PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Bijî Şerê Rizgarîyê ya Duwem!..

Piştî krîza dawî ku Tirkîye ser û bin bû, li vî welatî hin sermîyandaran û serokwezîr Eco, gazî gel dikin û dixwazin seferberîyekê bikin ji bo “Şerê Rizgarîyê ya Duwem…” Ewê ji bo “rizgarîya aborî” be..

Lê gelê Tirk vêcar ne ji şerekî wek Şerê Dinyayê yê Pêşîn, lê ji birçitî û bettalîyê bêtab ketîye; ji ber dizî, talan û derewên berpirsîyarên xwe perîşan bûye. Gelo ev gel careke din bi gotinên Eco dixape û dide dû wî? Meriv nizane.. Lê rewş vêcar gelek cuda ye.

Malûm e, ew “Şerê Rizgarîyê yê Peşîn” dijî dewletên bîyanî yên dagirker hatibû kirin. Dijî Rûsan, İngilizan, Frensîyan, İtalyanan û Yûnanîyan.. Ango, ew dewletên ku bo parvekirina mêrata dewleta Osmanî êriş anîbûn ser Anadolê. Lê vêcar yê ku mala millet şewitandine, welat kirine nav herî hezazeke kûr ne ew in, Eco jî di nav da, berpirsîyarên dewleta Tirk û sermîyandarên vî welatî bi xwe ne.. Yên ku ji bo xilaskirina Tirkîyê dest davêjin, yan jî ji wan tê xwestin ku dest bavêjin, ew jî bîyanî ne, ew bîyanîyên berê, ango Amêrîkî, İngiliz, Frensî, İtalyanî, heya Yûnanî… 

Xuya ye ev şerê teze, ger bi navê “şerê rizgarîyê” bê navkirin jî, ne dijî dagirkerên bîyanî ye, lê rasterast dijî haydût û berpirsîyarên hundur e, ewê ku vî welatî îdare dikin. Bona rizgarbûna ji van haydûtan jî, alîkarîya dinyayê divê..

Helbet di navbera van herdu şeran da hin tiştên miştêrek jî hene. Yek ji wan ev e ku, pêşengîya şerê pêşîn Mistefa Kemal kiribû. Pêşengîya şerö îro jî Kemalekî din dike: Kemal Derwêş.. Ji vê jî balkêştir, bavê herduyan jî Albanî ye! Lê yê Derwêş, dê jî ne Tirk e, Alman e…

Tirkan ji bo spasîyê navê Mistefa Kemal danîn “Atatirk”, ango “Kalê Tirkan”. Baş e, ji yê duwemîn ra wê çi bêjin? Herhal “Babatirk”, ango “Bavê Tirkan” jê ra minasib e…

Xuya ye xism û merivatîya Tirk û Albanîyan (Arnawûdan) gelek xurt e. Kî zane, dibe ku koka Albanîyan jî diçe digihîje eşîrên Tirk wek Oxiz û Kayî… Ji xwe “Teorîya Dîrokê ya Tirkan” Fîn û Macaran, heya xelkên Amêrîka yên berê (İndîyanan) jî wek Tirk nîşan dide.

Nizanim, gelo li Marsê (Merîh) mirov hene yan tunin, lê ger hebin, şik nabe ku wan jî ji Asya Navîn koçkirine, çûne!..

Helbet, Tirkê mezin tenê ji nav Albanîyan, yan jî ji nav melezên Albanî û Almanan dernakevin. Gelekê din jî hene. Wek nimûne, serokê çil salan Eco kurê “Mistefa Begê Kurdîzade” ye! Rehmetîyê Ozal jî Kurdîzade bû (Kurdê Meletyê). Serokê Netewî İnonî jî usa bû (Kurdê Bitlîsê)…

Behsa Şêx Kamranê Bitlisî nakim, ku dibêje “Sedsala 21’an wê bibe sedsala Tirkan!..”  Bi xwe jî nebîyê şêxekî Kurd e, ku bi destê Tirkan hatîye dardakirin!. Lê şêxê me ji qeyzer zêdetir qeyzerperest e.

Lê hûn ji bo Çîller Xatûnê çi dibêjin, ku ew jî li vî welatî bû serokwezîr û eslê xwe Boşnak e. Li wê jî herhal navê “Mamatirk” dişkê!

Doxan Gûreş, ku ew jî yek ji “xilaskarê” vî welatî ye, eslê wî jî Çerkez e.

Nizanim Pînoşe Evren ji kîjan milletî ye? Lê xuya ye ew jî malê Balkan e, zer e, herhal ji bo toxim e..

Wezîrê Derva, İsmaîl Cem malûm e..

Behsa Mesût Yilmazê Rîzeyî nakim; êdî Laz e, Gurc e, yan tiştekî din e?..

Ji bo Tirkêş dibêjin ji Qibrisê ye û Bogoszade ye.. Bahçelî jî êdî Erebzade ye yan tiştekî din e, nizanim.

Necmettîn Efendî jî, ji rû û reng baş xuya ye ku Balkanî ye..

Silêman Efendî (Demirel) Xelkê Spartê ye û em pê nizanin çi zade ye; lê pozê wî ne li yê Tirkan, li Girêkîyan dişibihe…

Velhasilî kelam, eşkere ye ku “xilaskarên Tirkîyê” ji heftê û du milletî ne! Lê gelo, ger em çend Japonan, İngilizan, Frensîyan û İspanyolan jî tevî wan bikin ne baş e?. Dibe ku Tirkîye hingê bi rastî xilas be.. Kemal Derwêş nimûneyekî baş e. Nuha dor hatîye çend John, Son û Don’an… Ev mirovên jêhatî ne, xudî tecrubeyên mezin in. Heya ku zarokên vî welatî mezin bin û bibin hoste, gelek dereng dibe. Bona vê yekê, ger meriv ji van milletên pêşveçûyî çend kesan bistîne û dayne ser karê dewletê, hefsarê partîyan bide dest wan, ne baş e? Gelo dewleta Osmanî jî bi destê “dewşîrmeyan” ne hate îdarekirin?..

Ger hûn bêjin, “Gelo hingê Tirkayetî, ew ‘xwîna Tirk a mezin û pak’ wê çi be?.” Xem nekin, çareserîya wê jî heye: Emê paşnavê wan daynin “Oztirk” ango “Tirkê xas” û bi vî awayî wan bikin Tirk, ku ewê ji Tirkan sed carî zêdetir Tirkayetî, nijadperestî û şovinî bikin. Ji xwe neslê Tirkê rastî ji zû va winda bûye û ew êdî li tu derê peyda nabin…

Gelo, ma taximên futbolê yên vî welatî jî di saya Hagîyan, Popeskoyan, Tafarelan, Jardelan, Moldovan, Nauman û Jonsonan bi pêş neketin?..

 
PSK Bulten © 2001