PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Beyana Platform’ê

Dilê me li başûrê Kurdistanê lê dixe!

Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar. Di vê demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina pêşeroja me û nehiştina destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi hevdu re xuya dibin. Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha baş ketiye destên kurdan.

Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên li başûrê welatê me tên avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan de bêtir bi cîh dibe, pêşeroja gelekî mezlûm misogertir dikin û ji bo paraztin û pêşdebirina dozeke rewa îmkanên bêhempa pêşkêş dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê ya ku raya dinyayê ya giştî li hin guhartinên wê yên vê dawîyê -bêyî ku navê gelê me û hebûna wî telafûz bike-  yên bi zora Ewrûpayê ve li ser kaxezê çêbûne bi şik mêze dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar dike ku ew ê li dijî her mafekî kurdan raweste û li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd bigîhêjin tu mafan. Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me kurdan hatiye avakirin, îroj di vê dema me ya nazik de, tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe bi tehdîdan bi tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi dewletên herêmê yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike.

Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên başûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta Tirkîyeyê ya êrîşkar di van demên dawîyê de başûrê welatê me bêtir tehdîd dike. Lê dewleta başûrê welatê me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî êrîş û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta birêvebirên dewleta me ya federal bawerîya me xurttir dike û di nav kurdan de dibe sedema xweşbînîyeke mezin.

Ev helwêsta ku li ser bingehê paraztina hêjayî û deskevtîyên neteweyî bilind dibe, divê ji me hemûyan re bibe rehber. Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya li Parlamentoya Kurdistanê û bersivên wî yên li hember êrîşên Tirkîyeyê yên vê dawîyê û herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina pirsa kurd û êrîşa Emerîkayê ya muhtemel hêvîyên me kurdên bakur xurttir dike.

Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî hêzên xwe kirine yek û di şexsîyeta PDK-Iraqê de êrîşî kurdên Basûr û dewleta wan dike. Tirkîye Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên tirkmenan nîşan dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal dixwe. Em, Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li dijî van planên Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser başûrê Kurdistanê bi tundî rûreş bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin.

Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya destkevtîyên xwe yên neteweyî bêtir dizane û ew ê tu caran destûrê nede ku zerareke herî piçûk jî bigîhêje wan.

Em bangî raya gelê Kurdistanê ya giştî dikin ku li dijî êrîşên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.

26-8-2002

Platforma Kurdên Ewrûpayê
PLATFORM

(Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrûpayê-Însiyatîf,  Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê - DEM-KURD)

Navnişana Pêywendiyê:

FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org

 
PSK Bulten © 2002