PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Bîr û ray qedexe ye, lê derba eskerî serbest e!

Di hejmara berê ya Bultena me da li ser Demirel nivîsek hebû û me gotibû, heya diz û keleşên wek Demirel û Evren hisêbê kirinên xwe nedin, neyêne mehkemekirin û cezakirin, ev welat tucar paqij nabe, edalet cîyê xwe nabîne. Me ji dinyayê gelek nimûne jî dabûn, ango li gelek welatan dawîya serokdewletên diz û generalên zordest ku dest danîbûn ser hukum çi bû.. Wek Markos, Pînoşe û gelekê din…

Lê li vî welatî tiştê usa nabin. Pînoşeyê Tirkan Evren û Demirel dîsa di koşkên xwe da, kêfa xwe da ne. Wek mirovên qedirbilind digerîn, di cîvînan da ne, di rojname û  têlevîzyonan da ne, qise dikin û xelk ji wan ra çepikan lê dixe..

Ew mehkeme nabin, tiştek ji wan nayê pirsîn; lê ziddî wê, kesên ku behsa dizî û zordestîya Demirel û Evren dikin, dixwazin ew bêne mehkemekirin, serda jî bi xwe ceza dixwin. Yek ji wan Dozgerê Edenê Sacît Kayasu bû. Dozgerekî camêr, yekî şîrhelal. Wî di derheqa Evren û hevalên wî da dawe vekir. Got wana dest danîne ser hukim, hukumet û parlamen belav kirine, partî û komeleyên demokratîk girtine, Qanûna Esasî bi darê zorê rakirine. Got divê ew bên mehkemekirin û cezakirin…

Ev kiryarên hanê, gor qanûnên hemû welatan curmekî herî mezin e, gor qanûnên Tirkîyê jî ceza xwe dardakirin e..

Bi rastî jî Evren û hevalên wî, ango wan pênc generalan ew tişt kirin. Deh qat jî zêde kirin. Bi sedhezaran kes girtin, eza û tedayek nedîtî li wan kirin, bi dehan kes kuştin, dardakirin. Daxwaza dozger Sacît Kayasu li cî bû, heya gelek dereng mabû.

Lê çi xerîb e ku, daxwaza wî ne hate qebûlkirin. Serda jî dozgerî ji dest wî hat girtin, ew dane mehkemê, bi hênceta ku li “hêza eskerî”, ango li ordîyê heqeret kirîye.. Li dawîya vê dewayê 10 meh heps û mîlyarek jî cezayê diravî danê. Dozger êtiraz kir, lê daîra (beşa) 9’an ya Temyîzê (mehkema bilind) ew testîq kir. Dozger Kayasu dîsa êtiraz kir, lê vêcar mehkema Temyîzê di civîna giştî da ev ceza dîsa testîq kir!..

De keremkin, li edaleta vî welatî binêrin. Zarokên ku baqlewe didizin şeş sal ceza didinê. Zarokên ku li dîwaran hin sloganan dinivîsin, di qereqolan da eza û teda dibînin û di mehkemeyan da 15 sal ceza digrin. Lê kesê ku derba eskerî kirine û bi zorê dest dane ser hukim, hukumet û parlamen belav kirine, partî û komele girtine, qanûna Esasî dane bin lingan û li xelkê zulm kirine, ew xwedî şeref û êtibar in! Dema ji ser hukim biçin jî, kes nikare wan gunekar bike. Dozger nikare di derheqa wan da dawe veke. Dema veke bi xwe gunekar dibe û mehkeme wî ceza dikin. Temyîz ku mehkema herî bilind e, ew jî vê biryarê tesdîq dike, ango generalên zordest diparêze, van hemû kiryaran ji wan ra heq dibîne û rebenê dozger mehkûm dike. Ango li vî welatî çerxa edaletê li ber generalan, li ber zordestîyê, li ber neheqîyê û zulmê xar dibe, secde dike…

Ango ew biryara mehkema Temyîzê tê wê manê ku kî xurt e di kirina xwe da serbest e. Li vî welatî bîr û bawerî qedexe ye, lê derba eskerî serbest e!..

De tu were li vî welatî behsa edaletê bike, behsa demokrasîyê bike, behsa heq-huqûqê bike!

 
PSK Bulten © 2001