Daxuyanî
Bi Êrîşgerî Pirs Çareser
Nabin
Gelê Kurd, ji şerê Kendavê vir da, ev deh sal e, li
beşekî welatê xwe yê parçekirî, li Kurdistana Başûr
di rewşeke azad da dijî. Di saya biryara Rêxistina Milletên
Yekbûyî û parastina “Hêza Çakûç” Saddam nikare destê xwe dirêjî
vê heremê bike.
Tevî Saddam, hemû neyarên Kurdan li heremê, bi taybetî jî
Dewleta Tirk, ji vê yekê gelek aciz in. Ev deh sal e ku ji
bo xirabkirina aramîyê û hilweşandina sazîya netewî ya
Kurd li vî parçeyî, çi ji destê wan tê dikin. Ji dubendîyên
nav Kurdan îstîfade dikin, carina wan berdidin hevdu, carina
jî bi hêzên xwe yên eskerî dikevine mintiqê.
Dewleta Tirk, bi vî awayî, bi taybetî hebûna PKK li heremê
kir mane û bi dehan car kete Kurdistana Başûr. Tevhevî
derxist û gelek caran bombebaran kir.
Berpirsîyarên dewleta Tirk, ji parlamen û hukumeta Başûr
gelek aciz in, serê gotinê dibêjin “em rê nadin dewleteke
serbixwe ya Kurd!” Bi taybetî vê dawîyê, ku Amêrîka hazirî
dike êrîşî ser İraqê bike, ew jî şematê dinê
dikin, dibêjin “Kurd hazirîyê dikin dewleteke serbixe çêkin.”
Kurd bi dehan carî gotin nîyeta me tune ku em dewleteke serbixwe
avabikin, lê em İraqeke demokrat û federal dixwazin.
Amêrîka û hevalbendên xwe Îngîlîzan bi dehan caran gotin em
rê nadin dewleteke Kurd a serbixwe.. Lê dîsa jî ewqas soz
û îqrar têra berpirsîyarên Tirk nake. Dibêjin: “Naa, Kurd
hazirîya dewletekê dikin û emê bikevin başûr, şer
bikin!..”
Xuya ye nîyeta berpirsîyarên Tirk, hêzên şovîn û êrîşger
xirab e.
Digel vê jî, dewleteke Kurdî çêbe çi dibe? Çima herkesî ra
dewlet minasib e, ji Kurdan ra na? Çima jı 100 hezar
Tirkê Qibrisê ra, ji du mîlyon Çeçenan ra, ji du-sê mîlyon
Boşnak û Kosowîyan ra dibe, ji 40 mîlyon Kurd ra na?.
Em bêjin Tirkîye tu heqî nade 20 milyon Kurdê Tirkîyê, heya
heqê mektebê jî, lê ji Kurdên wi ali sinor çi dixwaze? Ma
ev dinya malê bavê wan e?.
Ewqas dijminahîya Kurdan ma ne şerm e! Ka em Kurd û
Tirk bira bûn?.
Ew pirsa Tirkmenan jî ji xwe ra dikin mane ku têkilî karê
İraqê û Kurdistana Başûr bin. Bi rastî li Kurdistana
Başûr pirseke han jî tune. Tirkmenên vir hindikahîyeke
piçûk in, lê xwedî gelek heq û azadî ne ku 20 mîlyon Kurdên
Tirkîyê jê pêpar in. Wek nimûne, partîyên Tirkmenan li Kurdistana
Başûr serbest in, rojname û têlewîzyona wan heye, mektebên
wan û sazîyên wan ê çandî hene.
Lê nîyeta şovîn û êrîşgerên Tirk her usa jî dagirkirina
Mûsil û Kerkûkê ye. Dı medyaya wan da bi salan e ev daxwaz
xwe nîşan dide. Vê dawîyê jî Wezîrê Parastinê Çakmakoglu
ev daxwaz wek mesûlekî hukumetê eşkere kir. Got:
“Kerkûk û Musil malê me ye, di nav sînorê ‘Mîsakî Mîllî’da
ye, ji me bi neheqî hatîye stendin, divê em bistînin!..”
Ev yek jî nîşan dide ku, dewlet û hukumeta Tirk dev
ji êrîşgerî û dagirkerîya xwe bernedaye. Ne ku tenê 20
mîlyon Kurdê Tirkîyê hêsîr kirîye, lê dixwaze beşên Kurdistanê
yên din jî dagir bike, wek Qibrisa Bakûr îlhaq bike.
Piştî vê beyana bê pergal û bê dezge, li Kurdistana
Başûr di rojnama Birayetî da sernivîsek derket. Di sernivîsê
da ev nîyet û beyana êrîşger hat rexnekirin û hat gotin
ku:
“Mûsil û Kerkûk ne malê Tirkîyê ye, tu heqê Tirkîyê tune
ku têkilî karê İraqê û Kurdistana Başûr be. Em naxwazin
ku evder bibe wîlayetekî Tirkîyê û zarokên me jî wek yên Kurdistana
Tirkîyê li İstembol, İzmîr û Enqerê bibin boyaxçî..
Divê berpirsîyarên Tirkîye ji dîrokê dersê bistînin, di dema
Osmanî da çi pêkhatin, bînin bîra xwe… Di rewşeke han
da emê welatê xwe biparêzin û Kurdistana Başûr ji dagirkeran
ra bikin gorîstan.”
Ser vê nivîsê, berpirsîyar û sîyasetmedarên Tirk û medyaya
wan gelek aciz bûn, gotin “Çawa dibe ku Barzanî tiştên
hanê dibêje!”
Lê ger ji gotinên han aciz dibin, divê ew bi xwe jî xelkê
bi gotin û êrîşên xirab aciz nekin. Ew tiştê ku
ew bi salan e dikin û dibêjin çi ye? Çima têkilî karê İraqê
û Kurdistana Başûr dibin? Çi heqê wan li ser Kerkûk û
Mûsilê heye? Ma mêrasa Osmanî hemû ya wan e? Madem usa ye,
bila ji İraqê bigir heya Fas û Yemenê temamîya Erebîstanê,
heya “Derîyên Wiyana” Balkanan û Kırımê jî careke
din fetih bikin!..
Herkesek jî zane ku Kurdên Başûr di warê pêvendîyên
xwe bi Tirkîyê û cîranên xwe yên dinê ra gelek maqûl in, nerm
in, naxwazin wan biêşînin. Lê yê ku bêperwa ne, êrîşger
in berpirsîyar û medyaya Tirkan e. Wan dev ji hewes û nîyetên
dagirkerî bernedaye. Duh Bakûrê Qibrisê girtin, nuha çav berdane
Kerkûk û Mûsilê.
Wezîrê Parastinê Çakmakoglî, ji partîya şovîn û faşîst
e. Ev kesana di saya vê şovînî û Tirkperestîyê da dijîn.
Nuha jî hilbijartin nêzîk bûye û provokatorî dikin da ku rayan
kombikin. Bapîrê wan Enwer û Talatê Turanî jî, bi vê aqlîyetê
ketin Şerê Yekem, doza Kafkasan û Asya Navîn kirin û
belayeke mezin anîn serê Dewleta Osmanî, ewê parçe parçe kirin…
Sîyasetmedar û medyaya Tirk jî, li cîyê ku ji Kurdan aciz
bin, divê berî hertiştî dijî helwesta merivên xwe yên
şovîn û êrîşger derkevin.
Lê mixabin, ev kes careke din, şaşî û rûreşîya
xwe nabînin, naxwazin bibînin, rastîyê vedişêrin û bi
vir û derewan, bi laf û gefan dixwazin careke din çavê Kurdan
bitirsînin.
Divê ev kesana baş bizanin ku êrîşgerî û dagirkerî
ne usûlê vî zemanî ye û goştê her çivîkekê nayê xwarin.
Bi vî şiklî pirs û problem jî çareser nabin.
Li himber êrîşgerî helbet heqê milletê Kurd e ku xwe
û welatê xwe biparêze.
Em wek Partîya Sosyalîst careke din ji berpirsîyarên Tirk
dixwazin ku dev ji zordestî û neheqî berdin. Têkilî karê Kurdistana
Başûr nebin.
Pirsa wan ne li başûr e, li Bakûr e. Heya ew heqê 20
mîlyon Kurdên Bakûr nedin, ji wan ra rehetî û aramî tune.
Divê ew dev jî sîyasetên kevn û hovane berdin, rastîyê qebûl
bikin û pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser bikin. Da
ku aşitî û demokratî bê welat û pirsên aborî jî çareser
bin.
Rîya çareserîyê ne êrîş û dagirkerîyên teze ne, lê aşitî
ye bi Kurdan ra û bi cîranên dinê ra.
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
26 Tebax, 2002 |