Partiya Sosyalista Kurdistan

4 Cotmeha 2005

 
 
PSK Bulten © 2005