Ji bo çapemenî
Dewleta Tirk Raya Giştî Dixapîne
Di destpêka meha Tebaxê da li parlamena Tirk, bi navê “Pakêta Yekitîya Ewrûpa”
hin qanûn hatin derxistin, yan jî guhartin. Piştî wê
sîyasetmedarên Tirk û çapemenîya wan şematê dinê dikin,
wekî wan êdî daxwezên YE bi cî anîne, gor Şertên Kopenhagê
kirine. Dibêjin, êdî top li meydana Yekitîya Ewrûpa ye, divê
ew ji bo endametîyê bi Tirkîyê ra dest bi danustendinê bike..
Eva ne rast e. Herçiqas di vê pakêta teze da hin tiştên misbet hebin jî,
evana gor Krîterên Kopenhagê gelek kêm in, berê tiştekî
nagrin. Tirkîyê ne ji bo çareserkirina pirsa Kurd û ne jî
bo avakirina demokrasîyê li welat gaveke bi qîmet ne avêtîye.
Wek nimûne, parlamena Tirk ceza dardakirinê bi tevayî ranekir, lê “bi rewşa
şer û şerê nêzik (xetera şer)” sînor kir. Lê
gelo, ma roj heye ku Tirkîye di şer da nebe, yan jî şer
jê ra nêzîk nebe?. Pêvendîyên Tirkîyê bi der û cîranan ra
tim xirab e û Tirkîye bi Kurdan ra tim di şer da ye.
Ango, xuya ye, hukumeta Tirk kîngê bixwaze ji bo dardakirina
mirovan mane dibîne..
Li alîyê din, ji bo kuştina mirovan di dest dewleta Tirk da gelek rê olaxên
dinê jî hene. Ji sala 1984 vir da, li Tirkîyê tu cezayê dardakirinê
bî cî ne hatîye; lê bi hezaran kes di qereqol û qişleyan
da, di zindanan da, li ser rêyan, heya di malên xwe da li
ber çavê jin û zarokên xwe, bi eza û teda, yan jî bi gulebaranê
hatine kuştin. Hîn jî her roj di zindanên Tîpa F da cinazeyên
girtîyên sîyasî derdikevin. Galo nah şunda êdî dawîya
kiryarên han tê?
Tê gotin ku, bi van guhartinên dawî êdî zmanên dinê serbest bûne û Kurd jî li
Tirkîyê wê bikarin bi zmanê xwe perwerde bin û bi Kurdî weşana
radyo û têlevîzyonê serbest be. Lê ev gotin ne rast in. Perwerdegarî
bi zmanên dinê, her usa jî bi Kurdî serbest nebû. Ango mektebên
Kurdî dîsa venabin. Gor guhartina teze bi zmanên dinê tenê
qurs dikarin bên vekirin.
Ango milletekî wek Kurd ku tenê li Kurdistana Bakûr, di nav sînorên Tirkîyê
da, hejmara xwe ji 20 mîlyonî zêdetir e, dîsa bi zmanê xwe
ne xwedî dibistan, ne mektebên navçe, ne jî xudan zanîngeh
be. Ew çawa perwerdegarî ye? Xuya ye vana henekê xwe bi me
Kurdan dikin.
Ew qursên hanê jî dîsa bi destûra dewleta Tirk wê vebin. Bi çi şiklî vebin,
ew jî xwedê dizane. Dibe ku vekirina wan jî bi hezar fend
û şertên îdare û polêzê Tirk bêne astengkirin.
Dîsa tê gotin ku, bi guhartina dawî weşana bi zmanê
Kurdî di warê radyo û têlevîzyonê da serbest bûye. Lê bi vê
gotinê jî bawer nekin. Karbidestên Tirk bi mehan e li ser
vê yekê di navbera xwe da nîqaş dikin. Hinên wan bi temamî
dijî weşana bi zmanê Kurdî ne. Hinên wan jî dixwazin
rojê bi nîv saet weşanê di têlevîzyona dewletê da ji
vî barî xilas bin.. Ango tu nîyeta wan tune ku di warê weşanê
da jî serbestî bidine zmanê Kurdî. Ango ev jî xapandineke
dinê be..
Lê heqê bîr-bawerî û rêxistinî? Gelo Kurd wê bikaribin nah şunda bi nav
û nasnama xwe partî û komeleyan ava bikin û daxwazên xwe bi
rîya wan bi serbestî bi cî bînin? De ha!.. Ev heq û azadî
jî wek berê dîsa qedexe ye, curm e, wek “parçekirina welat
û millet!..”
Sîstema dewleta Tirk di warê heq û huqûqê da wek labîrentekî
ye ku mirov tê da rîya xwe winda dike û bi hîle û dafikan
dagirtî ye. Berî hemûyan jî Qanûna Esasî ya 1982 ku bi destê
Cunta faşîst hat çêkirin. Heya ku ev Qanûna Esasî û qanûnên
dinê bi temamî û bi dil û daxwazekî pak ji ber dest derbaz
nebin, neyên paqijkirin, di warê demokratî da gavekê pêş
nayê avêtin û Şertên Kopenhagê jî bi cî nayên. Bona vê
yekê jî divê daxwazeke xurt hebe di civakê da, him jî îradeya
sîyasî hebe ji bo guhartinê.
Lê mixabin îro di civaka Tirk da û di nav sîyasîyên wan da ew daxwaz û îrade
tune. Ew tenê, ji bo ku bazarîyekê bikin ji Yekitîya Ewrûpa
ra, ji bona endametîyê bi wan ra rûnin, hin gavên derewîn
davêjin; lê sedî sed bê dil in. Tenê xelkê welat û Ewrûpîyan
dixapînin.
Dema sê sal berê Yekitîya Ewrûpa li civîna Helsînkî Tirkîye wek namzet hilbijart,
hingê me got rêvebirên dewleta Tirk tucar şertên Kopenhagê
bi cî naynin, ewê çi ji destê wan tê bikin da ku van şertan
dejenere bikin.
Ev gotinên me yek bi yek derketin. İro jî tiştê ku dewleta Tirk dike
hemû lîstik e, bi derewan e.
Her usa jî, dewleta Tirk hin tiştan bi gotin qebûl bike
jî ewê li ser kaxizê bimînin. Wek nimûne, gor qanûnên Tirkan
eza û cefa jî qedexe ye, heya wek curm e; lê çerxa eza û cefayê
li vî welatî rojekî jî ne sekinîye, tim dişuxule.
Bi zmanê zikmakî karê weşan û çapemenî gor Peymana Lozanê jî ji bo hemû
welatîyên Tirkîyê divê bi tevayî serbest be. Di bendê 39’an
ya Peymana Lozanê da usa tê gotin: “Hemû welatîyên Tirkîyê
wê bikaribin zmanê xwe di warê weşan û çapemenî da û
di hemû warên civakî da bi serbestî bi kar bînin.” Ango gor
vê bendê, divîyabû hemû welatîyên Tirkîyê bi zmanê xwe û bi
serbestî weşana radyo û têlevîzyonê bikin rojname derînîn.
Bona vê yekê hewcedarîya wan bi Şertên Kopenhagê jî tune.
Lê mixabin, dewleta Tirk guh neda vê peymanê, ew heq ji dest
welatîyan girt, heya ceza da wan kesan ku bi zmanê xwe peyîvîn.
Dewleta Tirk nuha dixwaze eynî tiştî bîne ser Şertên Kopenhagê jî.
Ango ew heya Yekitîya Ewrûpa jî dixapîne.
Yekitîya Ewrûpa di rewşeke han da bi Tirkîyê ra rûdine yan na, bêyî ku
ew Şertên Kopenhagê bi cî bîne, bibe welatekî demokrat,
bêyî ku ew heq û azadîyên milletê Kurd nas bike? Helbet em
nizanin. Ger YA norm û prensîbên xwe bide bin lingan û bi
Tirkîyê ra rûne, wê bike endam, ew jî îşê wan e..
Lê Tirkîye nikare bi van vir û derewan, bi van fen û fûtan 20 mîlyon Kurd bixapîne.
Kurd heya îro bi lîstikên han nehatin xapandin û teslîmî zulm û zordestîyê nebûn,
nah şunda jî nabin. Em tucar bindestîyê û koletîyê qebûl
nakin, serê xwe li ber zaliman danaynin.
Milletê Kurd azadîyê dixwaze. Ger em wek cîranên baş bi hevra bijîn, divê
ev yekitî li ser esasê vekhevîyê bibe.
Bona vê yekê jî divê berî hertiştî ev Qanûna esasî ya nijadperest û mîlîtarîst
bê guhartin, yeke demokratîk bê çêkirin û nasname û heqê kurd
jî tê da bê nîşandan. Di gel Tirkî, divê zmanê Kurdî
jî bibe zmanê resmî.
Divê heqên çandî û sîyasî yên milletê Kurd bi temamî bêne naskirin.
Divê heqê perwerdegarî bi zmanê zikmakî ji dibistana pêşîn bigir heya zanîngehê
pêk bê.
Divê heqê weşanê bi zmanê Kurdî di rayo û têlevîzyonê da seranserî rojê
bê naskirin.
Divê partî û komeleyên Kurd serbest bin.
Divê pirsa Kurd li ser esaseke federal bê çareserkirin.
Ew heqê ku rêvebirên dewleta Tirk ji bo 150 hezar Tirkê Qibrisê dixwazin, divê
ji 20 mîlyon Kurdê Kurdistana Bakûr ra jî bêne naskirin.
Çareserîya rastî û demokrasîyeke rastî û wekhevî ev e.
7 Tebax, 2002
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
|