PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Beyana partîyên kurd di derheqa erîþa li ser Newroza Swisrê:

Daxuyanî

Civatên Xelkê Kurdistanê
Hêzên şoreşgêr û niştimanperwerên Kurd

Hatina sala teze û Newroz, ji bona gelê Kurd nîşana azadî û rizgarîyê ye li jêr destê zordaran û dagîrkeran da. Loma gelê me her sal cejna Newrozê bi berkevtîyî pîroz dike, bi şadî û keyfxweş hevdu hembêz dikin û ruha aşitî û biratîyê di nava refên xwe da belav dikin û dîlana berxwedanê berfirehtir dikin.

Bi keyfxweşî di nava wan çend salên derbazbûyî da hêzên sîyasîyên Kurdistanî bi dilsozî û dûr ji her cûre berjewendîyên berteske hizbatîyê, bi tenê li ser xêr û bêra neteweyî di welatên Ewrupê da bi pêkve cejna Newrozê pîroz dikin. Ev sale ji her wekî salên derbaz bûyî, bi beşdarbûna piranîya hêzên Kurdistanî, bi berpirsatîyekê kurdperwerî û bi ruhekê hevxebatî û biratî di gelekwelatên Ewrupê da cejna Newrozê hat pîroz kirin.

Îsal jî li welatê İsvîçre (Swîsra) li bajarê Bernê da di roja 6 Nîsana 2002 da partî û rêxistinên her çar parçên Kurdistanê; PDK-Îran, PDK, RSDK, YNK, PDK-Bakur, PSK, PYDK-S (Yekîtî), PYK-S, PADEK, HSK (Hizba Şûîya Kurdistanê) cejna Newrozê pîroz kirin. Lê belê gelek mixabin komek ji hevalbendên PKK ê kevtine nava şevê, bipêş pilanekî pêşda hatîye hazirkirin. Dema ku hunermendê navdarê Kurd Şivan Perwer dest bi pêşkeşkirina stranên kurdî dike, ev koma necamêr dest bi têkdana aramî û tenahîya şevê dikin û bi pêqandina fîşengên hewayî, tirs û xofe diêxine nava jin û zarokên beşdare şevê. Bi şuşe û kursîyan erişî ser sehnê û hunermendê kurd dikin. Di aqibetê da cejn û şahîya xelkê têkdiden û polîs dadikevine nava holê û bername tê ragirtin. Lê belê xelkê xweragire Kurd Newroza xwe bernedan û piştî niv seatekê dest bi rêvebirina bernama xwe kirin.

Em ji gelê xwe dipirsin; Gelo ma ev cure kiryarên sivik û necamêrî li ser xêra dijminên gelê nine? Ma ev kiryare karê wana xweş nake ku, nexşên xwe birêve bibin û agirê şerê birakujîyê di nava refên Kurdan da hilken û xebata heqxwazîya gelê me ji rêka rast derbêxin û me di şerê navxweyîda bifetisînin? Başe gelo ji ber çi em karekî wusa bikin ku dilê dijminan xweşbe, geldelêş bibe?

Em bi tundi evê kiryara ku ji alîye PKK ê ve hatîye kirin, mehkûm dikin. Her wusa em ji wana ra dibêjin; werin dest ji evan karên necamêrî û kirêt bikêşin û li cîhê kar û kiryarên şermbexş û dile dijmin xweşkirinê, bineyarên Kurdan ra bidine nîşandan, nabine maşa (alet) destê wana, her wusa bi ruhekî hevxebatî û biratî tac û textê dagirkeran hilweşînin û azadîya gel û welatê xwe bidestve bînin.

PDK-Îran, PSK, PDK, PDK-S ( El Parti ), PYDK-S ( Yekiti ), PDK-S ( El Parti ),

PYK-S, PŞ-KAWA, PÇK-S, PDPK-S, PDK-Bakur, PHGK-S, RSDK, ÎA,

PRK-Rizgari, PADEK, KTP, PÎK, PDK-S

 

 
PSK Bulten © 2002