PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

PSK: Em Ne Parsek İn, Mafên Xwe Yên  Netewî, Demokratîk Û Mirovî Dixwazin

Partîya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, li ser destpêkirina “Weşan Bi Ziman û Zaraveyên Cuda” di, Radyo û Televizyona Tirk-TRT da, daxuyanîyek bona çapemenîyê belav kir. Daxuyanîya PSK bi vî awayî ye:

Ji bo Çapemenîyê

Em Ne Parsek İn, Mafên Xwe Yên  Netewî, Demokratîk Û Mirovî Dixwazin

Di roja 7’ê Xezîranê, di Radyo û Televîzyona Tirkî-TRT da “Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda” destpêkir. Gor qanunê ku bona vê yekê derketiye, “Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda” girêdayî bi hezar şart û şurt e.  Ne hemu radyo û televîzyonê, tenê radyo û televîzyonên seranserî dikarin bernameyê “Bi Ziman û Zaravayên Cuda” biweşînin. “Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda” di rojê da 15 daqiqe ye û ji bo radyo û televîzyonên heremî qedexe ye. Her usa amade kirina bername bona hînkirina zimanek bilî ji zimanê tirkî jî,  hatiye qedexe kirin.

Karbidestên dewleta Tirk û hinek rojnamevan û nivîskar ev yekê wekî “şoreşek” nişan didin. Ku rastî beravejî wî ye. Bi ve yekê ve, bi revabirên dewleta Tirk tinazê xwe bi gelê me dikin.

Bo hemu kes eyan e, ku li Tirkiyê, di parlamentoya vê welatê da, bona endametîya Yekitîya Ewropa (YE) gelek zagon hatin pejirandin. Lê belê qanûn ku hatine pejirandin, di amelê de ne hatin bi kar anîn, li ser kaxizê man, ji bona xapandina YE û sazîyên navnetewî bûn. “Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda” jî yek ji wan gavan e, ku bona xapandina bîrûrayê netewî û navnetewî hatiye avêtin.

Ji xwe  karbidestên TRT jî vê yekê îtîraf dikin. Serokê Komîta Bi Rêva Birina TRT dibêje, ku “di 12’ê Xeziranê da, YE derbareyê endametîya Tırkîyê, dest bi nivisandina rapora xwe dike. Weşan Bi Ziman û Zaravayên Cuda jî ji bona vê ye”. Gotına serokê TRT û rûyê rastîya hukumeta Partîya Dadî û Pêşketînê (PDP) jî eşkere dike. Nişan dide, ku hukumeta PDP jî wekê hukumetên berê, nexwazin demokrasî û azadî li welatê da cîgîr be, hemu hewl û xebata wî jî xepandina gel e, xepandina bîrûrayê navnetewî ye. Dide xuya kirin, ku karbidestên Tirkiyê, ku bona 200 sed hezar Tirkên Qibrisê konfererasyonê dixwazin, bona “hevwelatîyên xwe” Kurd, ku hêjmara wan bêtirî 20 mîlyon e, tenê bernameya15 deqiqayî reva dibînin.

Gelo dewleta Tirk dikare di vê karê xwe da serkeve, bîr û ray û sazîyên navnetewî û YE bixapine, an na? Em nizanin. Lê em dizanin, ku dagirkerên Kurdistan, nikarin gelê me bixapinin. Divê dewleta Tirk pişt rast be, ku gelê Kurd heya bi dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratîk, heya bi dest xistina wekhevîyê, wê kar û xebat bike. 

Divê hikumeta Tirk, dev jê xepandina bê berhem û encam berda. Bona, ku rîya çareser kirina pirsa Kurdî û endametîya YE vekê, pengavên jêrî bavêje:

1- Divê Qanuna Bingehîn, ku berhema serdema faşistî ya 12 Îlone ye, bê betal kirin. Şuna wî qanuna esasîyeka nu, ku têda hebûn û mafên gelê kurd jî cî bigrin, were amade kirin.

2- Divê hemû bîr û bawer, ku zor û zordarîyê bi kar naynin, azad be.

3- Mafê perwerdeyî bi zimanê kurdî di hemu qonaxên perwerdeyî da bê nasîn.

4-Divê bê qeyd û şert, di radyo û televîzyonê da bernameya Kurdî bê weşandin.

5-Sazîyên wekî JÎTEM, Timên Taybetî, Parezvanên Gund (çaş), ku berhema şerê kîrêt û ne heq in, bên betal kirin.

6- Damezrandina partîyên Kurdî azad bin.

7- Divê dewlet deste xwe ji bîr û bawerîya olî bikşine. Çi Xaçparêz, çi Cuhî, çi Alevî, çi Yezîdî, hemû bawermendan, di warê bi cî anîna erkê xwe yên olî da azad bin.

8- Divê bê qeyd û şert, lê borîneka gîştî (afu giştî) bê îlan kirin.

07.06.04

PSK - Partîya Sosyalîsta Kurdistan

 

 
PSK Bulten © 2003