Bimînin di xweþîyê da..
Ferhad CAN
Xwendevanên delal, ev nivîsa min a dawî ye bi navê Ferhad
Can.
Min di jîyana xwe ya sîyasî û ya nivîskarîyê da gelek nav
bi kar anîn. Heya kitêbên min jî bi gelek navan derketin..
Wek Baran, C. Aladag, Alî Dîclelî, Ferhad Can û hwd...
Yek ji sedemên vê, karê me yê sîyasî yê veþartî bû. Lê sedemên
dinê jî hebûn. Di kovar û rojnameyan da, di eynî hejmarê da,
gelek caran ji yekî zêdedir nivîsên min derdiketin. Ji ber
vê, min jî navên cuda cuda bi kar dianîn. Carina kovar û rojname
dihatin girtin û yên teze derdiketin; divîyabû em jî navên
xwe biguhurin, da ku zulma li ser wan kêm be..
Min navê Ferhad Can cara pêþîn kîngê bi kar anî, nayê bîra
min. Herhal kovara Ozgur Gelecek (Dahatûya Azad) bû, ku di
salên 1988-89 da li Enqerê, bi zmanê Tirkî derdiket. Min li
wir bi taybetî li ser çanda Kurd, li ser jîyan û berhemên
hin nivîskarên Kurd wek Ereb Þemo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl
û Cîgerxwîn nivîsand.
Dema Rojnama Azadî di sala 1992 da li Îstembolê dest bi weþanê
kir, min jî tê da bi Kurdî û Tirkî nivîsand. Nivîsên rojnamê
piranî bi Tirkî, beþekî piçûk jî bi Kurdî bû. Piþtî çend hejmaran,
min bi navê Ferhad Can di quncika "Aso" da êdî her hefte nivîsand.
Lê wekî xwendevan dizanin li ser rojnamê zulm û zordestîyeke
mezin hebû. Polêz û mehkema Tirk firsend ne dida ku rojname
bi serbestî bê belavkirin. Dest dane ser piranîya hejmarên
wê. Dawe bi dû dawe vekirin û ceza barandin. Ji ber vê , piþtî
weþana du salan Azadî hate girtin.
Piþtî wê "Dengê Azadî" derket. Salek temam nebû, ew jî hate
girtin. Piþtî wê "Ronahî", "Hêvî", "Roja Teze" bi dû hev derketin
û nuha jî dora rojnameya panzdeh rojî Dema Nû ye..
Min di van hemû rojnameyan da nivîsand. Di Dengê Azadî da
navê quncikê dîsa "Aso" bû, di Rohanî da "Baxçe", Di Hêvî
da "Avzem", di Roja Teze da "Nivîsên Þemîyê.." Nuha jî, di
Dema Nû da dîsa "Baxçe" ye..
Di destpêkê da ne hat bîra min ku ev nivîsên quncikan ewqas
sal dirêj bikin. Va ye ji derketina Azadî vir da 11 salî zêdetir
derbaz bû.
Di destpêkê da bi rîya vê quncikê armanca min ew bû ku him
mesaja xwe bigihînim Kurdên ku Tirkî nizanin, him jî para
Kurdî di rojnamê da zêde be. Ango jî zmanê Kurdî ra xizmetekê
bikim. Bi gotineke din, ew kar jî di destpêkê da wek wezîfeyek
bû, giranîyeke teze bû li ser mil.
Lê piþtra her ku çû nivîsên vê quncikê ji min ra bûne kêfxweþîyeke
mezin. Ew bû pireke teze di navbera min û xwendevanan da.
Carina ji nivîskaran dipirsin, tu zêdetir ji kîjan berhemê
xwe hez dikî? Bersîva vê pirsê gelek zehmet e. Ji ber ku berhemên
nivîskarekî wek zarokên wî ne. Ji bo dê û bavekî zehmet e
dubendî bike navbera zarokên xwe û bêje ez ji filanî zêdetir
hez dikim.. Lê bi rastî, ez dikarim bêjim ku di nav nivîsên
min ên ne manzûm, ango nivîsên nesir da zêdetir ji yên Kurdî
û bi taybetî ji nivîsên van quncikan hez dikim. Çawa ku çarînên
min ên Kurdî jî bo min usa germ in. Ji ber ku ew bi zmanê
dayik in, wek ji zarotîya min, ji axa min in; ji bo min gelek
þîrîn in.
Ew quncik wek cîyê suhbetê bû di navbera min û xwendevanan
da. Heya dikarim bêjim, carina bi xwe û xwe ra.. Babet cure
cure bûn. Ne tenê sîyaset, lê pirsên civakî, çandî û felsefî
bûn. Carina henek, carina çîrok bûn...
Lê êdî dixwazim nivîsên vê quncikê jî, karê "Ferhad Can"
jî li vir bigihînim dawî.
Sedemek ji vê ev e ku, her çiqas panzdeh rojî ye, lê dîsa
jî di rojnamê da du nivîs ji bo min zêde ne, ji ber ku karê
min ên dinê jî gelek in. Beyan, civîn û nivîsên dinê jî waxt
digrin. Her usa, dixwazim qe nebe beþek ji nivîsên xwe yên
Kurdî û Tirkî ji bo çapê hazir bikim û êdî li ser kitêban
navê xwe yê eslî bi kar bînim. Her usa ji min ra waxt lazim
e, da ku cîldê 2. ya Tarîxa Kurdistanê binivîsim, ku ev kar
gelek dereng ket.
Ango ne ji bêzarîyê ye, lê kar pir e.
Her usa jî di vî warî da rewþ ne wek 11 sal berê ye. Nuha
þukur yê ku bi Kurdî dinivîsin gelek in û di rojnamê da gelek
quncik hene. Yek jê kêm be jî kêmasîyeke mezin nabe. Heya
ji civanan ra zêdetir cî û rê vedibe..
Kovar û rojname jî, nivîsên quncikan jî, wek me mirovan,
wek dar û kulîlkan emrê xwe hene, roj tê dighêne dawî.
Payîz e, li sêvdarê êdî fêkî kêm in
Tevî salan nas û dost jî diweþin diçin
Xem neke hevalo, tama jîyanê ev e
Ew bi dor e, divê tu biçî ku bên yê din
Bi navê xwe yê eslî (Kemal Burkay) ji xwe, bi Tirkî di rojnamê
da dinivîsim. Ew têrê dike û zêde ye jî. Dema hewce bike beyanên
min bi Kurdî jî derdikevin û di rojnamê da cî digrin.
Bona vê yekê jî, xwendevanên delal, divê ez êdî wek Ferhad
Can xatirê xwe ji we bixwazim.
Beþek ji van nivîsên min ên quncikan yên ku di rojnama Azadî
da derketin, sala 1995 li Îstembolê di nav weþanên Deng da,
bi navê "Gula Çile" çap bûbûn. Nuha jî yên dinê ji bo çapê
hazir dikim. Kitêba pêþîn "Aso" ji bo çapê hazir e.
Bimînin di xweþîyê da.
|